Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Jınbavê kafır bavê wê bina a pışt dolabê (1)

Jınbavê kafır bavê wê bina a pışt dolabê (1)

Bangînê Nizari dema bi Beqlîsayê re zewicî hêj bîstuyek sali bû û daweta wi di wê herêmê de nav û deng dabû. Ew deh, panzdeh meh bû hêj mirovê wê herêmê behsê daweta wi dikirin û mezinan dawet wekî çîrokan bo zarokan digotin. Piştî daweta hind bi nav û denk ewi jîyaneke zor xweş bi hevsera xwe Beqlîsayê re derbaz kiribû û gelek jî evînderê hevsera xwe bû. Di wan salan de bi têkiliya hêvênê wan re du zarokê wekî diloba hingivîni ji wan çêbibû. Wekî hêvênê kulîlkê daran, wekî hêvênê kulîlkê dikakê parêz, bi kurtahi wekî hêvênê kulîlkên xweza ê, ewam ji bi hêvênê xwe re du gul, du kulîlk înabûn dinyayê. Xwedê bi têkiliya hêvênê wan re du kurik li wan zêda kiribû û her zarokekê du sal navbeyna wanda hebû. Dema ev zarokene hati dinya ê bawer bikin dinya a Bangînê Nizari ronî bibû. Di hevalên xwe re “zilam dibin bavê zilaman” di got û henekî dikirin. Hevalê wi jî ji bo wê axaftina wi digotinê “mirovekê gotiye mirovek dî. Tu ji kîşk qewmêy? Ewi jî gotîyê min hêj jin ne înaye. Vêca hevsera te nebe tu jî nedibû bavê zilaman” û ew di êxistin nava kerbê. Di nava mirovên çar rexên Bangînê Nizari de “ê kurek hey pilingek heye, hindikan jî ê zavayek hey pilingek heye” dihat gotin. Hindikan jî “ê zavayek hey kerek heye û hindikan jî ê zavayek hey axayek heye” digotin. Her wahe ser vê mijarê pir axaftin dihatin gotin.

Ewan zarokan ew wesa girêdayî hevsera xwe kiribû, şerma dinyayê neba ewi dê hevsera xwe pişta xwe gêraba. Hind evîndarê hevsera xwe bû. Hindî zarokê mezin bû navê wi Berdan bû, zarokê ji wi biçûktir jî navê wi Bager bû. Zarokê wi hêj biçûk bûn bes gor navsalê xwe de mirov ji lawînîya wan, xweşkuk û berketina wan têr nedibû. Berdan û Bager bi tefeşa xwe ya spî, çav û birîyê reş, pirça wekî keçika dirêj kiri û ser milê xwe de berday jeri lawînîyek cida dida wan. Heçîyê ew zarok dîtiban dilê xwe de “ev zarokene dema mezin bûn dê aqilê pir keçikan ji serê wan biben” digotin. Wesa şikl û şemali re wek hev bûn mirovi digot evene parçeyek sêvikêne. Çawa sêvikê bi kêrê bikin du parçe û her du parçê sêvê wekî hev bin, ew jî wesa bûn. Ê bav û dê a wan nasîba dê zanîba ev zarokene seba çi hinde delal in. Lewre di herêmê de dê û bavê wan jî bilawîni û xweşkuktiya xwe de binav û deng bûn. Di vê sedemê de zarokan jî lawîni û xweşkutiya xwe ji dê û bavê xwe hilda bûn.  

