Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Ji bo jîn neçin sandoqê

Ji bo jîn neçin sandoqê

Havîn germ e. Havîn di şewit e. Êkere havîna welat di pir aliya de germ e. Çendî avên zozanên welat tezê be jî havîna welat dikizir e. Bi van dîtin û hiziran de havîn hêdî hêdî ji germahiyê, ji kizirandinê vegerî hînitiya payîz ê. Ev wergerîna germa havînê ji bo hînitiya payîzê jî ji bo pîr û kala bawerim mizgînî ye.

Şerê qirêj ê di nava welat de jî roj bi rojê zêde germ dibe. Mixabin şerê qirêj bi aliyê aştiyê de tû pêngava berve nabe, ji bo şer pêtir dijwar dibe. Di binyata dijwarbûna vi şeri de jî şer bûye kerese (malzeme) ji partiyên tirki de. Seba hêrsa wan şer roj bi roj dişewit e.

A sêyemîn jî siyaseta nava tirki de a kirêt jî roj bi roj germ dibe. Di vê berdewamiyê de ev siyaseta negor mafê mirova bi zêde ser kurdan wek gijilokê dibare. Kurd di bin zilm û zoriyê de roj bi roj pêtir berdêla dide.  

Çend roj pêşîya niha ku ca xîzanên tirk û kurdan bixapînin şerê qirêj kirin armanc û çûn pişt kozik û çepera.

Hûn hemû dizanin ku ev xweşmêr yek T.Erdogan e, ê dî jî K.Kiliçdaroglu ye. 

Çapemeniya tirki a rexgirê şerê qirêş ev çûna van du xweşmêr ên Tirkiyeyê bi tîpên mezin nivîsîn. Yêk wekî tirsoka çû kozikê de û çûk da erdi, yê dî jî ji kurtiya bejna wi re di nava kozik û çeperi de berzebûyî înan ziman. Di demek kurt de rojeva Tirkiyeyê wahe guhertin.

Em di zanîn ku partiyên dewletê bi tevahi ser xwînê siyasetê dikin, ew rast e. Belê hindik kêm mêjî hêj niha jî wekî kor û lal a rexgiriya van partiyên bi xwînê xwe xwedî dikin re ne, aha eve dilsotine herî mezin e.

Germahiya hemû aliya têrnekir niha jî germahiya guhertina çend xalên makeqanûnê kevte rojevê. Nihe rojeva wan sere ku ji bo guhertina çend xalên makeqanûnê de bi “erê û na”yê de gelan bixapîn in.

Rasti makeqanûna danzdeh îlona 1980ê yê di binyatê xwe de makeqanûna faşîst e, a cuntayê ye. Ji vê makeqanûna danzdeh îlonê re tû karê gelên tirki û ên kurdan çûnîn e.

Bi vê baweriyê de em temaşe dikin ku ji van xalên makeqanûnê en AKP guhere jî, tû karê tirkan û bi zêdehi ya kurdan çûnîn e. Di binyatê van xalên maqkeqanûna tên guhartin de AKP ji bo xwedî derketina Tirkiyeyê de, ji xwe re xîmeyê qewîm (qehîm) danî. Ev guhertina van xalên makeqanûna danzdeh îlonê tenê ji bo berdewamiya siyaseta AKPê hewce ye. Ew dê siyaseta xwe a imha û qirkirina kurdan de, bi van xalên guhertina makeqanûnê re çareser bikin.

Di vê sedemê de wekî me goti ev guhertina van çend xalên makeqanûna danzdeh îlonê tû kari nayîne ji kurdan re.

An ku ew xalên di makeqanûna danzdeh îlonê ên ji kurdan re herê zirar di cihê xwe de sekinîn e.

Ên wekî xala destpêkê a makeqanûna danzdeh îlana 1980yê, a xala çiludu yê û a xala şêtuşeşê li ber hebûna kurdan wekî şûri sekinî, hêj yê cihê xwe de. Di van xalan de ji kurdan re “kurd çûnîn in, zimanê kurdan çûnîn e, bi zimanê tirkan re cida tû zimanan re axaftin û perwerdehî qebûl nabe” di bêjin.

Evan xalên jehr û mawtê ser serê kurdan de dibarînin naguherin in. Ji kurdan re jî hezdikin ku kurd ser sandoqê bêjin erê an jî na.  

Ew kîşk kurde mala xwe xirab bike di vê guhertinê de bêjî erê û bibe rexgirê AKPê. Bi vê gotina erê re heq û huquqê xwe pêpes bike. Hebûna xwe qebûl neke û înkar bike.

An jî bi vê guhertinê re bêje na û bibe rexqirê CHPê û MHPê. Di rexgiriya MHPê û CHPê zêdetir bibe rexgirê makeqanûna danzdeh îlona 1980yê, a faşîst.

Ev sanoqe hebûn û tûnebûn a kurdan e. Kurd dê di vê danzdeh îlona 2010ê de xwe îfade bike û sandoqên vala ji wan re rêke.

Lewre ava girêrê dikele, tenê ji kurdan re dikakê/zimhêrê girarê têkin ava girarê. Pêjin û bixwin, ku ca bişên bijîn in.

Bi neçûna ser sandiqê re dê aşûtiya berxwedana kurdan pêngav bi pêngav ser neyari de biherik e. Ez bawerim ku kurdê ji xwe şerm ê xwedî xwe derkeve naçe ser sandoqê.

Ji bo hebûna me a qebûl kirina dewletên cîhanê re eve şansê me ê dawî ye.

Ê xwedî namûs û ar be, ê xwedî şeref û hesiyet be, ê camêr be, dê pir hizir bike, dê dawiya xwe û pêşîya xwe baş pêş çavên xwe de biborîn e û naçe ser sandoq ê.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10