Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Kongreya BDPê ya ‘neteweyî’

Kongreya BDPê ya ‘neteweyî’

Rojeke payizê. Taveke şirîn a tînde hezar xweziyan li dilê mirovî radike pêdarê. Amed bêdeng û xweş e.

Li malê me, îro 14ê meha 10 e; komanda Tvyê di destê min de kanal bo kanalê diguhêzim, li ser sêpêya ber min, di sîniyeke biriqok de çend gûşî tiriyê çermîgê yê şîle û hinarên tirşokî hevaltiya min dikin. Li kêleka min, pirtûka Îrfan Amîda û hejmara nû ya kovara W jî carina bala min ber xwe ve dikêşin û şêleke xwendinê di dinyaya wan de dikim û dîsa destê min diçe ser bişkokên komandayê. Li ser Stêrk Tv disekinim: Kongreya BDPê rastexwe/yekser diweşîne.

Li milê rastê alayeke mezin a tirkî û li milê çepê fîlamaya BDPê platforma salonê xemilandiye. Ji rastê ber bi çepê ve bi Tirkî û Kurdî (Kurmancî) slogan û şîara kongreyê “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” hema yekser xwe li awirên mirovî dialîne.

Ji ber ku TV berê kamarayê nade ser, ez beşdar û mêvanên kongreyê û rewşa wê derê nabînim.

Hemîd Geylanî li ser mîkrofonê ye, Bi soraniyeke ‘bêserober’ diaxive û bixêrhatinê li mêvanan dike. Hingê hişê min zunggg û yekser ez têgihîştim ku vê carê ji kongreyên berê tiştekî cudatir heye. Bîskek dî Pervîn Buldan mesaj û peyama girtiyan a bi kurdî ‘bi kurdiyeke bêserober’ dixwîne. (A rast gava dê dest bi xwendinê bike ew bi xwe dibêje, heke min sehwe kir, l imin biborin…)

Paşê beşdar û vexwendiyên kongreyên têne ragihandin: Ji PDKê Kemal Kerkûkî, ji YNKê Mela Bextiyar û nûnerên Goran, PÇDKê û Yekgirtuyê Îslamî, her weha nûnerê KADEP û rêxistinên dîtir ên Kurd û Kurdistanî…

Mela Bextiyar tê ser kursiyê û axaftineke gelekî ‘watedar’ dike. Axaftin bi awayekî yekser ji aliyê wergêrên peywirda ve bo beşdaran têne wergerandin.

Xuya ye, plan û program gelekî baş hatiye danîn û gelekî serkeftî bi rê ve diçû.

Ez ê qet behsa vexwendî û mêvanên ji Tirkiyê, yên ji rêxistin û saziyên vir ên demokrat, dostên kurdan, çepgir û îslamî nekim, jixwe di kongreyên borî de ev dîmen gelek caran hebûn, lê belkî tenê çarçove û biyava wê ewende berfireh nebû…

Bi a min, a herî girîng ew e ku Kongreya BDPê dîmen û rengekî neteweyî yê Kurd û Kurdistanî li xwe digirt.  

Heçî kesê siyaseta azadîxwaz a doza Kurdistanê ya neteweyî nas bike, baş dizane ka beşdarbûna Kemal Kerkûkî û Mela Bextiyar a di Kongreya BDPê de çendî xwedan girîngiyeke bêhempa ye. Ha Kemal Kerkûkî hatiye, ha Birêz Barzanî, ha Mela Mextiyar hatiye ha Birêz Talabanî…

Evmesaja yekitiyê ye, ev Kongre bi vî awayî di heman demê de bersiva Kongreya AKPê ya “osmanîparêz” e û bi ya min, ev kongre pêkhatina ber-kongre û provaya Kongreya Neteweyî a Kurdistanê ye.

Ji ber vê,

Em dişên peyama kongreyê weke pêngaveke girîng a bereya Kurd bibînin û wisa têbigihin ku baskê neteweyîparêz a Tevgera Kurd peyama xwe ya bo dema nû aşkere kir.

BPDê bi vê kongreyê xwest vê îmajê çêke, ku KURDên her çar parçeyan yek in, zimanê wan Kurdî ye û welatê wan Kurdistan e. Ew dikarin di nava xwe de bibin yek û xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin.

Ez Kongreya BDPê bo hemû Kurdan pîroz dikim û hêvîdar im di dema pêş me de bi siyaset û polîtîkayeke Kurdistanparêztir melevaniyê bikin û bibin berevanên mafên azadî û însanî yên hemû Kurdan.

Ez vê kongreya xwedan wate, pîroz dikim û ji bo hilbijêrên wê di karên wan de serkeftinê dixwazim.

Dîmena Kongreyê ya Kurdistanî hêvîdar im di polîtîkaya reel a rojane de jî gav bi gav geşe bide û bo miletê Kurd ê pîroz bibe riya ronahî û serfiraziyê…

Bi dilekî xweş,

Bi hêviyên geş,

Bijî Kurd û Kurdistan!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi