Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Komên a-sîmetrîk ên Aştiyê

Komên a-sîmetrîk ên Aştiyê

Rojev dîsa wekî sêleke sor disincire. Li aliyekî Tirkiye, sînoran di navbera xwe û cîranên xwe de sist dike li aliyekî Amerîka çend pêşengên PKK’ê bi gunehbariya narkotîkê dixe nav lîsteyên reş û li aliyê dîtir PKK jî lê radibe ku beramberî vana pêngaveke ‘radîkal’ bavêje û plana wan ji nav bibe.

Tam berêkdaneke satrancê tê leyîstin.

Helbet yên ku hinekî ji leyîza kişikê yanî satrancê fêm dikin, dizanin ku di satrancê de ‘mata şivanan’ heye, bi çend liv û hemleyan tu reqîb û hemberê xwe mat dikî. Ji bo vê jî hêj reqîbê te pozîsyona hesp û fîlan durist nekirî, tu hema bi fêrzinê (wezîrî) wî/wê mat dikî.

Ev hewldana mata şivanan di lîteratûra serkan û generalên Tirkiyeyê de ‘hemle û pêngaveke a-sîmetrîk e’ û bi vê gavê ‘neheqî’ li wan tê kirin.

Piştî ku dewleta tirk de fakto bi manevra û çivekê –dibe ku ji pişt behran ew sinyal wergirtibe- pişta xwe da Israîlê û bi Sûriye û Iraq û Îranê (1975’ê peymana Cezaîrê bînin bîra xwe) re destebiratiya reş a antî-kurd da pêş û dest bi raçandina tevneke nû yê têkbirin û dorlêtengkirina kurdan bi giştî û PKK’ê bi taybetî kir.

Tirkiye bi vê plangeriyê hewl dide ‘mata şivanan’ bike û di carekê de PKK’ê ji nav bibe.

Ev hesabê Dewleta Tirk, bi min wisa xuya ye ku ji macerayeke ku dê encama wê şikestineke gelek mezin wêdetir tiştek dîtir bi dest naxe!...

Dewleta Tirk planeke çawa ya ‘a-sîmetrîk’ digerîne?

Plan bi çend qonaxî ye; ewil, tenêhiştin û îzolekirina PKK’ê, bi dûv re dorlêtengkirin û jidestderxistina sedemên ku PKK ji bo wan heye; ji bo vê dê ji aliyekî bi navê paketên çareseriya doza kurdî hin bervekirinan bike, ji aliyê dîtir ve jî binve binve dê hewl bide binê piyê PKK’ê hulî bike û di raya giştî ya navneteweyî de wê reş bike, ji bo vê jî dê cîranên xwe (Sûriye, Iraq û Îranê) bi kar bîne û vê jî dê li bin guhê Herêma Kurdistanê jî wekî gef û guveguvê her dem biceribîne û di her fersendê de dê hewl bide ku Başûr hem pirtir hewceyî xwe bike hem jî manevra û azadiya wê ya navxweyî pirtir bigire bin hîpotekê.

Hedefa niyaî, têkbirina hemû derfetên hemû kurdan e.

Aliyê dîtir, ango PKK jî bi qasî ku em ji çapemeniyê dişopînin, wisa xuya ye, hewl dide ku du grûbên nû yên çiya û Ewropayê bişîne Tirkiyeyê û bi vî awayî niyetqenciya xwe nîşan bide û rê li ber biencamdana reş-plana piralî ya ku me li jorî behsê wê kir, bigire.

Niyetqencî, liv û hemleyeke berwext a pêşîlêgirtina ‘mata şivanan’ e û ev hewldan heke di raya giştî de baş deng vede, mimkûn e, di çareserkirina doza kurdî de qoxaneke nû dest pê bike û dew û doza behsê xeberî pirtir dakeve meydana siyasetê û siyaseta deştê ya rewa pirtir bikeve pêş…

Ev hewldana niyetqenciyê ku ez wekî ‘Komên a-sîmetrî yên Aştiyê’ bi nav dikim –çimkî li beramberî wana çi soz nehatine dayîn û mimkûn e desteber bêne destgîrkirin, ji ber hindê ev niyetqenciyeke a-sîmetrî ye-  mimkûn e, di vê kişikê de dengvedaneke nû di qada navneteweyî de çêke, nexasim ev hewldan ji Tirkiyeyê bêhtir ji bo pûçkirina ‘reş’kirina DYA’yê jî bibe bersiveke di cih de, lê di heman demê de tiştekî xuya heye ku di hemle û pêngavên siyaseta navdewletî de hewldanên niyetqenciyê gelek caran mimkûn e bêne suîstmarkirin jî.

Lê helbet, yên ku vê satrancê dileyîzin, van hesaban hemûyan ji bal xwe ve dikin û piştre pêngava xwe davêjin.

Du encamên vê qonaxê ji niha ve xuya ne; an dê bi vê hewldanê dewleta Tirk ji serhişkiya xwe bête xwarê û berê pêvejoyê –muzakere jî tê de- ber bi mecrayeke xweşbîn ve bibe, an jî dê guhê xwe li her tiştî bigire û dîsa operasyoneke mezin û pirhêlî –siyasî û eskerî- li ser Qendîlê bi encam bide û piştre li gorî encama wê ji serî ve dîsa pêleke nû bide destpêkirin.

Em ê di van rojên pişt me de di heyameke germ û aloz re derbas bibin.

Ligel her tiştî hêviya me bo aştî û lihevhatinê, bo xatrê ku êdî gênc û ciwan neyên kuştin û dayikên me rondikan nebarînin, agir êdî bi çu mal û menzelan nekeve, heye û bi vê hêviyê em ê alîgir û duakerê pêkhatinê bin!...

Bi hêviya aştî û azadiyeke SÎMETRÎK!…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi