Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Jinbavê kafir bavê wê bîne a pişt dolabê (3)

Jinbavê kafir bavê wê bîne a pişt dolabê (3)

Dema ewê goti “te zarok hene û te ji min veşartiye” dilka Bangînê Nizari ji cihê xwe derket. Wekî aveke tezî diserê wi de herikî. Her we xwihek tezî di laşi de peyda bû. Wê demê ew leglega cûcik ji hêlûnê derêxist û avêti hat pêş çavên wi. Belê carek dî lanet dane şeytani û nav hişên xwe de borand. Êdî zarokê wi fahma bûne. Mezin bûne. Ciwanên wan salan de dişên xwe rasti qenci û xirabîyê parêzin. Ev ciwanên hevdeh, hejdeh sali bûn û dê bişên xwe parêzin. Nav van hizirane de carek dî xwe ser çu ve nebir, axaftin zivirande rexek dî û pirs ji wê kir:

- Siltana min di malê de; tu û xidama te Sekna bihev re dimîn in. Seba çi malê de bêhna te teng e? Seba çi tu ji xwe re van xem û xîyalan çêdikî? 

Hevsera wi Pîruze bi navê wê ê rasti Beqlîsayê rondikên qeşmerîyê ji çavên xwe diwerîne û diaxive:

- Rast e. Ez û Sekna bi hev re malê de dimîn in. Belê tu qet nabêji xwe. Ew dê çawa bêhna min bîne? Hevala min e, cînara min e, ku dê bi wê re biaxivim. Sibê heta merxep ew mitbexê dimîne. Ez jî kanbaxa navbeyna van her çar dîwaran de dimînim. Ez dimînim gomanê. Seba çi tu zarokên xwe ji min veşêri? Çi zarokên te, çi zarokên min. Ez jî her wekî dayika wanim. Fahm nakim tu bo çi cidahiyê diêxi navbeynê? 

  Bangînê Nizari dinava gomanên xwe de “ecêp ew leyleka jinbava cûcikan jî hevserê xwe wahe xapandi bû û paşê jî cûcik di hêlûnê de avêtibûn” diborand. Belê carek dî ev hişên xwe wekî hişên tarî didît û xwe xapand. “Ez çend bavê wanim, ev jî hind dê a wan e” didilê xwe de derbazkir û gotê:   

- Herê wila tu jî cahiya dayika wan i. Seba çi dê cidahiya wê hebe.

 Pîruzeya hevsera wi xwe avête destê hevserê xwe, herdu destê wi gêrtin bi nazdari û bişirîni aliyekê ramûsan aliyê dî de jî gotê: 

- Tu vê dizani, belê tu nabêji ez rojekê zarokan gazibikim têştekê. Ez jî wan nayîsim, ew jî min nayîsin. Kêmasiyek zarokan hebe ez çareser bikim. Ez hêwan nînim. Ez jî jinikim. Dilka dayikan min jî heye. Ez jî wekî hemû dayikan hez dikim ku min jî zarok hebin. Tu nizani ew naha çend hesret û dilkuvan in bo dayika xwe. Bên min bibînin tu hind haylê bi ez dilê wan de cihê dayika wan bigirim. Çu nebe ewan pîçekê ji wê hesreta dayikê dûr bêxim. (Hindî hatê jinitiya xwe dete şoli ku ca wi xapîne.) Tu yê dibîni dema min zanî te zarok hene ez çend ketim gomana wan. Ez bo wan dîn û harbûm. Dê Xwedê bi rûyê min bikene ku ev zarokene bêne malê û tu hind bibîni ji min re bêjin dayika min. An evene dê tinê mînin gomana de.

 Vê carê jî hevserê wê her du destê Pîruzeya hevsera xwe maçî dike. Çavê wê, enîya wê, pirça wê maçî dike û berda jî diaxive: 

- Siltana min. Ez qurbana bejna te. Bawer bike tu ji erdi heta esimani heq i. Stahê min bişkê ku min ne zanî tu hinde miftela ê zarokani. Mi zanî ba min dê zû de hûn daban nayîskirin. Tu rast di bêji tu hind bibîni tu germahiya dayika wan bideyê û ew jî hûre te bibin.

Pîruze geheşti bû hiş û ramanên xwe. Hevserê xwe wekî zarokan existi bû telka xwe û pêtir xwe dikete kilê çavan û di çavên wi de diborîne. Bangînê hevserê wê gotê “bila bên” û evê gotinê ew gehande miraza wê. Hevserê wê Bangînê Nizari jî her yê wê re diaxive û gelta bi wê re dike. Ew jî bi nazdariyan re dema xwe diborîne. Êdî qet dilê wê de nahê hevsriyê bo wi bike. Dilê wê bo hevserê wê na havê, bo ciwanê kurê wi diavê. Dema ew destê xwe dilaşê wê de gêrîne hizir dike kore mareke ser rûsatiya laşê wê digere. Dili nebû bi hevserê xwera eşqê bike. Bi henekiyan û mûzirahiyan re şeva xwe gehande şefeqê.

Sibê zû dema hevserê wê hişyar dibe rexê xwe fikurît hevsera xwe nav cihan de nabîne. Serê xwe radike û temaşe dike hevsera wi derê sandiqa cilên xwe vekirîye û cilên berkirinê jê bijêrît. Bêhna mêrê wê xwe ne gêrt û pirsa wê kir:

- Pîruze ew çi şole tu dikî?

  Pîruze:

- Ji xwe re cilên berkirinê fikurim. 

  Hevserê wê:

- Xêr e. Îro rojeke girîng e ku tu cilên paqij li xwe dikî?

  Pîruze bi rûyê kenî re:

- Ji vê rojê girîngtir gatî roj ji min re hene?

  Bangînê Nizari bi gomanên kûr de:

- Xêr e?  Çi girîngîya vê rojê heye?

Pîruzeyê zêde hevserê xwe ne da axaftin û bi nazdari gotê:

- Zilamê min. Stûnê mala min. Ronahiya çavên min. Te çima ji bîr kir ku dê îro zarokên min bibin mêhvanê min? Ez ji wan re xemla xwe nekim, dê ji kî re xemla xwe bikim? Ew çi pirsên pûç in tu ji min dikî.

Bangînê Nizari pêşman bû ku ev pirse ji hevsera xwe kir. Lewre hevsera wi çi dibêje wi neheq nîn e. Rasti gotinên heq jî çu bersifk peyda nabin û ewê ji baş dizane. 

Dawiya axaftinên wê û ên mêrê wê de ewê xwe ji pirsên mêrê xwe dûr êxist. Di sedema hişên Pîruzeyê û ji mêrê xwe re veşartin e. Mar bi yek seri rahêle mirovan, belê zîv bi du seran rahêla mirovan. A Pîruzeyê bi mînaka zîvi bû. Ewê divîya mêrê xwe xapîn e. Ev têkili ji wê re tiştik cida bû. Gomanên wê û ev raman û hişên Pîruzeyê ji zarokan re bû. Rasti ne ji bo dîtina wan ji bo evînîya dilê xwe bû. Ew çend roj bû hebûna zarokan re û bi evînîya dilka xwe re ji mêrê xwe re kerb kiribû û ji wi re sibê zû ranebû. Belê wê rojê Pîruze sibê bi dengê dîkilan hişyar bû û kincên xwe ê wê rojê lixwe bike ji sandoqê derêxisti bûn. Tev bi vê berheviya xwe a mezela razanê de tev pirsên hevserê xwe hêlan bêbersifk û ji mezela razanê derket û çû mitbexê. Bangînê Nizari jî piştî bi jina xwe re baweri înayi, cilên xwe li xwe kirin û derketi bû qenterê. A ji wi re girîng daxwaziya hevsera xwe bîne cih û zarokên xwe ji hevsera xwe re bike mêhvan. Di vê sedemê de ewi jî kir gazi xolamê xwe Reşo. 

 …

- Reşo zarok kanê, çima ji te re nehatin?

  Reşo: 

- Ez xolam mele got here silavên min ji axa ê xwe re bêje. Bêjê kurên wi lêre çu nîn in.

Rasti dema Bangînê Nizari ev bersifke ji Reşo bihîsti qirpên pişta wi hat. Ewi hizir dikir ku Xwedê neke tiştek hatiye serê zarokên wi. Çû mezelê kurk û eba ê xwe avêt ser milên xwe, şimikên xwe pêkirin û bi lez çû bo rexê mizgeftê. Geheşt mizgeftê fikurîyê Mele Hacî ber derê mizgeftê sekinîye. Bi hinêri li mele kire qîri:

- Başe mele tu çi hizirê li xwe dikî? Ez zarokan dixwazim tu na rêkey?

  Mele Hacî bezî pêşîya wi, bi dengek rehim gotê:

- Ji min biborîne bira ê Bangîn. Min tu daye îza ê. Bêhna xwe jî fireh bigire. Baş bîne bîra xwe ku te ferman kiri bû. Min jî fermana te înaye cih. Hişên xwe bîna serê xwe ku te gotibû “heta ez nehêm zarokên min tu rexan re rêneke.” Ez ser sozê xwe sekinîme. Min jî xeberê te kirîye. Çima tu xwe jî vêzar dikî û min jî vêzar dikî. Tu neheq i.

  Piştî axaftina Mele Hacî rasti Bangînê Nizari şerm ji xwe kir. Mela neheq nebû. Hate bîrê ku we goti. Resti jî hêj Reşo nerêkiri jî hati bû bîrê ku tiştik wahe goti bû mele. Belê ji bo tecrubê Reşo pêşîya zarokan de rêkiri bû. Ji bo neheqiya xwe nik mele tiştik dî neaxaft û tenê serê xwe hejand. Dawiya serhejandina xwe jî bidengê meselhet gote mele: 

- Mela ji min biborîn e. Rasti jî axaftina xwe min ji bîr kiribû. Hêvîyê ji te dikim bila dilê te ne mîne. Rasti jî hemberî te şehmizar bûm. Hingê jî te goti bû, hêj hate bîra min. Carek dî di bêjim te tu ji min biborîn e. Ez neheqim.

    Bangîğnê Nizari ji bo ceribana wi tiştik aşkera nekir. Negotê min tu ceribandi. Mele Hacî jî di pişt fêhlmêrîya xwe de sekinê û gotê:

- Bêhna xwe fireh bigire. Hemû xeletiyan dikin. Çu lê nahê.

  Bangînê Nizari destê wi gêrt û hejand:

- Dema Reşo ê xulamê min gotina te, ji min re înay, aqilê min ne ma serê min de û ez dîn û har bûm. 

  Mele Hacî:

- Tiştik nabe bira ê Bangîn. Çu lê nahê. Em hemû gotinên xwe ewên dawî caran ji bîr dikin. Ew ne kêmasî ye. Kerem bike biçîn malê pîçekê bêhne xwe vede. Dewekê an jî çayekê vexwu. 

  Bangînê Nizari:

- Na, mele ê min na. Ez pîçekê lezim. Dê hêvîya xwe bêjim te, paşê jî dê biçim. Hêvîya min ji te re ew e. Tu bo têştê zarokan rêkey mal û piştî nivêja êvari jî, paşve zivirin mala te.

   Mele Hacî:  

- Te xêr e Bangînê bira. Ev hinde sal e carekê jî te zarok ne xwesti bûn, îro bo çi dixwazi?

   Bangînê Nizari:

- Mele tu di zani ez cara duyemîn ê zewicîm.

  Mele Hacî:

- Belê. 

  Bangînê Nizari:

- Jinbava wan di bêjît min divê ku ji wan re xwe bidim naskirin. Tu dizani di vê çendê de neheq jî nîn e. Roja hati malê heta îro nû zanî ku ewê du nevisi hene. Zarok û jinbava wan bi hev re xwe bidin nayîsîn jî girîng e. Êdî ew jî cahiya dayika wan e. Vê carê rêke belê bo carek dî heta ez nehêm nerêke. Ez ser sozê xwe yê dawî min goti mayme.

….

Du bira jî bi edeba xwe destûr ji Mele Hacî û hevsera wi Esmer ê xwastin, paşê jî çûn mezela xwe cilên xwe ewên ji hemişka paqijtir, şel û şepikên şivi şivi û ser wan de jî kerikê taq berkirin. Ber neynûkê pirç û ew çend libên simbêl û rihên xwe şekirin. Herdu jî wekî parçek sêva sor wek êkodu bûn. Mirov hizirdikir ev ciwane cêmikin. Hind rengurûyê wan wekî êk bû. Çav û birûyên herduyan, pirça wan, ew çend libên rih û simbêlên wan ewên reş cihê xwe wesa paqij gêrtîne, dev û lêvên sor wekî pişka goşti û difina wan ya narîn navbeyna çav û lamê de wesa şirîn hate çav. Ji vê lawînyê vê herêmê de ciwanên wahe çu nebûn. Hindî Berdan e hejdeh saliya xwe de bû. Hindî Bager e şanzdeh saliya xwe dan e. Belê tinê bi serê xwe mezin bûne. Jîyana xwendinê de derbaz bûya qet zarokiti ne dîtîne. Her du zarok wekî dilopa ava zozana, wekî rondikên çavê zarokan we paqij û we zelal berhevîya xwe kirin rabûn çûn bo mala bavê xwe.

….

  Dema derketi kolanê hizirkirin ku yê dinyayekê ecnebî. Welateke bîyanî de. Mirov ber rexên wan de tên û diçin. Derê kargehan vedibin kolanê, her kargehekê bazarek lê heye. Wesa behitî, wesa guhişî mirovan, kargehan, kolanê û avahîyan fikurin tu dê bêji ev ciwanene ji esimani barîne. Wesa behitî, şaş bû û matmayî, belê nava hezar gomana derê mala bavê xwe qotan. Bîstek man jinbava wan der vekir. Hindî ew bûn ji edeba xwe û ilmê Xwedê, şerman de serê xwe çevandin ber xwe. Hindî jinbava wan bû dema nevisîyên xwe wesa nêzûk xwe dîti kêfan de pê wê ji erdi ne gêrtin. Hind meh bû ew kolanê dît dilka wê wekî hespê kehêl radibû ser paşîyên xwe û xwe diavêt. Xasma bi can, bi rih her du hambarê wê pêtir dinya diserê wê de îna. Êkere dema çavên wê nev çavê Bager tişqilî û destê wi girti ku xêrhatin dayê. Wê girtina destê Bager re ewi şermên xwe de zû de destê xwe ji nav destê wê kêşa. Belê ewê hizirkir destek germ wekî pelê yê nav dil û hinavên wê de digerît. Demekê Pîruzê xwe bi dûv wi desti de berda. Paşê carek dî ew dest tezî bû. Sar bû. Sahm bû. Bi êş û jan ve Bager serê xwe dana ber xwe. Desti carek dî xwe ji nava dil û hinavan paşve kêşa. Gore dilê wê domahîk çawabe ew dem ji wê re xweş e. Dilka wê yê ser per ên sîsirkan û yê ser per ên kutirên azad, li ber asimani di gere.

Bîstekê ji şaş bûna xwe re nezanî dê çi bêjîta nevisîyên xwe. Nezanî jî ew sedema çi bû ewê destê Bager girti. Pêşîyê tirsîya ku Bager ji wê veceniqe û kûvi bibe. Belê bi van hiziran re navçavên wi nêrî dît ku Bager tinê şermên xwe de ê sor bû. Belê piştî hişên wê hatin seri. Ewê dêrê mezela mêhvana nîşêda û gotê. “Kerem bikin lawên min, kerem bikin mezela rûniştinê.” Ew pêşîya Berdan û Bager çû derê mezelê vekir. Zarok jî çûne mezelê nik êkodu ber dîwari rûniştin. Jinbava wan jî çendî hesreta wan de mehên kolanê de bi nêrîna wan re diborandi îna pêş çavên xwe û di wê sedemê de, çû ber dîwarê hemberê wan rûnişt û wan fikurî. Ji lawînya ciwana aqil seri ne mabû. Serê zarokan liber wan axiftin û Pîruzê jî zimanê xwe daqurtandin bû lal û şaş we ew temaşe dikirin. Navbeyna saetekê her we bêdenk mayne. Paşê Pîruza jinbava wan xêrhatin daye wan û ewan jî we serên wan ber wan bersifka jinbava xwe dayne. Paşê jî jinbava wan bo wan qahwe, şerbet înaye. Hamûyan bi hev re qahwe şerbetên xwe vexwarîne. Heta nîvro bi kêf û şahiyane, bihev re axaftîne. Nav wan axaftinên wan de çend carekan çavê Bager nav çavê Pîruzê tişqiliye. Dîtîya ku çavên wê wekî çavên hîzan di leyîzin. Carek dî serê xwe çevandîye ber xwe. Dilê xwe de “çavên wê çima hinde sahm û tezîn e. Çima hinde mirovi tirsîn in” digot. DOMDIKE

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10