Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Hey gidî Jiyan!

Hey gidî Jiyan!

Carekê gava rijiya stêrka bext û qubalê, carekê gava ewrên reş fêrî asîmanê dilekî bûn, carekê gava janan hêkên xwe li malzaroka ruhekî heram kirin, êdî zû bi zû bext ji vê vegevizka jehrî rizgar nabe.

Dibêjin, mirov bi xwe ye ajokerê jiyana xwe. Dibêjin, “îroya me berhema duhiya me ye.” Dibêjin, jiyan ji bo her kesî hin delîveyan vedike, lê hin dizanin wan bi kar bînin, hin jî nizanin.

Gava mirov van her du hevokên jorî bide ber hev; Di ya serî de, rewşekê, di ya dîtir de encamekê/hukmekê dibîne. Di ya serî de, kul hêj germ e û hest wekî babelîskekê dizikzikin, di ya dîtir de, hest vemirî ne, mantiqî “hukmê giştî” qebûl kiriye û nirxandina rewşê dike.         

Niha jî bi avriyeke dîtir hem rewş hem jî encam di van risteyên xwarê de raberî me ne: 

Dilê xwe dipesêrim kendalekî, rijde ber rijde pesar/nizar
Li pesarî pê dikevim gulte bi gulte êş û jan jê têne xwar
Li kendalî bi rê dikevim nêzîk dibe payiz, dûr dibe bihar
Hey gidî jiyan, însan kurmê xwe ye bihar be payiz be neçar   

-

Li vê derê ez dixwazim bibêjim ku gelek caran bi hevok û risteyên cuda a rastîn “em heman tiştî” vedibêjin. Mebest heta diçe ber perê Xwedê jî, çi bi lavelav û dua, çi bi stem û gazin, a rastîn, zimanê bedena me heman “bêgaviya însên” derdibirre.

A rastîn, jiyan wekî gulteyeke befirê li ber destê me ye; Hindî hin bi me şîrîn û hingvînî tê, em wê digirin û bernadin lê hin me hay jê dibe, di nav mista me de heliyaye û çu nemaye.    

A rastîn, tenê dîmeneke zelal li ber çavên me dimîne: Însan jiyanê wekî gulteya befirê dimezêxe û xwe dipesêre heliyanê. Însan ji bo “jiyanê ji hevdu re tal bikin û jeng û jehrê bixine navê, her tiştî dikin.” Dibêjî qey em welê hest dikin, ku “riya bextewarî û dilşadiyê bi ser pira jan û jengê re derbas dibe” ji bo xweşiyê em nexweşiyê wekî “rê û rêbazeke herî rewa” di serî de ji xwe re, piştre ji hemûşkê kesên nav jiyana xwe re dibînin.

Gava em dibêjin, “dilê xwe dipesêrim kendalekî ku ev Kendal rijde ber rijde pesar û nizar e” rewşa ku jiyanê peasrtiye me tê ber çavan ku ev jî li devê kendalekî xwerû rijde ye: Mebest jê jiyana di navbera “mecbûriyetan” de tê ragirtin. Paşî li vê jiyana ku me dilê xwe dayê, êş û jan ber para me dikevin. Gava em fêrî jiyana bi “wan” re dibin hin dibînin ku di kendalî wer bûne, hingê jixwe “pêvajoya ber mirinê” yanî “bihar dûr dibe û payiz nêzîk dibe” dest pê dike.

Di risteya “hey gidî jiyanê” de jî encam tê şîrovekirin. Însan kurmê xwe ye; Çi bike û çi biçîne wê hiltîne, diçine. Însan xwe dixwe û “bihar û payiza” vê risteyê “xweşî” û “nexweşiyê” vedibêje. Ma çi ferq e, însan di nav kîjan şert û mercan de be, dawîyê nikare bi wî kurmê nav xwe yê ku serxwerê wî bi xwe ye.

Ango, di vê tabloya “têrreşbîn” de, wek insanê ku “çavekî wî li biharê yek li payizê” dinêre; Bihûşt û Dojeha xwe di nava xwe de vedihewîne, gelo berê me li jiyan hêla jiyanê ye?

Nizar e rûyê şevê
di kenê bêdengiyê de hilawîstî ne çend awazên zîz ên sîsirkan
rûbar dinale nizam derdê wê av e
an ew jî tî ye wekî çavên bûne dijminê xewê
dilê bûye gulteya xemê….
…?
An tenê rituelek e,
Ji riknên jiyanê…
Hey gidî jiyan;
             Tu çend xweş û şîrîn î,
 Hind jî hin tal û tirş…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi