Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Kurdî zimanekî ‘mucîzewî’ ye

Kurdî zimanekî ‘mucîzewî’ ye

Roja yekşembiyê (24ê mehê) em li Batmanê bûn. Komeleya Perwerde û Çandê ya Nûbiharê bi navê “Di Zimanê Kurdî de Nêrînek li ser Romanê” semînerek ji bo me li dar xist.

Piştî heyameke bi sir û serma, şilî û barîn dibêjî qey mizgîniyê biharê dide, rojeke tavgeş, heta bêjî xweş û dilron me xwe li Êlihê dît.

Bi beşdariyeke têr, axaftin û sohbeteke germ semînera me pêk hat.

Li vir spasiyên xwe li amadekarên vê semînerê dikim.

Li wê derê hin anekdot bi me re peyda bûn, dixwazim di bin çend serenavan de bi we re parve bikim.

Di serî de dixwazim bêjim ku zimanê Kurdî weke hemû zimanê cîhanê zimanekî xweş û xweşik e, ji vê wêdetir, ligel zext û pişaftina temendî 90 salan hê jî zindî û geş e. Ev mucîze ye, dêmek dem hatiye ku gelê Kurd rabe ser sehneya dîrokê.

Kurd di dîroka 5 hezar salî de ku heta îro berdest bûye û em pê dizanin –Dibe ku dîroka mirovahiyê gelekî kevintir be û hêj ji bal me ve zal û zelal nebûye- 2-3 hilpeşkînên Kurdan hene.

Yek, dema ku Asûriyên dagirker talana gelên Mezopotamyayê radikin û nîrê zilmê li ser stûyê mirovahiyê dişidînin, siwarên rojhilatê Nînovayê Medî di bin serkêşiya Keykuwas de Kurd dawî li zilm û zordestiya sedsalan tînin û bereyekî nû li dîroka mirovahiyê vedikin.

Û çend rabûnên dî yên weke vê hene. Di van rabûnan de hinan Kurd pale bûne, hinan jî serkêşî kiriye lê di dawiyê de rola jinûve dizaynkirin û jinûve nivîsandina dîrokê bûye para Kurdan.

Kurd tim li aliyekî wê bûne.

Heta îro, vê sedsala borî, berê li Qesrê Şîrîn di navbera Tirk û Eceman de, pişt re li Lozanê li ser sêla Rojava hatin pêşkêşkirin û welatê wan parçe parçe kirin û di nav 4 dewletên zalim ên dagirker de lêk belav kirin.

Niha rabûn û pişkîneke nû ya Kurdî li dar e.

Fêkî li ber gihîştinê ye û bi vê mucîzeya têkneçûna ziman û aqilê Kurdî, we reng e karê Kurdan bi dîroka bêbext a însanîyetê re neqediyaye.

Kurd dê dîsa rabin û serkêşiya kirasekî nû yê Rojhilata Navîn bikin.

Ziman û edebiyat, muzîk û sînemaya Kurdî jî, bi biqedrbûna û birûmetketina wan re hêja û bilindtir bibe û bi nirx û qîmet bûbe.

Rojên serfiraziyê gelekî nêzik in.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi