Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Lîstikên Zarokan 8 – Tirêna Qarê

Lîstikên Zarokan 8 – Tirêna Qarê

Binyatê wêjeya devkî dîrokî ye, xwezayî ye, civakî ye, folklorî û kolektîf in. An ku ji dil û mêlakên gel de, di nava aqil û ramanên gel de tên. Bi zanîn û gotinên gel re û di têkiliyên jîyana gel re bi devkî berdewam dike.

Di dawiyê de Colemêrgîya kêfxweşî û nexweşiyên xwe, şîn û tazîyên xwe, kul û kuvaniyên xwe, serhati û xîzaniyên xwe bi zimanê xwe re xemlandi bûn. Wekî keçik û kurik çawa evînîya xwe di nava ramanên xwe de nexşîn in. Colemêrgîya jî çanda xwe û wêjeya xwe a  devkî bi ramanên xwe ên evînî re nexşandîne mêjiyê xwe.

Heke bi mînekek dî jî bêjîn.

Her we bihara welat de xweza bi kulîlka re di xemile. Colemêrgîya jî her we dîroka xwe, çanda xwe, dab û nêrînên xwe wekî xwezaya herêmê dimêjiyê xwe de nexşandin e.

Ji wê çendê wekî hemû welatiyê kurd, wêjeya devkî jîyana Colemêrgîyan bû û zimanê wan hebûna wan bû. Wekî tevahîKurdistanê, herêma Colemêrgîya jî maye bin dagirkerîyê de. Belê Colemêrgîya herî pêtir xîret kêşaye û girêdayi çand, abore, dîrok, dab û nêrînê xwe mayne û pêtir xwe lê pêçandin.

Çu dî karê Colemêrgîya çu nebû. An dê qirana wan hatiba an jî ji bo mijûlahiya hiş û ramanên xwe dê metelok, çîrok, destan, efsane, pêkenok, lorînên landika, stran, dîroka devkî, bilîstik û govenda re şevên zivistanên xwe xelaskiriban.

Tê zanîn ku bingeha folklorê bihevreye, ji kombûnê ye, dîrokî û xwezayî ye. Di herêma Colemêrgê de ji heft sali heta heftê saliyê en digovendê de reqisin herek reqaskerek e. An ku her mirovê govendê de reqise, bi serê xwe reqasvanek e.

Lewre ji heft sali heta heftê saliyê Colemêrgîya reqis û qewdê (bedenê) xwe gor reqasê û gor mîmîkên reqasê de bizav. Dabaşa gotinê her reqasvanek gor hiş û hizirên xwe, gor nîgar (fîgûr) û lewnên (stîl) xwe govendê/reqasê şîrove dike. Lê en perwerdehiya wê reqasê dîti hemû bi tifaqi nîgar û lewnên reqasê dilîz in. Ên perwerdehiya reqasê nedîti jî herek biserê xwe folklorvanek e, reqasvanek e.

Piştî vê şîroveya ser reqasa Colemêrgîya em şên vê jî bînin ziman. Wêjeya devkî, Colemêrgî bixwe ne û Colemêrgî jî wêjeya devkî bi xwe ye. Ma na bêjin wekî nînûk û goşti, Colemêrgî di çanda xwe de, dab û nêrînên xwe de jî wekî nînûk û goşti girêdayên hev in.

Rasti wêjeya devkî di bingeha çîroka, serhatiya, strana, meteloka, lorîna (ên landikê û ên mirinê) û hwd. nehe dê hemû kesê re bêjî. Lewre ê xwedî wê hunerê nebe neşê tevlihev bike û wan peyva wekî xewnê bi ramanên xwe re nexşîn e. Ê xwedî vê hunerê wekî lîstika zaroka we bi  peyvan re dileyîz e.

Belê me got ê xwedîyê an jî bi gotinek dî girêdayê vê hunerê, bi guherîna dengê xwe re mirova têxî bin bandora xwe. Dengê wi bi gotina wi re şiklê şervana, evînîndara, ê mirovê serhildanê, aştiyê, dengê xwezayê, qêrîna dahbeya hwd. di jîna mirova de çi deng hene wan denga ji gewrîya xwe derêxe. Ji dengi wi/wê de çend bedena xwe hemûyê jî gor dengê xwe dide hereketê. Çav û birûyên xwe, lêv û girêbûna navçavê xwe, bi nêrînên wekî nêrîna hişk, nêrîna nazdarî, nêrîna evînî, nêrîna dilsoti û nêrîna ecêpkiri re guherîn e.

Caran dê bibîni di herêma Colemêrgê de bi mirîyan re an jî dîwanxaneyan lorîn, stran, meselok, matalok, serhatiya nifîn û duaya dibêjin. Caran jî şevreşên zivistana dê bibîni ku dîwanxaneyên girîng de klam, qasîde û zûgotina dibêjin.

Caran dinava zaroka de (cur bi cur ciwanên mezin û zilam jî tevlihev dibin) yarî, lîstikên zaroka (biranê, şeqanê, tirêna qarê hwd.) di leyîz in. 

Di roja me de Colemêrgîyên çîrokbêj, ên stran/lajebêj gor hizirên xwe lorînên landika û lorînên mirinê û ên girêdayî wêje a devkî herî hindik mayne. Xwedê neke heke ew çendên mayî jî jîyana xwe winda bikin tev ev çand û wêjeya kurdên Colemêrgê jî dê winda bibe.

Wî zemani Colemêrgî hemî havêna xwedî şol û gandan bûn ji wê çendê ewan dawetê xwe zivistanê dikirin.

Rojên sineta, savar hêranê, savar qotanê, şeverok, dawetnebîya de jî bi serê xwe kêf û şahîyane dikir in. Ev jî ji Colemêrgîya re girîng bûn.

Lewre Colemêrgî heta îroj jî wêjeya devkî gor kul û kovaniyên xwe, gor zilm û zordariye ser milê xwe bi îza, belê bi rik xwedî derkevtine. Ev hunera ber windabûnê û wêjeya devkî a ber windabûnê heke neyê nivîsîn, di binyatê Colemêrgîya de heta kengî dê dombike.

Ev şîroveya jor min ji pirtûka xwe a navê wê Ehmedê Hekaryan re hati nivîsîn û mixabin nehati çapkirin de hildaye.

Piştî vê şîroveyê hûn destûr bidin em zivirîn lîstika xwe tirêna qarê.

Lîstika tirêna qarê:

Belê me goti bû hejmara lîstikvana negirîng e, hindik heval bibûn du kom. Dema hevrikên yek kifş bû darên pêşîyê ji xwere peydakiri danên ortê. Paşê jî kîjan kom dê pêşîyê leyîzê bileyîze, bi kevirê şil û hişkanê re kivş dibe.

Kevirek tenik an ku pan peyda dikin û rexek keviri bitifa xwe şil dikin û rexê dî jî têlin hişk. Ji wan koma yek alîyê keviri ê şil, yek jî aliyê keviri ê hişk digire û keviri diavên hewa.

Dema kevir kete erdi kîşk rex dîyar dike ew dê dest pavêjî lîstikê û dê mîne binecihî yê. Mînak dema kevirê avêti hewa kete erdi û alîyê şil serda ma, ewê alîyê şil gêrti dest avêjî lîstikê.

Hêj me jibîr nekiri em malzemeyên vê lîstika tirêna qarê jî bêjin.

Divê en kêm du darên ji bihostekê dirêjtir hebe. (Dema darek ji wan dara şikest ku ca darê duyemînê ve leyîzin) Rasti çepi divê serê wan dara tiraşin ku dema dar kete erdi serek dari eqit sekine. Ew ciwan dê serê darê destê xwe li serê darê kurt, rexê eqit lêxe. Wê demê darê kurt dê rabe hewa û ew jî bi darê destê xwe re dê darê kurt rabû hewave bide û dar dê ji bo rexê hevrikê wan re biçe. Her du koma re girtina darê kurt û dest lêdana darê kurt eseh qedexe ye.

Bili wan darên kurt jî çend mirov dê beredayîyê sekinin (mînak; deh dar) serê mirovekê darek ji mitronîva dirêjtir divê hebe.

Her lîstikvanekê divê darek we dirêj jî destê ewên binecihîyê, an ku dest diavêjin leyîzê de jî hebe. Lewre ew koma dest avêje lîstikê, bi dorê destê xwe ve herek sê cara ewi darê kurt û her du ser lê tiraşî re lêdixin.  

Hevrikên wan jî dema bi rexê ew koma dest avêti lîstikê re darikê kurt avêti re amade disekinin. Dema ew darikê kurt hat hêj hewa ve divê bi darê destê xwe ve darekê lêdin. Heke ew darê kurt bi hewa ve darek lêdan ewê dar avêti disoje, ji leyîzê derkeve.

(Bes dema ewê darê kurt avêti sot, bi dar avêtinê de çend cara dar avêti be û nehatibe sotin ji bona gotina tirêna qarê hind cara darê kurt ji bo dûrahîyê lêxe.)

Mînak ewê dar avêti bi cara yekemîn de hatibe sotin ji bo avêtina dûrahîyê tu heqên wi na mîne. Heke cara duyemînê de hatibe sotin ji bona dûrahîyê carekê dê lêde, cara sêyemînê de hatibe sotin ji bona dûrahîyê dê du cara darê kurt re lêxe.  

Armanc ev e. Divê darê kurt we bavêjin ewên hevrikên wan darê destê xwe li darê kurt lênexin, ca ji bona tirêna qarê herek sê cara darê kurt lêxe û ji dûr re bibe. Hindî ew darê kurt dûrve bibin dê navbeyna cihê dest avêtina lîstikê û ewê dawîyê dora xwe kiri dirêj be. Û bêhna hevrikên wan têra neke ku bigehin cihê dest pê kirinê.

Belê ewê dest avêti lîstikê ê dawiyê jî cara sêyemînê dema dora xwe kir, paşê gor sotin û nesotinê herek dê bi dor wi darê kurt bi darê xwe rakit hewa ve û darekê ji bo dûrahîyê lêxe.

Yek,du, pênc û deh di wê komê de çend heval hebin yên soto gor sotina xwe, yên nesoti jî herek sê cara dê dore xwe bike û bo rexê ji xwe re kifşkiri re biçin.

Dema yê dawîyê jî bi lêdana darê kurt re dora xwe kir, dor digehî hevrikên wan.

Hevrikên wan ji wê derê kurt en domahîkê kevtiyê yek bi yek dê bibêje tirêna qarêê û bibeze bo rexê cihê dest avêti lîstikê. Bi vê gotina tirêna qarê û bezînê re cihê bêhna ê êkemîn goti tirêna qarê, dema bêhna wi çik bû ê pêşîya wi dê cihê bêhna wi çik bûyî de bibêje tirêna qarêê û bibez e.   

Her we domdikê û ewên du, pênc û deh heval jî, bi dor dibêjin tirêna qarêê û dibezin cihê dest avêtina lîstia tirêna qarê.

Heke ê dawîyê bi vê qîrîya tirêna qarê û bezîna xwe re giheşt cihê dest avêtina lîstikê, wê demê ewan qazanc kir. Na heske bi wê qîri û bezînê re negeheştin cihê dest avêtina lîstikê wê demê hevrikên wan qazanç dikin.

Dawîya vê lîstikê yên qazançkiri ew carek dî dest diavêjin lîstika tirêna qarê.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10