Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Li Parka Gezî, xwezî

Li Parka Gezî, xwezî

Ez ê nekevim nav meseleyê û hezar  hezar qulp û çivan nadimê.

Jixwe weke pêşiyên me dibên, “Heke te ez nevêm bi çavekî min tu nevê bi herdu çavan” û ez ê weha bi bêminetî fikra xwe bi we re parve bikim.

Ez ê qet şerê xwe bi ‘polemîg’ û gotûbêjên qelew ên çepel û çepelingê (çapulcu bi zimanê me çepel û çivêl e) neêşînim.

Jixwe ji pêr ve aşkere ye ku şerê dîndar û kemalistên tirk ên bo desthilatiyê sî û sîbereke mezin xistiye ser vê livbaziyan çepelkane ya çepelên kolanên Stenbola xopan.

Ez ê qet nekevim nav nîqaşa ewên bi hinceta silqê da biçin kutilkê li Enqere, Îzmîr û hin bajarên dî, bi hawara Geziya Taksîmê rabûne û tenê derdekî wan heye ku hikûmet hilweşe, Serokwezîr bin bikeve û dosyaya Kurdî jî dîsa bikeve bin refikan…

 Her kes dizane ku li welatekî weke Tirkiyeyê ku sîstem li ser dirî û hejên hevsengên zirav ava ye; Her kes li keysê ye ku piyê hevrika xwe dahesîne û ya xwe ser bixe, gava delîvek weke vê ya li Taksîmê peyda bû, her dest dê bixwaze têkilî vê qula mozqirk û zirkêtan bibe û bixwaze ya xwe bi ser bixe.

Qet cihê şikê tune ye ku çu ferq di navbera “ewên diqîrin û dibêjin, -Em eskerên M. Kemal in- û yên ji wan re dibêjin çepel û sivikên kolanan ku her du jî bi heman ALê têne ber hev du, tune ye.”

Di pirsa doza kurd û Kurdistanê de herdu jî ava heman kaniyê ne.

Ez ê hîç behsa vana nekim, a min ku bala min kişand û xwezî li ser dilê min nimandin, ji nav wanên li Taksîmê, koma biçûk a romantîk û notr-polîtîk…

Ev grûba dûrî jargonên siyasî, qîrqîra siyasî û hevrikiya ‘min û te’tiyê, li ser nêrîneke cîgeha sifirê û pir romantîk li cîhanê dinêrin.

Ev nêrîn, min berî du salan bi navê MANÎFESTOYA MIN A JIYANÊ ragihandibû.

Ez dirêj nakim…

De kerem kim, manîfestoya min ku bi KURDÎ-TIRKÎ ye bixwînin.

-Ez gelekî heyirîm ku min dît gelek kes, bêyî ku haya me ji hev hebe, li jiyanên pir cuda lê eynî weke min li jiyanê dinêrin-

Vê yekê ev tişt li min da pejrandin; Em her li ku bin û çawa bijîn jî, divê bizanibin ku li vê cîhanê bi tenê nîn in. Miheqeq, li deverekê hin kes hene ku bi eynî çavî li jiyanê dinêrin.  

De kerem kim, manîfestoya min ku bi KURDÎ-TIRKÎ ye bixwînin. 

---

-Hayata ‘sıfır noktası’ndan bakmak/Ku mirov ji ‘cîgeha sifir’ê li jiyanê binêre

Sıfır noktası, bütün uzak ve yakınlara aynı mesafeyi ifade eder.  Bu en etkisiz elemanın durduğu noktadan yaşama bakmak ise, tüm görüş açılarına “hakim” olma gibi bir avantajı bulundurmayla eşanlamlıdır.

Niqteya sifirê, ji bo hemû dûrî û nêzîkiyan xwedî heman qonaxê ye. Gava ku mirov ji cihê vê niqteya herî bêbandor çavê xwe li jiyanê bigerîne, ev ê jî bi xwe re avantaja “serweriya” hemû dorgehê bide mirovî.

Bu noktada tüm “eksi” ve “artılara” aynı mesafede uzak veya yakınsın.

Ji vê niqte/cîgehê ve tu ji bo hemû “başî” û “nebaşiyan” di heman dûr û nêzîkiyê de yî.

İnsanların yaşam biçimlerine ve düşünce alanlarına aynı mesafede durduğun için, tüm önyargı ve polîtîk yaklaşımlardan uzaksın. Insanlar göründüğü gibi değil, oldukları ve düşündükleri gibi seninle iletişim halindedirler. Çünkü sen onlar için sadece “etkisiz bir eleman” durumundasın ve sende maddi veya manevi herhangi bir “beklenti” bekleme durumunda değiller.

Ji ber ku tu bi heman dûr û nêzîkiyê li fikr û jiyana mirovan dinêrî, çu kes bi pêşdarazî û nêzîktêdayînên polîtîk li gel te têkiliyê durist nake û li ser wê li te nanêre. Lewra mirov jî ne wekî ku dixwazin, wekî ku difikirin û wekî xwe nêzîktêdayînê bi te re çêdikin. Ji ber ku tu ji bo wan “kesekî/e bêtesîr î” û ji ber hindê jî ew çu “xweziyeke” maddî û manewî  ji te hêvî nakin. 

Sen bu sıfır noktasında, tüm toplumsal “sıfat ve ünvanlardan”, “etiket”lerden yoksunsun, düşüncenin sağından da, solundan da, sana biçilen değer “sıfır” ve onun altındaki “basamaklar”dır.

Tu li vê cîgeha sifirê, ji hemû “sîfet û pênas”, “etîket û pênavên” civakî û komelî bêpar î, ji “çep” û “rast”ên raman û pêlên ramanî ve jî “giraniya te” eynî ye û tu tenê li derazinkên “sifir” û “di bin wê de” yî.

Varlığın ve yokluğun aynı değerdedir. Hiç kimse için bir “değerin” yok, sadece “hiçlik” noktasında, yaşamın akışında görünmeden ve farkedilmeden “sürüklenmekte”sin.

Hebûn û nebûna te qet ferq nake. Heman tişt e. Tu li ber dilê çu kesî “nîn î”, tenê li cîgeha “tune û hîçê” di ber pêl û verêja jiyanê bêyî ku bêyî dîtin û bi hebûna te bihesin/giraniyeke te hebe, gêr dibî û diçî.                   

Tüm romanlarımın baş kahramanları bu noktadan yaşama/olguya bakıyorlar, onun için görebilme ve algılayabilme yetileri, bakış açıları oldukça geniştir. Oldukça geniş bir yelpazede ve en derininden, tüm önyargılardan arınmış bir biçimde olay ve olguları ele alıyorlar. Bizim görmediğimiz, veya siyasi ve polîtîk ya da toplumsal baskı ve mahalle baskısında dolayı “es geçmeye çalıştığımız” o en ince ve derin çizgideki yaşama dair “satır aralarını” irdelemeye çalışıyorlar.

Serhengên hemû romanên min, ji vê cîgehê ve berê xwe didin jiyanê. Ji ber hindê jî, ew xwedî nêrîneke berfireh û piralî ne. Ji lew re ew bi çarçoveyeke gelek berfireh û ji kûrahiyê de, bêyî ku xwe li hukm û darazan ragirin, bûyer û helkeftan dinirxînin/diseridînin. Di bêjînga xwe dixin. Rûdanên ku bi awayekî normal em nebînin, an jî ji ber pestên siyasî û polîtîk, an jî şermizandina civakî û derdorê em newêrin an jî naxwazin bibînin, dibînin û xwe dadihêlin/berdidin nav xêzik û rehikên herî tenik û zirav ên jiyanê yên “di nav rêzikan” re û wan li ser tara xwe diseridînin. Li moxila hest û ramanên xwe didin û dihêrin.

Yazan birisi için, sıfır noktasından bakmak, orda olabilmek büyük bir avantajdır.

Ji bo nivîserekê ku ji cîgeha sifirê binêre û bişêt ji wê derê ve helsengrîne, avantajeke mezin e.

Çünkü yaşamdaki kutuplaşmadan arınmış, eşit bir mesafede olgu ve olaylara bakıyordur. Dolayısıyla herkesin yaklaşım tarzına ve değerlendirme yetisine “hakim” bir noktadadır. Kim, neyi ne için yapıyor, sorularının cevabını bizzat görüyor ve olayları daha derinlemesine okuyabilir bir durumdadır. Onun için eleştirebilme gücüne sahiptir, çünkü onu hipotek altına alabilecek bir “aidiyet” zincirine bağlı değildir/kendini öyle hissetmiyor ve bu “mecburiyet”ten azade bir hul halinin içindedir.

Ji ber ku xwe ji dubendî û duserîtiya jiyanê pak kiriye û bi heman dûr-nêzîkiyê li bûyer û pêkhatinan dinêre. Her weha li cîgeheke wisa ye ku “dikare” awayê nêzîktêdayîn û nirxandina her kesê/her alîyî bide ber ronahiya hizirtêkirina xwe. Ew bi çavên serê xwe bersiva pirsên ‘kî, çi, ji bo çi û çawa dike’ dibîne û dikare ji vê cîgehê ve palpişt û paşxaneya helkeftan derîne ser berikê. Ji ber vê ye, xwedî şiyana rexnekirinê ye. Çi ko girêdayî çi zincîreke “aydîyetê” nîne ku wî asê bike ku li gorî wê, fikra xwe bide pêş. Ew xwe “mecbûrî” çu kes û aliyan nabîne, ji ber vê jî, dilê wî rehet û aram e. Ruhê wî azad e.

Sıfır noktası, düşüncenin kristalize olma noktasıdır. Duygunun beraklaşma duruğudur. Özün özgürleştiği, perdelerin çekildiği bir “varlık potasında” erime biçimidir.

Cîgeha sifirê, krîstalîze û zelalbûna ramanê ye. Saf û pakbûna hestan e. Azadbûna xweseriya însên e, ew niqte ye ku perdeyên li ber rastiyê tên kişandin û mirov di “tara behûnê” de diseride û dipişêve.

Buranın tek ekseni insan ve ona dair olan herşeydir.

Bingeha vê cîgehê tenê û tenê însan û her tiştê aydê wî ye.

Onun için, ölüm değil yaşam kutsanır, savaş değil barış arzulanır ve bu eksende, bir insanın ölümü, tüm insanlığın ölümüne eşitir. Bu bir kıyamettir.

Ji ber hindê jî, li vê cîgehê, ne mirin, jiyan tê pîrozkirin, ne şer, aştî tê daxwazkirin û li ser vê binemayê mirina mirovekê mirina/qirlêketina/qirbûna hemû mirovahiyê ye. Ev qiyamet e.   

Onun için,

Ji ber vê,

Insanlığa sıfır noktasından bir çağrımızdır;

Ji cîgeha sifirê ve banga me ye ji mirovahiyê re;

Tüm “aydiyet” şapkalarımızı, taasup elbiselerimizi çıkaralım

Werin em bi hev re hemû kumên “aydîyetê”, cil û bergên demargirîyê/nijadperestiyê biêxin

Ve çırıl çıplak insan olarak, sıfır noktasından bakalım

Û tenê wek însaneke rût û tazî, ji cîgeha sifirê lê binêrin

Hele söyleyin; Ne farkımız var?

De ka bibêjin; Çi ferqa me heye?

Bu dünya hepimize yeter ve artar da!

Ev dinya têra me hemûyan dike û ji ber me dimîne jî!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi