Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Ji lempeya Amerîkayê ‘KURDISTAN’ hiltê

Ji lempeya Amerîkayê ‘KURDISTAN’ hiltê

Rêxistina weke banê rêxistinên Saloxdariya Amerîkayê tê zanîn, a bi navê Ofîsa Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê duhî (roja duşemê) li paytext Washingtonê raporek bi navê “Meylên Gerdûnî 2030: Cîhanên Alternatîf” weşand û tê de destnîşan kir ku “roja Kurdistanê li ber hilatinê ye.”

Di rapora “Trendên Gerdûnî 2030ê” de hatiye diyarkirin ku trenda Kurdistanê her ku diçe bilind dibe û tê heye “Tirkiye parçe bibe” ango em vê hevokê dikarin weke “Bakur azad dibe” jî bixwînin.

Di vê rapora behspêkirî de, tê gotin ku bi vê kawdanê re tê heye kul i herêmê aloziyeke mezin biqewime û sînorên Rojhilata Navîn a ku ‘Kurdistan’ jî di nav de ye, ji nû ve bêne destnîşankirin.

Her weha di vê raporê de behsa zêdebûna nifûsa Kurdên Bakur tê kirin û tê destnîşankirin ku bi boşbûna nifûsa Kurdan re Tirkiye dikeve xeterê.      

Ji aliyê dî ve Rawêjkarê Konseya Saloxdariya Neteweyî Mathew Burrows ku sernivîserê vê raporê ye, der barê raporê de daye zanîn ku ev “senaryoya derketina cina ji lempeyê” tenê senaryoyek e û “pêkhatina wê dûrî rastiyê” ye; Heke wisa be, nexwe çima ev senaryo hatiye nivîsîn?

Gelo Amerîka bi vê senaryoyê çi peyamê dide kê?

Weke tê zanîn, polîtîkaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser hevsengên gelekî zirav dimeşe û pir dûr û dirêj proje û plan bi kûr û hûr têne vehûnandin.

Bi raporên weha jî ji aliyekî ve nebza demê tê de digire û ji aliyê dîtir ve jî nexşerê têne kifşkirin û çarçoveya planên siberojê têne destnîşankirin.

Ev rastiya hilatina ‘Kurdistanê’ weke ronahiya rojê zelal û rastiyeke liberçav e, rêveberên Tirkiyeyê jî di nav de, hayê hemû analîst û siyasetzanên cîhanê yên têkildar û xenxwerê vê pirsê ne, pê heye.

Zû dereng Kurdistan dê ava bibe.

Bere bere ava dibe jî. Niha pêkhateya Rojava û ezmûna Başûr gelekî girîng in. Formûlên cihê cihê dibe bibine cihê nîqaş û pêaxaftinê, lê di dawiya dawîn de; Av dê cihoka xwe veke û ev kêşeya ku êdî kemiliye û karekterê xwe yê azadiyê daye pêş dê bigihêje armanca xwe.

Hemû hêzên cîhanê xwe bikin yek jî dê nikaribin verêja vî robarî berbend bikin.

Ji ber hindê, di serî de Amerîka û Tirkiye bi destê xwe dê di avakirina Kurdistanê de rolê bileyîzin û bihêlin ku parçeyên puzzleyê (pazil) bikevin şûnên xwe…

Ez we dizanim ku Amerîka çu carê hema wisa “raporên weha” amade nake. Bi ya min, li gorî planên wê sala 2030yê sala serxwebûna Kurdistanê ye.

Bi vê raporê jî dibêje Tirkiyê xwe amade bike. Senaryo ev e.

Ji ber hindê jî di raporê de balkêş e ku behsa “şerekî Tirk û Îraniyan” tê kirin. Li gorî senaryoyê, piştî bişkiftina nukleerî ya Îranê Tirkiye dê neçar bimîne ku ew jî dest bi jenandina vî cure çekî bike an jî di bin çavdêriya NATOyê de kar di vî çekî de bike…

Welhasil, tîr ji kivanî veritsiye û tîrkên demê ber bi Kurdistanê ve dikişin…

Tirsa dewletê a ku di vê pêlê de dageriyaye nêçîrkirina Kurdên hişyar û siyasetmedar jî mirov dikare weke taya hatina vê rastiyê binirxîne. 

Çu feydeyê tirsê ji ecelî re nîn e; Tiştê kemilî dê biferiqe…

Niha divê kar bo hindê bête kirin ku ev dîroka 2030 berve bête anîn, hind sebra vî miletî nemaye…       

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi