Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Îro bila roja we be!...

Îro bila roja we be!...

Malûm e, van rojan dîsa beroşa siyasetê dikele.

Nûçeyên heta vê kêlîkê: “Li aliyekî Iraq demokrasiya xwe bi hilbijartinê dipîve, li dilê Ewropayê Bruksela Belçîkayê bi ser Roj Tvê de hate girtin… girtin û girtin… Li aliyekî dîtir, li Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê bi 24 dengên erê “tevkujîya ermeniyan” hate qebûlkirin… qebûl kirin, qebûl… Tirkiyeyê serbalyozê xwe yê Washingtonê paşve kişand…)

Dewam bikim?

Na na, ez zanim hûn jî westiyan ji vê rojeva agirîn. Dibê qey dinyaya me hemû bi ‘stresa’ şopandina polîtîkayên vir û wir derbas dibe!?

Werim em îro, qenciyekê li xwe bikin û bo rojekê guhê xwe nedine çu tiştî û jiyana xwe ji bo hezkiriyên xwe terxan bikin…

Îro, werim em wekî pêlên sermest ên robarê adarê xwe berdine nav gelî û newalên jiyanê û evro em ‘ji bo xwe’ bijîn…

Îro, em bêhn bikine berfînên ku hêdî hêdî zikê befirê diqelêşin û mizgîniya biharê tînin, bikêşine kezeba xwe û evro em bi qebe qeba kewan re çend beytên stranên em gelek ji wan hez dikin, bibêjin.

Em evro, pê li şerma dinyayê bikin û pê xwe bixine emrê dilê xwe; ew, berê me bide kî derê em jî çavên xwe bimiqînin û tole tole pey bikevin…

Evro bila roja me bît; roka dayik û bavan, jin û mêran, xwîşk û birayan, dilyar û dildaran bît…

Bila, ew gotinên ku eve umrek e me hezkiriyên xwe jê mehrûm kirine, ji qefesa singê me bifirin û werin em evro; ji nişkê ve, biryarekê bidin û li hemû hezkiriyên xwe bigirin…

Dayê, babo, xwîşkê, bira, jinê, pismam, dotmam, hevalino; ez ji te hez dikim!...

Werin em evro hemû kurmên xwe daweşînin û wan ji girtîxaneya hişê xwe berdin, werin em îro xwe wekî aveke sûlavan berdin…

Ma ne, di van du rojên jiyanê de umir têra hindê nake ku em xwe ji hev aciz bikin…

Ez zanim; gelek kes wekî min difikirin, min nivîseke 04’ê Nîsana 2010’ê ya Aylin KOTÎL li ser malpera internethaber ê xwend, min dît ku ew jî wekî min difikire, ez dizanim hûn jî wekî me difikirin û hûn jî dixwazin xwe berdin...berdin û berdin...

 

Ez zanim, hûn jî dixwazin hemû girtî...girtin...hêrsgirtin...kîngirtin...mirovgirtin(an) berdin... Hûn jî dixwazin berdava dilê xwe berdin û bi newalên jiyanê bikevin...

 

Wekî robarekî... wekî biharekê...

 

  

 De kerem kin, xwe ber bi gotara Aylin KOTİLê berdin...

                                     ***

(xwe)Berdan

Carina hem ji xwe, carina jî ji mailên ji xwendevanan tên têdigihêjim ku em ji hêrs û kerbê tijî bûne. 

 Min bi dilekî sax nivîsandiye lê te dît mirovan kerba xwe bi ser min de verişand. Min got, gelo ji ber ku em helwestekê nîşan nadin qey? An jî em tiştê bi rastî jî dixwazin û hez jê dikin nakin qey?

Nexwe em pirsa ka ez çi dixwazim jî ji xwe nakin? Lê ez tiştekî dizanin; jiyan bi kerb û hêrsê û berhevkirinê wê naçe serî?

Gava em ji yên hemberî xwe aciz dibin gelek caran hayê wan jî pê nabe. An jî çu helwestê nîşan nadin. Ji  ber ku em bi awayekî kontrolvaniyê dikin. Her ku em kontrol dikin hesta pirtir kontrolkirinê li me peyda dibe.   

Lê ku mirov ji verêjê re berde zindîtir, rewşeke bi hizûrtir e… Gava em (xwe) ber bi verêjê berdidin em pê dihesin ku hêrs çend bêwate ye û mirov pê pûç dibe.

Dibe ku hûn wekî zanayekê an jî jixwerazîyekê jî li min binêrin.

Ez heta tu bêjî hêrs bûm. Heta bêjî min (xwe)berda jî. Hesta ku ji her duyan peyda dibe nabe ku mirov bide ber hev jî…  

Gava em (xwe)berdidin û bikaribin di pencereyeke dî re li jiyanê binêrin, aliyê bextewar ê jiyanê tê û me dibîne.

Bextewarî jî pêdiviya herî mezin a me hemûyan e. Wekî bêhnstandinê, wekî xwarinê.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi