Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Kî Kurd e

Kî Kurd e

Em dibêjîm em Kurd in. Bila, bila bi gotina me be, bila em Kurd bin. 

Başe em ji kû dizanîn em Kurd in? Ma Kurd bûn bi tenê gotinê dibe? Ez Kurd im, tu Kurd î, ew Kurd e, kanê kîjan ji me Kurd e. Kurdînîya me ji çi çêdibe? Ser eniya me nivîsî ye ku em dibêjîn em Kurd in? 

Ne wela.

Tiştik di bingeha wê de he ye, belê çi ye?

Hema yek bêje ez Tirkim qed ew dibe Tirk? Her we yek bibêje ez Kurd im, ew qed dibe Kurd?

Kifş e ku bigotinê re tu Kurd nabin Kurd, tu tirk jî nabin Tirk. Ser eniya tu kesê jî ev Kurd e, ev Tirk e, ev Îngilîz e nanivîs e.

Heke tiştik we heba, dê jimirova re jî deq, bigotinek dî dûşim an jî dax çêkiriban. Dê her mirovekê deqa (dûşim,dax) wi li eniya wi nexşkiriban, dê ji wi re gotiban eve Kurd e, eve Tirk e, eve Îngilîz e.

Madem ku ser eniya me tu nasnameyên me çunînin, wê demê em çawa zanîn em Kurd in an jî Tirk in.

Welatê me, we û wan jî her we ye. Welatê me jî bi hebûna zimanê me re tê navkirin. Wekî Kurd bi zimanê Kurda re navbû ye û bûye Kurdistan.Tirk bi navê zimanê Tirkî re navbû ye û bûye Tirkiye. Îngilîz jî bi navê zimanê xwe re bûye Îngilîstan.

Wê demê du camêr dê ji me re bêjin. Hevalno tu bizimanê xwe re Kurd i. Welatê te jî bi zimanê te re Kurdistan e. Aha wê demê reş û spî ji yek cida dibe. Nêr û mê kifş dibe.
Wê demê em jî dê bêjîn em bi zimanê xwe re Kurd in, welatê me jî bi zimanê me re Kurdistan e. Çimkî dicîhanê de seba zimanê Tirkî, ji Tirka re dibêjin Tirk. Her we ji bona zimanê Îngilîzî, ji Îngilîza re dibêjin Îngilîz. Temaşeyî rexên xwe bikin ji hemû gelan re ev gotin henin.

Divê mirov hêlûna zimanê xwe di nava mêjîyê xwe de cih bike û bizane ku binyatê mirovi ji zimanê mirovida tê.

Tê dîtin ku tevahî gelên cîhanê bi zimanê xwe re jî serbilind in, ji bona zimanê xwe re têkoşîn didin ku, zimanê wan pêşve biçe. Zimanê wan winda bibe ew jî dê didîrokê de winda bibin. Bi windabûna ziman re tu çareseri çunîn e, ew gel jî wekî me goti dê dîrokê de winda bibin.

Tenê navbeyna me Kurda û gelên cîhanê de cudahiyek heye. Gelên cîhanê wekî hati gotin xwidaniya zimanê xwe dikin, belê em Kurd gotin bi cih be neyarê zimanê xwe ne.
Pir ji me Kurda dibêjin em xwedîyê zimanê xwe ne. Ev hevoke çendî cihê xwe girtiye ez têlim wijdana Kurda re.

Ez jî dibêjim em Kurd tu xwidaniyê zimanê xwe nakin, berevajîyê (aksine) em neyarê zimanê xwe ne.

Temaşeyî her çar parçeyên Kurdistanê bikin. Di her çar parçeyan de nivîskarê zimanê dayika xwe, nivîskarê Kurdî henin. Nivîskar û xwendekar wekî dilopa nava ava okyanûsê we dinava Kurda de tê çav.

Ez tenê digomanek xemgînî de me. Dema dikolana, nava sûka, limala, bi kurtasi dihemû aliyên jîn de, dê temaşeyê têkilahiyên Kurda, rabûn û rûniştina Kurda bikim. Rasti ên ez bi çavên xwe re dibînim kezeba min dişewitî ne.

Tevahî Kurd nebêjim belê sedan nehwêt Kurd gor reng û rûyê xwe, şikl û şemalê xwe Kurd in, belê gor têkilahi, xwarin û vexwarina xwe re xwe şibandina Tirka û Ereba dibînin.
Xwîn di dilka wanda bi Kurdî diherik e, leşê wan, rûvik, mêlak, cerg û dilka wan Kurdî dixebite, mixabin ew axaftin û hişên xwe de xwe Tirk, Ereb dibînin.

Xewnên xwe, ramanên xwe bi Kurdî xemlînin belê têkilahiyên xwe de bi Tirkî nîşandan dikin. An ku bilaş re Kurd in, bi têkilahiyan re jî Tirk in an jî Ereb in.

Ji bona xwedî derketina zimanê xwe Kurd wekî kûsilê berve diçin, belê ji bo asîmilasyonê û otoasîmilasyonê jî wekî taji berve dibezin.

Cîhanê de tu gel wekî Kurda neyarê serê xwe nî nin. Cîhanê de tu gel wekî Kurda ji bona pirsgirêka xwe bêxêret nî nin.

Em Kurd ji pirsgirêka xwe re bê hiş û hizir in belê ji bona pirgirêka heval an jî cînarê xwe re zîrek în.

Di vê gomanê de tivê em gazinda ji xwe bikîn. Lewra ji me zêde tu kes çunîn e neyarê zimanê xwe.

Heke em ji bona hînbûna zimanê bîyaniya hinde îzayê bikêşîn, tenê çaryeka wê îzayê ji bo hînbûna zimanê xwe bikêşîn dê xwidaniya zimanê xwe bikîn. Dê wê demê biserek bilnd bêjîn em Kurd in.

Temaşe bikin ku çend Kurd ji bo xwedî derneketina zimanê xwe gazinda dikin. Divê xwedî derketina zimanê xwe re çi bê kirin? Divê ji bona xwedîderketina zimanê xwe kîjan berpirsaneyê de, xwe bibî ne?  Divê çi kêmasi û zêdehiyên xwe bibîne ku ji xwe gazinda bike? Divê mirov pêşîyê bixwe, ji bona xwedîderketina zimani pirsê ji xwe bike ku ca paşê pirs û gazindê ji hevalê xwe bike? Nivîskarê Kurd wekî van pirsa û pir pirs dî henin ku pirs bikin, ew cida. 

Belê mixabin evan gazinda ew nivîskar xwe dinivîsin û ew bixwe jî nivîsîna xwe dixwînin. Ji wan berpirsiyara zêde Kurd bizanayî zirarê diden zimanê xwe û ji bo xwedîderketina zimanê xwe destê xwe natêkin bin keviri. Û guhdariya van gazinda nakin.

Em Kurd neteweperest nî nin. Ez dizanim ku neteweperesti ne gor mafê mirovan e. Neteweperestiyê de mirov tenê ji xwe re hez dike, ji xwe girîngtir tu mirova nanase. Ji wê çendê neteweperesti fêhlmêri, xasmêri nî ne.

Belê carek dî  ku mirov tu zirarê nede tu kesê, tenê ji bo xwedîderketina zimanê xwe bibe neteweperest bawerim tu zirara wê çunî ne.

Herê; mirov hindik jî be dizimanê xwe de, didîroka xwe de hindik neteweperest be, belê dimafê mirova de jî mirovperwer be nexerab e.
Banga min ev e.

Kurd dihindirê xwe de neyarê serê xwe ne, bi aşkera jî neteweperestê neyarê xwe ne. Aha ev ji wan Kurda re kirêti ye. Hevoka “kew dijminê (neyarê) serê xwe ye” ji bêaqilê Kurda re hatiye gotin.

Çimkî kew ji nêçîrvani re refên kewa nîşê dide. Kurd jî jibona asîmilasyona xwe û otoasîmilasyona xwe de rêberiya neyarê xwe dike, înkara ziman xwe dike. Ne tenê înkara zimanê xwe, înkara dîroka xwe, înkara çanda xwe û înkara xwe dike.
Belê me got heke mirov bêjî ez Kurd im, divê pêşîyê bizimanê xwe baxive, bizimanê xwe bixwîn e, binivîs e. Wê demê ew mirov dişê bêje ez Kurd im.

13.GULAN.2010

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10