 Belê mixabin ew kêfxweşîya jin û mêri, ew şad û şahîya wan hind zêde berdewam nekir. Gelek ne kêşa zarokên wan hatin heşt û deh saliyê hevsera wi, nazdara ber dilê wi Beqlîsayê jî jîyana xwe winda kiribû. Cîhan di seri de kanbax bibû. Jîyan pêş çavê wi reş kiribû. Du sêwî ve mabû bê xweyî û bêxwidan. Piştî mirina hevsera wi. Ewi ew heyama hêlay pişt xwe re, ew heyam bi kul, dert, şîn û tazî re derbaz bû. Navbenda wan çendik salan de hevsera wi ji vê dinya a qirêjû koçkir û çû. Aliyekê di van kul û xeman de bû. Aliyê dî de jî bitêkiliya hêvênê wi û hevsera wi re du fêqiyên pîrozwer dimala wi de bûn. Belê carek dî bi windabûna jîyana hevsera wi re dil, mêlak û hinavên wi çirmisîn. Jîyan bo wi wekî jahrîyê dihat. Êkere piştî hevsera wi jîyana xwe winda kiri û du zarok hêlay desti de, aha wê demê dinya serserê wi de hat xar. Jîyana wi wekî mahrê kore xwe diavête gewîya wi. Zarokên wi yê mezin deh, yê biçûk jî heşt sali bû. Ewi nezanî ev sal çawa borîn. Êdî dema xwendina wan hatibû û borî bû. Hind bawrîya wi bi xidama nehat ku pêlît ber destê wan. Ewi şev û rojên xwe ên mayî betal de, dema xwe di zarokê xwe re derbaz dikir. Êdî bara pêtir şolê xwe, gandana xwe û kespa xwe kiribû zarokên xwe. Bi wan re bêhn hilgêrt, bi wan re jî bêhn dida.
….

Ew çendik roj bû serê Bangînê Nizari de arêşe û mizurahi hebû. Rexekê axaftinê heval û cînarên wi, ewên dil sotin. Rexê dî jî ji seba hevsera wi sotina keti dil û hinavên wi. Ew sala yekemin an jî duyemîn bû hevsera wi, kulîlka ber dilê wi, parçek ji jîyana wi vekir û çû bû ser dilovaniya xwe. Ew salek an jî du sal bû perçek ji cergê wi, parçek ji dilka wi jêve bibû. Jîyana wi piştî mirina hevsera wi dê nû aloze bibe. Jîyana wi dê nû serubin bibe ewi dizanî. Ji roja hevsera wi jîyana xwe winda kiri paşve dê sedema bavê du sêwîyan dilê mirovan mabû wi ve. Dema her we mirov dilsoti wi fikurin agir berbû cergê wi û hevsera wi dihate bîra wi. Her we ew salek an jî du sal bû heçî mirovê ew dît ji wi ra nesîhet dikirin. Piştî hevsera wi jîyana xwe winda kiri wêde, jîyana wi bi du zarokan re çendî îza derbaz dibû digotinê.

….

  Hindikan jî:

- Bira, hinde bê aqilîyê neke tu hêj ciwani. Di bajari de jî keçikên şîr ê helal vexwari, bêjinên can û jinên malan zehf in;

 Hindikan jî: 

- Tu êk ji vane ji xwe re hevser jê bigire. Bila zarokên te xwidan bike; gotinê. Heta kengî tu dê bikevi avahi û semyana zarokan bikî. Rast e em dizanin tu ku evîndarê hevsera xwe bû. Belê hevsera te jî wekî hevserên pir mirovan li vê dinyayê koç kir. Du zarok helan deste te de. Bawer bike ew jî niha ji bo semyana zarokên xwe hêvî dike ku carek dî zewici. Ji vê rika xwe de jorda were xar. Dest ji vê şîn û tazîyê berde, ji zarokên xwe re dayikekê bîne û here ser kare xwe.

  Bo van axaftinan û axaftinên wahe kerbên wi pir vedibûn. Hêrsê digirt û nerazîbûna xwe diîna ziman. Kulîlka wi, semyana wi, evînîya ber dilê wi ew salek an jî du sal bû jîyana xwe winda kiri. Du sêwîyên biçûk hêlay destê wi û dinya pêş çavên wi tarîkiri. Ên rexçarên wi jî behsê zewicîna wi dikin. Ew bi van axaftinan pir diêşa. Ew salek bû şîn û tazî xilas bû. Bangînê Nizari ji vê qerqeşê xilas dibû. Ewi jî mala xwe bi zarokê xwe re jîyana xwe dom dikir. Rasti ji wê rojê paşve ew û zarokên xw dê bihev re jîyana xwe dombikin belê çawa? Ji wê rojê paşve dê qedr û qîmeta hevsera xwe bizane an na? Ji wê rojê paşve di nav hevalên xwe û cînarên xwe de dê bizane carê kişk ji wan fêhlmêr e, xasmêr e. Kîşk ji wan jî nexasmêr e, nefêhlmêr e. Nav tirki de di bêjin “hevalê mirovê keti nîn e.” Rasti ew jî dê qedirê afyetê bizane. Rasti jî bo xwidan kirina zarokan re ew hewce ê kesekê hebe jî nizane dê xwe hewce kî bike. Mixabin di bajarê xwe de miroveke yêkemîn bû, ji wê çendê jî kesekê wi çûne bû ku bêt û zarokan xwidan bike. Ew di zanît piştî hevsera wi ew dê xwidanîya zarokan biket. Ji wê rojê wê de pêtir dilê wi bi wi sot. “Mirovi ji xwîna xwe mirov hebin, mirov bo rojêt wahe na mînît mehtil” di didilê xwe de borand û dûv de jî rondikên wi di rû ê wi de diweşiyan. Ewi dilê xwe de “êdî heta ez bimirim ez ji rondikên çavê xwe xilas nabim. Xwedê dê kengî kanîya çavên min ziwa bike” digot.  

Ew salek an jî du sal bû Bangînê Nizari wekî dayika girêdayî zarokan bû û bizêdehi ji malê derneket. Bi rasti jî zarokên wi fahma bûn bes carek dî dest û dilê wi nedigêrt zarokan pêlît tinê. Dayika wan netêla derkevin ku ca fêhlkên wan xirap nebin. Ji ber hindê zarok jî hûre nebûn biçin berderi, an jî bikevin kulana. Ew dema sibê zû radibû xidama wi ewa qelew, girgire û bilind, wekî hemî rojan carek dî cemedanî avêti serê xwe û navçav girê sertêşta wi û zarokên wi dana mitbexê. Mitbexê di avahîya wi de ciheke girîng digêrt. Mitbex piştî hevsera wi jîyana xwe windakiri, gor mezela mêhvana, mezela rûniştinê, mezela razanê û mezela zarokan dema wan pêtir derbaz dibû. Hindî mezela mêhvana bû, hamû mafîrên xweristanî rayêxistibûnê, rexên dîwaran doşek û ser doşekan jî çaşevî ser dadabûn. Ji bo ber piştê jî du balgîv danabûne seryêk. Ber du penceran cilê armûşê hîndê wekî perdike ber dada bû. Mezelên dî jî berik rayêxisti bûn û dûwarên wan jî mafîkên wêneya xezalan, wêneya hecê, wêneya mizgeftan, wêneya dewaran û çend wêneyên dî hilayîsti bûn. Avahî ji navda bi kura spî ve henûbûn, ser wê kura spî jî kişil kiribûn û ji derva bi mermeri re avakiribûn. Dema mirov dergehê avahi ê jiderve hate avahi de, derê mezela mêhvana milê rastê û ya rûniştinê jî dikete milê çepê. Piştî wan her du deran rexê derê mêhvana derê mezela zarokan, rexê derê rûniştinê jî derê mezela razanê hebû. Serê qenterê jî mitbexek mezin. Avahi wekî avahîyên bajari de nava baxçekê û rexên wi baxçe jî bi dîwari avakiri bû.

….

Ewi pêşîya zarokê xwe sertêşt dixwar û dema zarokê wi jî hişyar dibûn, dest û çavên xwe şûştin bi gotina wi xwarin dixwarin. Paşê jî hemî diçûne mezelê rûniştin ê. Ew dema çûne mezelê bavê wan Bangînê Nizari diçû ber pencerê û fikurî jiderve. Bêhna wi di malê de çik dibû. Ji wê çendê pencerê de baxçi û esimani an jî bihizirên xweza ê mijûl dikir. Êqibalê rasti pencera wi baxçê cînarê wi Kamil hebû. Nav baxçê Kamilê cînarê wi jî nêzûkê deh, panzdah spîndar hebûn. Nav çiqê wan spîndaran de jî hêlûnê leglegan hebû. Ew jî dema pencerê de hêlûna wan leglegan fijurî kete gomana hêlûneke nav çiqê spîndarê de. Çend fikurîba ê leglegekê devê wê de kêrmikek an jî tiştek dî ya xwarina cûcika devi de û dihat dada ser çiqê spîndarê ê hindav hêlûnê. Ew kêrmik an jî xwarin da devê cûcikê xwe. Ewê wesa xwarin têkir devê cûcikan, leglega mê jî dada ser çiqek spîndarê nik wê. Hemî rojan ewê leylegê dema saeta wê hatiba dihat xwarina cûcikê da ê û paşê ewê û leglega mê firdan çûn. Êdî dizanî ku ewa xwarinê dide deve cûcikan ew nêr e û a dadete ser çiqê nik wê jî mê ye. 

Rojekê du rojan, deh rojan fikurîyê leglegê xwarina cûcikê xwe qet paşve ne hêla. Hemî rojan saeta xwarinê, xwarina wan da ê. Kifş bû ewa xwarin da cûcikan dayika wan bû, ew bi dayikê re dihat û çû ew jî bavê cûcikan bû. Kizên ji cergê Bangînê Nizari hat û dilê wi de borî. “Heyhat û hehat. Zindê evene teyrê bê dev û zimanin. Çendî cûcikên xew xwidan in. Heske hevsera min jî ne miriba cahiya xidama, ewê dê xwarina zarokên xwe daba ê. Ewê ji wekî vê teyra bê dev û ziman, dê zarokên xwe xwidan kiriba. Dinya çendî pûç e.” Ma û hizirên xwe kirin “ne wila dinya nepûç e, rasti mirov pûç in” digot.  

 Rojekê wekî hemî rojan carek dî di pencerê de temaşeyî wê leglegê dikir. Belê a dîti re,  ji çavên xwe bawer nekir. Ew leglega hemî rojan hati û xwarin têkir devê cûcikan nehat. Şûne wê leglegek bîyanî hat. Leglega bîyanî hate hindav serê cûcikan, xwarina devê xwe de jorda avêt nav hêlûnê û zivirî çû. Cûcik jî hindî biçûk bûn, an neşiyan an jî fahm nekirin ew xwarina kevti nava hêlûnê bixwun. Leglega berê an ku leglega dayika wan dema hatiba xwarina cûcikan dana nava devê wan paşê firda û çû. Evê xwarin jorda havêt nava hêlûnê û wekî hati we jî firda û çû. Leglega mê an ku leglega bavê wan bi dayika wan re dihate wêrê û dada ser çiqek nêzû hêlûn ê. Bes evê carê leglega bavê wan bi hewara cûcikan re hat belê nedada ser çiqê darê ma hewa ve. Paşê leglega mêr dema firda î çûyî û ewa mê jî pêşîya wê de çû.

Piştî wê leglega bîyanî Bangînê Nizari hemî rojan di pencerê de nêrîyê. Rojekê ew leglega bîyanî hate hindav hêlûnê û sekinî bes xwarina cûcikan wesa jorda nehavêt nav hêlûnê. Dema ew dijminê wekî decala hindav serê wan sekinî, ewan zanî ku ev leglega zalim dê mirinê, xwînê û kuştinê vereşînît. Aha wê demê cûcikan zanî ku ewrek reş, sar û tezî ser serê wan de hat. Wê demê jî zanîn dê ji tîrêjên tavê û ronahiya rojê xelas bibin. Xwedî ê wan, dê a wan ji jîyana wanda çû bû. Bavê wan ji xwe re leglegak dî peyda kirir bû û cihê dê a wan sir û seqem, tirs û sahm, dilsotin dilbirîn, kelex û mirin hatibû ê. Belê ew tirsa cûcikan heta rojadî a paştir mabû dilê wan de. Ew leglega zalim wê rojê ne xwarin dabû cûcikan, ne jî ew kuşti bû. Tinê piçekê hindav serê wan firda û paşve zivirî û çû. Rojadî a paştir ew leglega bîyanî, ewa gor dilê cûcikan zalim hat û ew hêlûnê de derêxistin û avêtin binê spîndarê. Paşê jî bi leglega mê re firda çû. Rasti jî cûcika neşiya firdin. Heçî cûcika hêlûnê de avêti, ketin binê spîndarê û mirar bûn. Bahdînê Nizari dema eve bi çavên xwe dîti hişk bû, ziwa bû ma cihê xwe de û kete nav goman ên kûr. Dilê xwe de:  

 - Xwedê dizane ku dayika van cûcikan rexê nêçîrvanekê re hatiye kuştin. Heske dayika van cûcikan nehatiba kuştin evene nedimane destê leglega bîyanî. Ew leglega bîyanî wekî jinbavê liwan dijmin derneket. Heske ez jî carek dî zewicim, hevserekê ji xwe re bînim bawerim ew jî dê wehe bînît serê zarokên min. Heske çavê hêwana bi nevîyên wan ranebin, çavên mirovan bini de ranabin. Ax nefsê tu çi diîni serê xwilyaqeti. Ca çi hêwan be, çi mirov be dema zikreşi kete nefsê, zikreşi kete hinavan, dê mifriq û pîla ber helin. Bê lome.

 Xwe ji van hizrane xelaskir, bi wê sotina dil û hinavên xwe, biserûser xwe berda nav vê gomanê. Hezinkek ji nav hinavên xwe kêşa û dilê xwe de got:

- Ey wax û ew wax. Kifş e. Derdê hewiyê wehe ye. Nahêt kêşanê. Rasti ez jî ji xwe re hevsera du ê bînim ew jî dê vê bînît serê zarokên min. Hewî wekî van leglegane neyarê serê nevîyên xwene. Dema ez zewicîm ew jî dê rojekê xirabîyek wehe bînît serê zarokên min. Ehda Xwedê li min bikeve hindî ji destê min bê ez ser semyana zarokên xwe de cara duyemînê ne zewicim. Ev hêwane min bi çavê xwe dîtin, ez zarokê xwe wahe bi çavê xwe nebînim.

….

Roja leglega bîyanî cûcik avêti pir alozî kevtibûn nava mêjiyê wi. Bi xwer re kevti bû nava pir rexne û xwerexneyan. Piştî wan nîgaşên tevlihev nava mêjiyê wi de cih girti carek dî leglege hate bîrê. Carek dî paşve kevte nava gomana zarokan. Ewi wê dawîya xwe de, di bajari de gelek zilamê hevserê wan jîyana xwe windakiri dîtibûn. Êkere ên xwidan zarok pir dîtibûn û pir jî bihîsti bûn. Piştî hevsera wi jîyana xwe windakiri ewi tengavi û kêmasîyên wan haylê bibû. Ewan zilamên hevserên wan ji vê dinyayê koçkiri û çûyî çendî îza kêşayne. Êkere ewên zarokên wan nebaliq çawa zarokê xwe xwedan kirîyê û bi wi zaroki re çawa jî ye. “Xwedê sebrê bidete ewên wesa” dilê xwe de digot. Çu nebe dema hevsera wi çûyî rehma xwedê zarokên wi nebalq nebûn. Fahma bûn. Her dem destê xwe di rihên xwe ewên pîçek hati de diîna û şikurdar bû. Piştî hevsera cînarê wi Osman jîyana xwe windakiri û tazîya wê xiles bû ewi çend îza bi zarokê xwe re kêşa. Ew zarokê hêj du sali mabû, destê wi de û ewi nêzûkê şeş mehan de xwidankiri, paşê jî ji binê guhi zewicî ku ca hevsera wi xwidanîyê zarokê wi bike. Bê lome rebê min, nehêt serê tu mirova, nehêt serê dar û beran. Ew zarokê Osman ber destê jinbava xwe bi pêhn, mist û lêdanê mezin bû, divê nehê serê zarokê Bangînê Nizari.

Ew temaşeyî zarokê xwe dike ku dema xwendina wan hatiye û borîye. Ewi qirara xwe da ku zarokên xwe danê ber xwendinê û paşê jî zivirît tana şol û gandana xwe. Wehe na qetît. Wehe biçît dê rojak bêt ew nani bigerît. Divê dest ji şoli nehêlîd. Mizgeftek pişt banê wi hebû. Navbeyna mala wi û mizgeftê kolanek derbaz dibû. Ewi divîya zarokên xwe ji bo perwedehiya wan danê wê mizgeftê. Di vê sedemê de jî dê caran pencerê de, dema zarok derbaz dibûn dê dîtiban. Wê demê zêde xerîbîya zarokan nake. Belê divê bizanît kanê mela ê mizgeftê birehme an na. Kanê dilsivik e an na. Divê heqê evî mele de baş hilkulînê bike. Ewi nevê zarokên xwe têket destê meleyek zalim. Navbeyna çand rojan da taxê xwe de heçî mirovê dîti pirsa mele ê mizgefta pişt banê xwe jê kir. Êqibalê heçî mirovê pirsa mele jê dikir hemûyan mehtê mele dikir. Gor gotina cînaran di wê aqarê de an ku herêmê de ne ji mele a, ne ji kesek dî wekî vi mele rehim, wekî vi mele ê camêr û dilsivik tu kes çu nîn e. Mela ê camêr, rehm, mirovên xêrxaz, nandeh û pir ji zarokan re hez dike. Miroveke wahe milaket, mirovek wehe xêrxaz di vê herêmê de dest nakevin. Serê hemîyê jî zûrîyet wi jî çu nebûn, ew û hevsera xwe tinê dimalê de rûniştin.

  Wê roja gulanê bêhnek cida ji dinyayê dihat. Dema mirovi pencere an ji der vekiriba bêhna kulîlkên xweza ê nav çavê mirovi dida. Mirovi hîvi dikir ku ber deri, ber wê tavê rûnê û ew tave hestî ê mirovi nerm bike. Rasti jî wê rojê jî rojeke wesa tave a germ û domahîka bahareke wekî cinetê bû. Welati de ev biharene hind qidankê mirovi vedikin ku mirov nava baxça, nava kulîlka bigerît. Ji hindê jî dilê mirovi dixwazît ku derkevît. Belê dema bahar xelas bû, havîn hat herêm dikizirît, mirovi nevê derkeve kolanê. Bangînê Nizari jî rojek we germ û tave, qirar da ku dê zarokên xwe bibet mala mele. Çimkî mela baş nayîsî bû û êdî gelek baweri bi mele îna bû. Domahîkê ev pirs kirina mele re kete nav mêjiyê wi û dê zarokên xwe danê ber destê mele ê mizgefta pişt bani, ku ca bixwînin. Hêj ew û zarok rê neketi berê herdu hilgêrtin hemberê xwe û bo çûna wan herdu baş fahma kirin. Paşê jî destê zarokan girt û bo mala mele rêket.
….

DOMDIKE

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10