İbrahim Genç

İbrahim Genç

Kurdino, De Facto Hat Wexto!

Kurdino, De Facto Hat Wexto!

Ji ber ku pirsgirekên ji sedsalî vir de nehatine çareserkirin Rojhilata Navîn îro di nava êş û derdan de dinale. Wekî ku her bihostek axa vê herêmê bi xwinê tê boyax kirin.  Ji hêleke sîstemên dagirker her mafên rewa yên neteweyan binpêdikin, ji hêleke din grupên weke Dewleta îslamî ya Iraq û Şam (DAÎŞ) bi usûleke hovanê mirovan dikujin û waran talan dikin. Li wir tiştê herî balkêş ew e ku van grupên çekdar ên radikal çawa ev qas mezin bûn û dikarin erîşî welatan bikin. Ji vê yekê derdikeve holê ku di pişt van grûpan de hinek welatên Rojavayî û herêmî hene. Lewma jî tê gotin ku DAÎŞ, ji bo guhertina nexşeya Rojhilata Navîn bi tenê navgînek e.

Neteweperestiyeke rast

Lazime ku em li ser vê xalê bi awayekî baldar rawestin. Bi rastî guhertina sînoran di Rojhilata Navîn de hewce ye? Gelo guhertina sînoran bi xwe re derd û kulên neteweyan çareseri bike? Eger demokrasî mafên neteweyan li gorî dirûşmeya “ji bo her neteweyî xwedibûna dewlet mafekî rewa ye” diparêze wê demê berî her tiştî divê her kes rêz li vê yekê bigire. Her wiha divê ti kes bi çavekî xerab li dewletbûnê nenihêre. Piştî van tespîtan em dikarin bibêjin ku eger ji sedsalî vir de mafê neteweyekî bi hevpeymanên navneteweyî hatiye binpêkirin, vê çaxê li gorî berjewendiya neteweyên bindest guhertina sînoran çareseri ye. Çima? Ji ber ku dem hatiye, hest û ramanekî nû derketiye hole, fikrên kevnare pûç bûne û li hemberî nûbûnê ti artêş nikare raweste.

Lewma îro welatên ku kurd lê dijîn hewldidin xwe biguherînin. Jixwe kurd jî di nava van salan de ji bo ku bibin netewe gihiştin asteke bilind. Lê ji bo ku kurdewariyeke her çar perçeyên Kurdistanê hembêz bike hê tune ye. Her wiha neteweperestiya ku îro di nava kurdan de heye, bi tenê ya herêmî ye ya jî bi kesayetekî hatiye giredan. Sedema nakokiyên di navbera Başûr û Bakur û Rojava jî ev e. Ango gelê kurd hê negihîştiye neteweperestiyeke modern.  Ji bo vê yekê hinek kurd ji yên din re dibêjin “ilkel (kevnare)”, hinek jî ji yên din re dibêjin hûn çima weke me nabin neteweperest. Piştre jî beranberî hev ji serokên kurd ên hêja serhevde û tawanbar dikin. Bi kurtî bi van tevgeran kurd dîsa çi dike serî xwe dike…

Pêkenokiya grupên Barzanîcî

Lê ya rast divê geşedanên di perçeyên Kurdistanê de diqewimin li gorî civak û konjonktura wir were nirxandin. Weke mînak, îro rewşa tevgera sîyasî ya kurd li Tirkiyeyê em nikarin li gorî pêşketina Kurdistana Başûr binirxînin û bibêjin “Serok Barzanî wiha kir çima HDP-BDP wiha nake”. Dîsa em nikarin rewşa Rojava ku îro têde ye em li gorî Başûr binirxînin. Lê belê hinek kesên ku bi mêjûyekî teng difikirin bi tenê kurdan tînin hember hev û ji serokên kurdan re tiştên ne baş dibêjin. Hal bi hal em dizanin ku di vê herêmê de pêşketin bi awayekî  “de facto” pêk tê. Ji bo kurdan jî di nava van salan de weke “de facto” li Başûr û Bakûr û Rojavayê pêşketinên pirr girîng rûdidin.

Lê ji ber ku asta asîmilasyonê li ser kurdan di sê perçeyên Kurdistanê de ji hev cûda bû  di nava kurdan de fikra neteweyî  jî di sê perçeyên Kurdistanê de weke hev çênabû. Îro hinek neteweperestên ku ji nava kurdan de derketine her tiştî tevî hev dikin û tiştên ku xwediyê taybetiyên cûda bi tenê şiklekî teng dinirxînin. Herî zêde îsal li hemberî tevgera kurdan ya Tirkiyeyê grûbeke “Barzanîcî” deket pêşberî me. Li gorî van, divê her tişt weke Kurdistana Başûr bibe. Her wiha çavên van li Kurdistana Azad dikeve ji nişka ve dibêjin “Çima BDP bû HDP, çima Ocalan serxwebûnê naxwaze hwd.” Hinek ji van ew qas pêşde çûne ku tu dibêji ew qey rewşenbîrên mezin in. Çimkî herî zêde li ser medyaya civakî bi du sê hevokan teoriya dewletbûne çêdikin, serxwebûnê radigihînin. Van tiştan bi tevahî pêkenok in.

De facto pêşketina kurdan

Her kes dizane ku Kurdistan ewilî bû du perçe, piştre jî bû çar perçe. Li çar perçeyên Kurdistanê jî ji aliyê Ereb, Faris û tirkan ve asîmîlasyoneke giran hat meşandin. Heta ku asîmîmilasyona li Bakur hatî meşandin ji yên din girantirîn bû. Lê Kurdan herî zêde bi rêxistinên xwe yên çekdar her tim berxwedan. Bi van serhildan û berxwedanan li Başûr û Bakur encam jî standin. Lê em dikarin bibêjin ku li Başûr hîn zêde encameke berbiçav hat standin û jixwe jî ji çil salî vir de li wir “otonomiyek” heye. Piştre ew otonomî, bi şerê korfezê li Iraqê fireh bû û xweseriyek bi awayekî de facto derkete hole. Di sala 2003yan de dema ku Emerîka dest da ser Iraqê dîsa de facto ji bo kurdan bi ala û sînorî xwe derfetên xweş pêk hatin. Îro jî gerek bi guhertina helwesta Tirkiyeyê li hember Kurdan û gerek bi erîşên DAÎŞê ji bo kurdan de facto fikra serxwebûnê derxiste hole. Bi ya min jî divê kurd xwediyê dewleteke serbixwe bin li Başûr. Ji bo vê yekê jî divê kurdên sê perçeyan jî pişt bidin serxwebûna Kurdistanê.

Lê lazime were fêmkirin ku fikra serxwebûnê ji bo Bakur, Rojava û Rojhilatê hîn zû ye. Berî her tiştî ji bo serxwebûnê divê fikreke neteweyî di nava kurdan de geş bibe. Ev tişt niha di nava kurdên li Tirkiyeyê hê bi tevahî çênebû ye. Lewma îro sîyaseta ku HDP dimeşîne pirr rasteqîn e û di cih de ye. Çima? Eger li gorî daxwaza HDPê li herêma kurdan xweseriya demokratîk were înşa kirin, di nava demekî nêzik de de facto fikra neteweyî dê çêbibe. Çawa? Bi perwerdehiya bi kurdi, danûstanên di navbera kurdan de, geşbûna yekîtiyê… Ango ne hewce ye ku sîyaseta kurdên Tirkiye û Rojavayê were rexne kirin. Çimkî her tişt li gorî derfetên wir pêk tên.

Mahabad, Kerkûk, Amed û Kobanê

Bi kurtî, divê Kurdistana Başûr serxwebûnê rabigihîne û bi tevahî gelê kurd pişt bide vê yekê. Di perçeyên Kurdistanê yên din de jî berî serxwebûnê divê fikreke neteweyî geş bibe. Ji bo vê jî “Xweseriya demokratîk” fikreke di cih de ye. Rojeke bê, tewr kurd tiştekî nekin jî bi awayekî de facto mafên van dê were dayin. Heta ku vê wextê divê dilê hemû gelê kurdan li Mahabad, Kerkûk, Amed û Kobanê bi heman hestyarî biavêje. Piştre weke min di sernava nivîsa xwe de gotibû “De facto hat wexto”… 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
İbrahim Genç Arşivi