İbrahim Genç

İbrahim Genç

Kurdî hîn bibin, hîn bikin!

Kurdî hîn bibin, hîn bikin!

Gelî kurd di dîroka xwe de her tim ji alîyê gelên desthilatdar xapandin, tunekirin û asîmilasyon dîtin. Ji ber vê yekê îro gelî kurd bi pakêta demokratbûn a çaremin li Tirkiye ew qas bawer nakin. Çimkî baş hatiye ceribandin ku mafên kurdan ên bingehîn her car tên paşxistin. Wekî mînak van rojan partiya desthilatdar ji bo pevajoka aştî dê pakêta demokratbûnê eşkerebike. Lêbelê berî ku vekirina pakêtê serokvezîr û vezîrên xwe dibêjin “di rojeva me de perwerdeya zimanê dayikê tune ye” an jî “Perwerdeya zimanê dayikê gel ji hev cuda dike”. Mixabin ev têgihîna ku îro jî di serdema mîlenyûmê de derdikeve pêşberî me, ji mêjûyekî kevnare temsîl dike. Dîsa jî gelî kurd bi rêbazên cuda dikarin zimanên xwe biparizin û dewlemend bikin.

Belê, gelî kurd dixwazê ku ji pêşdibistanê heta dawîya zaningehê perwerdeya xwe bi zimanê xwe bike. Ev daxwaz ji alîyê pedagojîk jî ji alîyê mafên mîrovanî jî daxwazeka mafdar e. Çimkî tê zanîn ku neteweyan bi zimanên xwe hene û bi zimanên xwe çand, huner û kevneşopiyên xwe diparizin. Dîsa netewe bi xwedî derketina zimanê xwe dewlemendîyên di nav gel de ji nifşekî vedugesine nifşekî din. Bi vî awayî jî tu kes nikare wî gelî ku zimanê xwe xwedî derketî tune bike. Di heman demê de ji bo têkoşîna xwe jî ziman berî her tiştî ye. Lewma Celaded Elî Bedirxan dibêje ku ''Milletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin: Dîn yek, ziman dudu. Lê heke dînê milletên serdest û bindest yek be, hingê çek dimîne yek, ew jî ziman e.''

Bi baweriya min ew e ku gelî kurd ji ber ku modernîzmeka xelet û tevgereka sîyasî ya zimanê xwe îhmal dike zarokên nifşên nû jî zimanê xwe ji bîr dikin. Îro biçin tax û kolanên bajarên xwe û raçav bikin. Dê hûn jî bibînin ku gelek zarok bi tirkî diaxifin. Lê ew jî mêjûyê kurdevarî hêdî hêdî tune dike. Piştra jî ji bo vê rewşê encameka ew qas xerab derdikeve holê ku bav û dayik kurd e lê berevajî vê zarok dibêje “ez tirk im”. Çima? Çimkî kesayeta netewe bi zimên çêdibe û tê nasîn. Binêrin, di vê niqtê de mîrê zimanê kurd Celaded Elî Bedirxan di kovara xwe ya Hawarê de çi dibêje: Kuro eyb e, şerm e, fehît e. An hînî zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in… Bê ziman Kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîke giran e…Pesn û şabaş û hezar pîroz ji wan re ko hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bûne û bi vî awayî mifta heyîna xwe xistine bêrika xwe û ji bin bandêra miletên biyanî bi der ketine… Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ko bi zimanên din dizanin bixwînin binivisînin û elfabiya zimanê xwe hêj nas nakin…”

Dîsa ji bo zimanê kurd ji ekola Hawarê kesayeteka din a girîng jî Nûreddîn Zaza ye. Ew jî ji bo kurdên li Tirkiyeyê dijin wiha dibêje: “Ey Gelê kurd! Eger hûn naxwazin ji hev biqetin û dûr bikevin divê berî her tiştî hûn bi zimanê xwe bixwînin û binivîsinin!” Ev têgihîna ji Ehmedê Xanî de heta niha ji alîyên rewşenbîrên Kurd tê gotin û doz jî li ser vê yekê didome. Îro ji bo vê yekê li gelek bajarên kurdan ji bo qebûlkirina perwerdeya zimanê dayikê hezaran îmze tên berhevkirin. Lêbelê sîyaseta AKPê hemberî vî mafî gelek xemsar e. Hikûmeta AKPê ji bo dersa bijarte ya kurdî ya îsal di polên 5 û 6an de heye jî pirr ne dilsoz e. Heta niha her çiqas jî tê astengkirin, lê di dibistanan de ser 160 hezar xwendekar dersa kurdî hilbijartî ye. Ev hejmar ne hejmareka hindik e.

Divê di vê hefteyê de zarokên kurdan bi sed hezaran dersa kurdî ya bijarte hilbijirin. Çimkî heta bi zimanê dayikê perwerde tê dayîn, ev jî ji bo me girîng e. Bila tu kes xelet fêm neke, ez jî dibêjim pewiste ku mafê perwerdeya zimanê dayikê bê qebûl kirin. Lê ez dibêjim ku eger em îro ji ew mafê dersa bijarte  sûd wernegirin, dibe ku rojek vere zarokên kurdan hîn pirr ji zimanên xwe dûr bikevin. Ji ber vê yekê di dawîya nivîsa xwe de ez dixwazim ku dîsa em gûh bidin mîrê zimanê kurdî: Kûrdî hin bibin, Kurdî hîn bikin!

Özet:

Bu yazıda; AKP’nin çözüm süreci kapsamında açıklayacağı demokratikleşme paketinde anadilde eğitime yer vermeyeceğini açıklaması eleştirilirken Kürtler açısından anadilin neden önemli olduğu üzerinde durulmaktadır. Bununla birlikte yazıda, okulların 5 ve 6. sınıflarında okutulacak olan Kürtçe dersinin yüz binleri bulacak sayıda seçilmesinin önemi de tartışılırken Hükümet’in kendi projesi olan seçmeli ders konusunda bile samimi olmadığı vurgulanmaktadır. Yine de bu hafta boyunca Kürt çocuklarının Kürtçe dersini seçmesi tavsiye edilirken devletin de bu konuda samimi olması istenmektedir. Yazı; Celadet Ali Bedirhan’ın “Kürtçe öğrenin, Kürtçe öğretin” sözüyle bitmektedir.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
İbrahim Genç Arşivi