Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Jiyan ax jiyan!...

Jiyan ax jiyan!...

Nizanim a rast jiyan hunera dest û hişê mirovî ye an jiyan siwarekî rexşê rehwan e mirov dûv xwe dibe û dibe û hey dibe!...

Jiyan, kê çi li ser gotibe bila di ‘kîsê wî’ de be, ez tenê bi tiştekî bawer im, ku ez pirsa jiyanê nakim…

Min bihîst li Geverê befir bariye, Colemêrg spî spî xemiliye, geliyê Zê sar û krîstalî dibiriqe û Zê wekî her carê melûl melûl sernişîvê wê newala bêbinî ya tijî sahm dibe û diçe diçe û hey diçe…

Ne av bêhna xwe vedide ne jî jiyan…

Ne Feqiyê Teyran karî wê bend bike ne jî Friedrich Wilhelm Nietzsche yê alman kariye bi jiyanê.

Tu wekî Omer Xeyyam dilê xwe bi şeraba eşqê mest bikî jî jiyan dê her bi ya xwe bike, wekî Derwêşê Evdî ber sîngê hezar û pênc sed siwarên girsan bo çavên Edûlê destanên mêrxasiyê bineqişînî jî jiyan ew kêlîlk e gava ku serê xwe datînî ser balgîfê xwe û dengê hişê xwe guh didêrî…

Heke xilêfa mêşan bît,

Heke dergûşa êşan bît,

Hema dê bo dilê xwe bilorînî çend rist û bendên jiyanê; wekî Ehmedê Xanî, tembûra ‘tifaqê’ li guhê ‘gê’ de bi ser newalên dewr û dewranan re biporînî. Ne jiyan bi ‘tifaqa’ me tê hasilê ne jî Ehmedê Xanî bo biçûkêt kurmancan dê ‘xwedan sahib rewacê’ bibîne.

Jiyan, ax jiyan! Ne tu ji ya xwe tê xwarê ne jî ez…

Hema ya te daniye ber min, wekî gera mêşhingiveke rêwinda ye; ji xerîbiyekê diçime xerîbiyeke dîtir a nav xwe de… Hema her ku dipêjim ji kulên xwe du totikên germ ên jiyanê tînim xweliya heft gundan bi ser dadikim û dixwazim ji nû ve birêsim; tevneke dî, li ser tevndaneke dî, jiyanek dî li ser jînwarek dî…

Jiyan, min di ravêjên biçûkekê de dîtibû; “Dayika wî sêniyek maqerne danîbû ber, wî sênî sernişîv kir, her libeke maqerneyê peşikî cihekî, rabû lib bi lib, bil epên xwe yên biçûk ew dane hev û avêtin ser devê xwe…” hingê ez têgihîştim ku tama destê mirovî ji her tiştî bitamtir e, bila bitamtir be jiyan!...

Ax, jiyan ax!...

Min bihîst, nivîskarek dî, berê xwe daye riya nehatê…

Min bihîst jiyanek dî ji dara jiyanê weşiya…

Bila biweşe jiyan biweşe; weşiyan jî xweş e ku tê de mabîtin çipikek marîfet, dilopek merhamet û dilek, goşeyeke dilî vekirî li ber evînê bêminet…

Ax jiyan ax!

Min bihîst, befir bariye çiyayê Gare, Sermedar, Simbî, Reşko, Katûna…

Min bihîst, asîmanê şîn î şîncûne jiyan bariye deştên xwarê, geliyên bêbinî û dibêjin; ser ewran sayî, bin berfê reşî ye û jiyan bariye li dilekî bêrêgeh…

Dil çi bêje jî, a rast jiyan dibêje û jiyan dadirêje her neqş û rengî li ser tevna umrê însên…

Jiyan, me bi qederê qelem daye, lê jiyan ne qelem e ne jî kelem, belkî di çavê her spêdeyê de hêviyeke nû, di reştariya êvarekê de jî hêviyeke peritî…

Jiyan çi be ne xema min e, çimkî, min û jiyanê çu carê hev nenasî ye; ew her pîvaz bûye ez jî çav…

Bi hêviya jiyaneke xweşşşş!....    

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi