Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Kongreya Neteweyî û rojava

Kongreya Neteweyî û rojava

Biryar e ku di nav mehekê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bête lidarxistin.

Komîteya Amadekar ku nûnerên sazî û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê, hemû reng û dengên kurdan di nav de, hate avakirin.

Bi kurtî starta yekbûn û hevgirtina kurdan ku bi salan e, li ser devê her kesê ye, risteya her helbestvanî, awaza her stranbêjî, çîroka her romanivîsî û rengê wêne û kevala her nîgarkêşê kurd e, hate dayîn.

Heman wext, li Rojavayê Kurdistanê şerê man û nemanê yê li dijî baskê El Qaîde El Nusra ya ku paleya Tirk û Siûdiyê ye, bi hemû dijwariya xwe berdewam dike.

Kurd bi xwîna xwe li dijî van çeteyên xwînxwar destanên mêrxasiyê dinivîsin.

Tirkiyeya ku li Bakur bi dilekî ve li gel PKKê rûniştiye û tê dixebite ku pirsa kurdî bi rêbazên aştiyane çareser bike, mixabin li Rojava bi helwesteke durû û dijminane navmilên çeteyan vedimale û wan sor dike ku xwîna kurdan fir kin.

Dîsa weke her carê ‘demara dînî’ îslamê ji xwe re dikin mertal û pê zilma xwe ya reş rewa nîşan didin.

Lê ji ker û koran ve jî kişf, ron û zelal e ku bi bêbextî û zilmê ava çu aşan negeriyaye û dawiya her evrazî nişîviyek e. Êdî zelal e ku bereya dij kurd sernixwîn dibe û tîrêja kurd û Kurdistanê li pişt asoyan bilind dibe; Çu hêz neşên riya fikra ku dema wê hat bigirin.

Ev bi temamê dîrokê sabit e û ron û aşkere ye.

Heke li nav desthilatekê exlaqê siyasetê, mîzana edaletê riziya be, hez ke bila xwedan artêşa herî xurt û pêşketî be, ew mehkûmê sernişîvbûnê ye û taya mirinê dikêşe.

Serdestên Kurdan jî nêzik e bi xwîna bi destê xwe ve bifetisin!...

Heta vir ba bi aliyê me de pir honik tê û cihê dilxweşiyê ye ku hizb û layenên kurd û Kurdistanî di ser maseya tifaq û çarserkirina pirs û arêşeyên xwe, têne ba hev. Heta gihîştin vê qonaxê gelek kawdanên diltezîn çêbûn ku çu kurdek naxwaze dubare bibin û behs li ser bête kirin.

Bi bihîstina van agahiyên kombûnê re, çapemeniya Tirkan weke pisîka pê li dûvî kirî dest bi nirenirê kir û yekser kete “taya kurdan”, nûçe weha ragihandin –“Kurd dibin yek û PKK serkêşiya wê dike.”

Bi zimanekî hejlêxer dixwazin demara faşîst a Tirkan bihingêvin û yekser dest di pêvajoya heyî werdin.

Li vir hesab û planên kirêt têne gerandin.

Jixwe nêzîktêdayîna rayedar û siyasetmedarên tirkan a ji bo Rojava ev çendek e ayan û zelal e û kîn û zikreşiya ku li ser devê wan diherike, pir zelal dide kifşê ku niyeta wan qet û qet baş nîn e.

Aqilê desthilata Dewleta Âlî Osman, hîç neguheriye û para ji bo Kurdan tê xwestin jî, “Serçemandin, serşorî, xulamtî…”

Lê êdî borî mîri’m borî, ne Kurd kurdê berê ye ne jî dinya dinyaya berê ye.

Dibe ku bi kirêkirina hin Çeteyên Destbixwîn ên Hov tu bikaribî hinekî dî têkvedanê bikî, avê şêlo bikî û bixwazî hespê xwe li wê meydanê bibezînî lê bawer bike, dawîya wê, ew xwînxwerên tu bi xwîna kurdan kedî dikî dê bi te vedin û ew bimbe dê di destê Tirkiyeyê de biteqe.

Ji ber wê, hinek riyek li ber Tirkan maye; An dê bi camêrî bên rê, an jî ew dizanin!..

Kongreya Kurdistanê ji dil pîroz dikim.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi