Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Li ku derê ye harîkariya Wan'ê

Li ku derê ye harîkariya Wan'ê

Pirs pir in. Bes ji van pirsane çenda bersifk hene ewê tene welatiyê Wan’ê dizane. Werin em van pirsên tên bîra me xal bi xal danên jêri. 

*Li Wan’ê erdhej çêbi bû? Çêbi bû.

*Di vê erdhejê de li bajarê Wan’ê ji heftsedan jori welatiya jîyana xwe winda kir an na? Ew jî rast e.

Di wê navbendê de.

*Vê erdheja Wan’ê de nêzî çilhezar avahi herifandin an jî niha jî ê diherifîn in an na? Bawer nekim, tu îtiraza tu kesê bi vê pirse re jî çu nîn e, lewre ew jî rast e.
*Dawiya vê erdheja Wan’ê de, welatiyê Wan’ê kevte kolanan an na? Dinya vê dizane, hewce nîn e ku mirov bersifka vê pirsê bide.

*Nêzî du meh paşê ji welatiyê Wan’ê re kon û qonteynir hatin an na? Bersifka vê pirsê jî tenê xîzanê Wan’ê dizane.

*Hatina van kon û konteyniren de tenê ên alîgirê AKP’ê û lêzimên hikometê jê kar kir an na? Ne peni, bi aşkera ev bûyere çêbû.

*Piştî havîn giheşt mexdurên Wan’ê paşê xîzanê Wan’ê kevtin kon û qonteyniran an na? Ê rastiyê bibêje rahêlinê û ji neh gundan derêxin, herbijî gundê dehê, dibêjin. Ji bo vê pirsê ev gotine cihê girîng digire.

Gor gotina R.T.Erdoqan didemek kurt de gelê Wan’ê dê kevtiba avahiyên TOKÎ’yê, goti bû an nnegoti bû? Goti bû bele mixabin sala duyemîn jî ser erdheja Wan’ê de borî paşê welatî kevtin avahiyên TOKÎ’yê. Evê tev Wan’î dizanin. Ev sala sêyê ye erdheja Wan’ê qewimî hêj welatiyê Wan’ê di avahiyên TOKÎ’yê de cih nebûne, lewre hêj kêmasiyên wan avahiyan pir in.

Haa.. A herî girîng hêj niha jî pir welatiyê Wan’ê di qonteyniran de dijîn û ji wan re tu avahi nedanê. Eve sermaya zivistana sêyemîn e ew Wan’îyên qonteyniran sermayê de qirdibin.

Herê gelo ev avahiye dê bi xêra bavê xwe daban welatiyê Wan’ê an jî dê %40 karê xwe tê de kiriba û firotiba welatî? Vê jî dişêm bibêjim ku yek avahiyê TOKÎ’yê bêpere nedan welatiyê Wan’ê. Heke çend mirovên xwe re bêpere dabin ewê nizanim. Tenê vê dizanim ku niha jî ji hejmara welatiyê Wan’ê de %70’ê nêzî sedhezaran deyndarê dewletê ye.
*Başe tev ev bûyerene çêbûn, ji Wan’ê û welatiyê Wan’ê re tu harîkarî hat an nehat? Xalek jî ji gele Wan’ê re ev harîkariye.

Wekî tev dinya dizane ji bo erdheja Wan’ê bi tirilyona pere û harîkariya dî hat.
* Başe, pereyê ji bo erdheja Wan’ê hati çi lê hat?
Ev jî ji Wan’îyan re pirsek girîng e.

Ji vê harîkariya bi pere re hati, tenê ev kare daye Wan’îyan. Aliyekê serê çar qonteyniran ku ji metropola Tirkiyê bê wanê, bi pereyê nû re çar hezar dane neqla wê.

Alîyê dî de jo gor gotinan hindikan “heke hûn dê ji bo çar qonteyniran çar hezar pere bidin, werin em bi serê TIR’ê yanzdeh qonteyniran bînîn bajar û li bajar van qonteyniran avabikin û çar hezar pere bidin” gotibûn. Belê ev gotin ji wan re zirarek pir mezin bû lewre karê mirovên wan dihat qut kirin.

Cihê warê qonteyniran (bajarên qonteyniran) carek dî bi pereye nû re sî hezar pere re kirêkirin. Ji bo kirêkirina makîneyan, a cihkirina bajarên qonteyniran jî bihezaran pere dan. Di vê xebatê te gor gotina tev ev pere dane mirovên xwe an jî ên alîgirê xwe. Heke bi Şarederiya Wan’ê re wek şirîkan xebitîban, nîvek ji pereyê xerçkiri mesref nedikirin.
Lê ya rast harîkariya ji Wan’ê re hati pere cida navbenda mirovên xwe de belavkirin, xwarin û libês jî a ji xwe re talankiri ew talankirin, nîviya dî a nehewceyî jî sotin.
Gor gotinan heke tev pereyên ji bo harîkariya Wan’ê bi beredayî xerç nekiriban dê Wan’ek nû bi wi pere re avakiriban.

*Di vê harîkariya ji Wan’ê re hati tiştik dî kar giheşt bajari û welatiyê Wan’ê an na?
Bersifka wê çu nîn e. Ji bo vê bersifkê divê mirov vê jî bibêje ku ev veberhênan (yatırım) ên di Wan’ê hati kirin jî di aliyê xêrxwazan re hatiye kirin. Hikometa AKP’ê bihêle yêk bizmar nedanî xîmê Wan’ê, bi wan pereyan re xizîna xwe tijikir. Tev ev gotine navbenda heft sali heta heftê saliyê welatiyê Wan’ê de were (tê) axaftin.

Tev ev zirera hikometa AKP’ê dayî bajar û welatiyê Wan’ê de hindik Wan’î wekî mirovê çav kor tu nabînin “Xwedê zirarê nede hikometa AKP’ê” dibêjin. Heke ên vê dibêjin ji hikometa AKP’ê tu kar nedîtibe, ew dê çawa bersifka Xwedê bidin. Herê gelo mirov seba malê dinyayê dibe ku xwe firoşe.

Ew vê jî nabînin ku hêj niha jî jin, keç, zarok û pîremêr û pîrejînên Wan’ê di sermaya Wanê de qerimin û zarok serman de jîyana xwe winda dikin. Xwedê ew çi dilke singê wi/wê mirovi/ê de ku ê vê hilbijartina şarederiyê de deng bide AKP’ê.
Lê ya rasti ji erdheja Wan’ê zêdetir, erdheja hemûyan mezintir hikometa AKP’ê daye Wan’îyan.

Wekî mirovên tev cîhanê me jî ramanên dewlemend hebûn. Di van ramanan de me daweta zarokên xwe dikir. Me ji bo jînek azad, serbixwe û şad, têkoşîn dida. Hêvîya me mirovahi di nava baxçên gulan bi kêfxweşi bijîyan bû. Me pir dî hêvî hebûn.

Erdheja Wan’ê ev daxwazi û hêvîyên me tepeser an ku binpê nekir. Bawer bikin hikometa AKP’ê tev ev xeyalên me beqemkir û binpê kir. Heke em niha dijîn jî em miqeresîya (inat) AKP’ê de dijîn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10