Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Hizrên Reş û TRT Şeş

Hizrên Reş û TRT Şeş

Di dawîyê de me ji bo vebûn a TRT şeşê şîroveyên xwe ger navbeyna hevala de, ger jî bi nivîsînên xwera înabû ziman.

Me goti bû ku weşandina TRT şeşê derî qanûn e û naha jî her we dibêjîn. Çimkî di qanûnên Tirkide, ku ca TRT bi zimanê Kurdî weşandinê bike tû xalên ji bo vebûna televizyona zimanê Kurdî tûnînin. Heske weşandina zimanê Kurdî di qanûnên Tirkiyeyê de nehatibe garantî kirin, dê bêjin “di nava hizrên reş de TRT şeş vebû” û wê demê jî vebûna TRT şeşê wekî xîmê ser cemedê ye.

Colemêrgî di bêjin “serve reşkirî ye, dilê xwedî ê wê lê xweşkirî ye.” Hindik jî di bêjin palose kirî ye.

Hemberê palose ê gor Colemêrgîya bi Tirkî idareten e, gor ferheng a kurdî jî hemberê idareten ê, bi îdare an jî îdareten tê zanîn.

Ez jî dibêjim ji bona weşandina TRT şeşê birêz Erdogan nava TRT şeşê reş kirî ye dilê Kurda lê xweş kirî ye. Di bêjim jî bila Kurd xwe ne xapînin ew TRT şeş a bê bingeh wekî palose ê tê çav.

Caran me digot ku ev weşandin a zimanê Kurdî ji Kurda re herî girîng e. Çimkî zimanê Kurdî di şerê zilm û zordarî de hate vê rojê, ji wê çendê jî Kurdara serkeftin e.

Rasti ev pêngav a pêşveçûnê, piştî bi zêdehî berdel hati dayînê ra hate vebûn, ne bi pirsyarîmanê hate vekirin. Heta bi hezara nîvîskarê Kurd ne hat gêrtin û kuştin, heta bi hezara zinyar ne hate girtin û kuştin, heta bi hezara wêjekar ê Kurd ne hate gêrtin û kuştin ev kanale ne vebû.
Caran jî bo venêran ê weşandina zimanê Kurdî a TRT şeşê temaşe dikim û fahmdikim ku ev kanale çendî zirarê dide wêje a zimanê Kurdî, çand û dîroka Kurdî. Çimkî bi temaşekirinê re jî tê pêş çav ku meqez dinav weşandina wê de pir dixebite.

Vê dawîyê bi mînaka hunermend Rojîn re hat pêş çav ku TRT şeş esseh yêk alî ye. Rojîn ê du alîtî û meqesa TRT şeşê bi kurtî waha îna ziman.
“Heske temaşevanê hunermendekê pir hebe û programa wî/wê dewlemend be, ji tu kanala bi dilê xwe dernakeve. Programa min a TRT şeşê jî bi bingehî ser pirsgirêka jinan bû û temaşevanê wê jî pir bû. Bes kanalê roja yêkemînde çap li min kirin û weşandina programa min gore dilê xwe dane weşandin. Ez wekî sûcdarê potansîyel hatim dîtin.”
Belê wekî me jorî goti ev vebûn a vê kanala TRT şeşê wekî xîmê ser cemedê ye. Dema binyatê vê hikûmetê qelya, ev hikûmete çû û hikûmetek dî hat, bes ew hikûmeta tê jî dili nebî ku ev kanale berdewamîya weşandina zimanê Kurdê bike, wê demê dê vê kanalê bigirî. Çimkî jiderve qanûnê ev kanale vebû ye. Mirov şê bêjî ku ev hikûmete pêşerojada vê kanalê na girît. Qet garantî a wê heye?
Ma kifş nîne?

Weşandina zimanê kurdî ji bo TRT şeşê serbest e, ji bo tû kanal û kesek dî serbest nîne. Aha duhu tilevizyon a gûn ê bi zimanê kurdî weşandin kir û rexê AKPê ve hate girtin. Ev tê vê manayê, heçî yê gor mejû yê wan nebe, ji wira jîyan tûne ye.

Na bawer nakim. Hûn dê bibînin vê kanala TRT şeşê, ev hikûmeta AKPê dê bigirît, nahêlî pivya hikûmetek dî.

Ha madem ku TRT şeş vebû ye, em di alîyek dî jî şên bînîm pêş çav. Lewma ev kanala TRT şeşê dest bi xebatê kiri, tivê bersifk û daxwazîya Kurda hatiba dayîn.

Rasti jî di vê teknolojîya rojemînde ji Kurda re minasib dîtin re temsîl a herî girîng înaba cih. An ku çand, wêje, aborî, civakî, dab û nêrît ên Kurdan temsîl kiriba. Belê jê dûr e.

TRT şeş heke bi vê weşanêde programên bêwest û nehêja dom bike, dê bi van gotinada ji çand û wêje a Kurda re kêmasîyên herî girîng bînî pêş çav.

Wê demê vebûna TRT şeşê, an ji pêşveçûna teknolojîya rojevê de paşve maye, an jî ji Kurda re henekîya dike. Ji vê çendê ji weşandina zimanê Kurdî a TRT şeşê ji Kurda re feyde ê zêde zirarê dide Kurda.

Bi vê dîtinê tê pêş çav ku îqtîdar a birêz Erdogan pişt berçavkên xwe, ewên reş de bi rexgir û yêk alî temaşeyî Kurda dike.

Kifşe ku di jîyana TRT şeşê de, ji bo xeletîyên weşandina TRT şeşê ev mînake ên Rojîn ê nabin yêkemîn, dê bihezara mînakên wekî mînaka Rojînê bikevin rojev ê.

Bilêvkirin a zimanê Kurdî de, çanda Kurdî, dab û nêrît ên Kurdî zirarê bîbînin dê zirarê bide hebûn a Kurda, ew jî tivê bê zanîn. Şemizarkirina vê kanalê ji hêmî mirovanra herî girîng e.

F E R H E N G:
şîrove : yorum
jinyar : bilim adamı
wêjekar : edebiyatçı
vêner : denetim, denetleme
çap : baskı
civakî : toplumsal
dab û nêrît : örf ve adet
bêwest : kalitesiz
nehêza : seviyesiz

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
6 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10