Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Kurmê nivîsê

Kurmê nivîsê

Min kiriye niyet, ez ê îro helbestekê binivîsim.

Bi qewlê bav û bapîr, dayik û dapîrên me, îro “şaxên min bo helbestê dixurin” ji ber wê, ava helbestê di ruhê min de rabûye lotikan, na na, heke nenivîsim ez ê îşev nikaribim razêm...

Aha, nivîs tiştekî wisa ye; krîzên nivîsên hene: hefteyê carekê, carina gelek derneg bikeve du te nezanî heyvekê carekê, îlla ew krîz (teba) nivîsê tête mirovî...

((Yên ku dinivîsin têgihîştin ka min çi got))

Berî ku ez kurmê helbestê bişikênim, ez dixwazim çend gotinan li vê derê, derbarê hin qewmînan de bi we re parve bikim.

Wekî însan, kendalê me yê herî asê; a rast, em bi xwe ne. Di vê jiyana ku em her tên û diçin û dîsa vedigerin li kendalên ‘xwe’ dialiqin de, bayê felekê geh li jor geh li jêr lê her û her li berûpişt me dide....

Çend bûyerên van rojan ku ‘stresa’ kawdanên siyasî me gêj û hêr dike de, min dixwest li ser hin berhemên kurdî çend gotin binivîsandana...

Bo nimûne, min dil hebû behsa teknîk an jî ziman, belkî honaka hin romanên kurdî yên ku van rojan ji tenûra weşanê derketine û hêj jî hilma xwîdana nivîskarî li ser e, bi we re parve bikira...

((Tişta dîtir a ku nivîskarekê gêj dike jî ev dudiliya hilbijartina mijaran e))

Malûm e, bihar tê, binevş û nêrgizan pişk daye jî, gulasmîn hêdî hêdî bişkojên xwe vedikin, berfînan sîngê befirê qelaştiye û kela Newrozê gırpe gurpe dixe dilê mirovî...

Erd diheje; di vê bihara jiyê xwe de, bi dehan kes li wî aliyê welatê me, koçerên Xarpêtê binax dibin. Ajans nûçe li ser nûçeyê bi zimanekî têra xwe dramatîk dramatîze dramatîze ji raya giştî re radigihînin. Peyamnêr, nûçegihan, weşanên zindî ji nav warê karesatê radigihînin...

Li rexekî dîtir, berê spêdeyekê polîs bi ser Roj Tv’yê de digirin; girtin, girtin û girtin...

Li rexekî dîtir, Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdoğan bi “xelata Qral Faysal” tête xelatkirin.

Li aliyê dîtir, “Pêşnûmeyasaya Tevkujiya Ermenan”, bayê kurr bi ser “hevkariya stratejîk” –derewa spî- ya Tirkiyeyê de divezîne...

Li Iraq û Herêma Kurdistanê pêla hilbijartinan û Kerkûk...

---

Na na, ez hew pê de diçim...

Hinde bes e, ez naxwazin analîza çu konseptan bikim...

((Nivîskarî ji rexekî ve jî kurmê xemê ye, nebêjî nabe))

Hatim ser qewlê xwe, de kerem kin helbestek bo we:

Gulasmîn dibişkovîn...

Zarokek li pawanê dilê min
Wekî berxikeke sava
Yê ji makê mayî...
Melûl û stûxwar
Bi xemên terazinan diçeriya

Bihar di umrê newrozê de bû
Yek şevî
Ji bîr û bîrhatin virt û vala 

Li perava mêrgên dilê min
Gulasmîn dibişkovîn
Lib bi lib
Zer û binevşî
Sor û tebesî...

Gulamîn dibişkovîn
Li hemû beyarên dilê min 

Zarokek
Li ruhê min dialiya
Di umrê newrozê de
Şev û roj
Roj û şev li heman qam û qametê
Li geliyê çavê min
Hêvî diçinîn
Xeyal av didan

Û
Li besta dilê min
Di nav diriyên jiyanê re
Gulasmîn dixemilîn

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi