Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Lîstikên Zarokan 9 – Kabanê

Lîstikên Zarokan 9 – Kabanê

Rojek ji rojên dawiya zivistanê serê meha adarê bû. Kurd “esiman sahî bû wekî zîvi” dibêjin. Ji bo wê rojê ev gotine rast bû. Tu zêra lê xerç kirin bikî dilopa ewran li esimani peyda nabe.

Belê rojekî li wan raja de ji ber tîrojên tavê û paqijiya befra biharê çavên mirov mirçiqin. Mirov bîst mitroya dûrahiyê nabîne. Heke darubarên rex avahiya û nav erdê parwankiri de çu neban mirovi taqet nedikir ku çavên xwe ji ber rewneqa befrê veke.

Roj roja lîstikên zaroka bû. Zarokên taxi bi girtina dibistanê û germahiya wê roja adarê ji xwe re ferzende dîtin. Nêzûk pênc zarok ser banê kadîna Serhadê kurê Seydo kom bibûn. Evan zaroka di navbeyna xwe de “divê em vê roja wiha germ de ji xwe re lîstikêkê leyîzin” diaxiftin.

 Hindikan gûz ji dayika xwe xwesti bûn, hindikan jî di kulînê de ji peni dayika xwe gûz dizî bûn. An ku ev lîstika kabanê jî bi gûz û kaba an jî vînga ve tê leyîst in. Gûza em zanîn belê kab û vîng çiye, wê jî divê bêjîn.

Lîstika wan a kabanê jî wiha dileyîstin.

Tê zanîn ku kab navê hestiyê paşiya pê pezi de ye. An ko hestiyê çuka pezi de ye. Ji wi hestiyê pê pezi de dibêjin kab.

Di wi hestiyê pê pezê kûvire jî vîng dibêjin.

Ferqa wan ew hestiyê pê pezi de sivik e, ê pê pezê kûvi de jî giran e.

Zarok bi zêdehi hestiyê giran an ko ê pê pezê kûvi re hez dikin. Hindik zarokên hişyar jî hene ku nava kabi kundikin û zirîcê helînin  navê ku ca kabê wan jî giran bibe.

Divê bê zanîn rexek wi hesti girnîzo e, di bêjin wi rexi tix, rexê dî jî hilûye di bêjin wi rexê hilû jî tef. 

Di vê lîstika kabanê re ew pênc ciwanên gûzên hêrevewêve komkiri an jî ji mala xwe dizî û xwasti lihevhatin ku lîstika kabanê leyîz in. Bi lihevhatina xwe re, ser bani herekê gûzek birêz danan ber yek.

Paşê ji nik gûzên ji xwe re kiri rêz yek ji wan dê sekine û ji gûza dûr re dê pênç-deh pêngava bavêje û xêzeke rast bikêş e. Ev xêza ji gûza dûr di şên gor çavên xwe jî lidûrahiyê xêz bikin, an ko ne hewce pêngavan e.

Dema xêz xêzkirin herek dê kabê xwe bavêje wê xêza ji gûza dûr xêz kiri. Kabê an jî vîngê kî nêzû xêzê be, ew dê pêşîyê dest biavêje lîstikê.

Paşê jî gor kab an jî vîngê nêzû xêzê dê gor nêzuk avêtinê bikevin rêza leyîstinê. Gor rêza leyîstinê, ê pêşîyê leyîze dê ser wê xêza ji gûza dûr sekine û dê kabê an jî vîngê destê xwe de bavêje gûza.

Heke bi wê avêtina wi re kab an jî vîngê xwe lêxist gûza, ew gûzên di rêzikê dûr bû ên wine. Heke kab an jî vîngê xwe nexist gûzê lîstikvanê rêzê de kab an jî vîngê xwe dê avêje wan gûzên rêzê.

Gor lîstikvanên rêzê de ew gûzên ji xwe re kiri nêçir kardikin dileyîzin. Heke ew gûzên ji xwe re kiri nêçîr xilasbûn, carek dî herek gûzekê didanê ber êk û dest avêjin leyîstinê. 

Dewiya leyîstina hemûya ê ji xwe re pir gûz qazançkiri ew mizefer e, ê lîstikê de gûz berze kiri jî xusaretê de ye. 

Dema yên gûzên wi xelasbû êdî ew lîstikê têle. Xalekî girîng nebêjim divê derbaz nebim. Ev lîstika kabanê û pilanê ne tinê ser bana tê leyîstin. Di mala de ser mafîr û berika jî tê leyîstin.

Bi kabanê re ji lîstika güza cida “lîstika tix û tef” jî tê leyîstin.

Bi vî kab an jî vîngi ve hindik cara du-sê zarok lîstikek cida jî dileyîzin.

Mînak du-sê zarok dê rasti yek rûnin û ew kab an jî vîngê destê xwe de dê bavêjin hewa. Heke kab an jî vîng tix an jî tef hat ew qazanç dike, heke kab an jî vîng dix û tef nehat ew berze dike.

Ji bo hejmara wê jî.

Aliyê navê wê tix du (2) aliyê navê wê tef jî yek (1) tê hejmartin. Di vê lîstika kabanê de kî zêde hejmar/jimar komkirin ew qazanç dike.

Tenê şertek vê lîstikê heye. Ê kabi an jî vîngi diavê hindî ku jimar bê dê bi avêtina xwe re berdewm be. Dema avêtina wi de jimar nehat dê hevalê rêzê dest biavêje lîstika kabi an ji vîngi.

Bawerim bi van lîstikên zarokên Colemêrgê re serê we gêj bû. Hêj lîstik dî jî hene, belê em vê rêze nivîsîna lîstikên zarokên Colemêrgê qut bikîn dê çêtir be. Ji bo vê sebira we û bi xwendinê re xîreta we kêşayî re ji we re spasdikim. Bi lêborîna we re vê demê em nivîsîna lîstikên zaroka dawi bikîn. Bimînin xêr û xweşîyê de.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10