Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Hey gidî dinya hey!...

Hey gidî dinya hey!...

Pal li dîwarekî, ber li diyarekê, dil li beyarekê... roj wekî avê kendalan ji umrî diqulipînin; peyv û têgeh li yên nûtir têne guhartin; qeda darê stûrtir, bejna wê bilindtir, dara umrî ‘ziravtir’ dibe.

Ajans radigihînin; îro, “generalekî dîtir hate girtin”, “balafir bi ser bajaran re nizim difirin”, “li bajarekî dî zarokek bereqaniya xwe ji polîs vedişêre”; zarok tên girtin, general tên girtin, şaredar tên girtin, girtin, girtin û girtin...

Hey gidî dinya...

Dîwarên girtîxanan bilintir û  stûr dibin; li berpalan endezyar hate zanîn dê bi “TOKÎ’yê  re îhaleya girtîxaneke nû bigirin.

Hesab tê pirsîn ji dîwaran, hesab tê pirsîn ji diyaran...

Hafizeya siyasetê wiha ye; her bûyer, bi ‘sûra qiyameteke nû’ tête ragihandin, lê a rast,...

A rast, bo min dilekî xav, bo te çavekî tisî, bo wî çengeke tijî gul e belkî jî...

Lê a rast, ew e ku ‘yê têr hay ji birsî’ yê jêr hay ji yê jor nîn e.

Hafizeya ‘însan’ agirê bi pûşî ye; gur dibe, pir dibe lê di gavê de pûç dibe... Hafizeya însan, îro zikê têr, sibê ‘xwedê mezin’ e; duhî çû, pêr ne xema min e...

Ajans radigihînin, ‘zîrve li ser zîrveyê hatiye lidarxistin’ general li solanên Dadgehên Sivîl de sernixwîn kirine; li Tirkiyeyê, bayek nû tê...

Hey gidî dinya hey; dêmek, jiyan ne bi zorê ye bi dorê ye... Gelo îro dora kê ye, hespê kê li meydanê cirîdanê dike?

Hey gidî dinya hey!...

Umir dîsa wekî avê pêl bi pêl ber bi bêdawîtiyê ve hêl dibe...

Dîwar stûr dibin; dîwar hildiweşin...

Belkî, ‘encam’ belkî  ‘fînal’ belkî ‘dûmahîk’ bo çu kesê ew nebe ew ya ew dipê...lê, hemî dûmahîk dibin destpêkeke nû di bin herifteyên dîwaran de...

Ajans radigihînin, “dê siyaseta vî welatî her roj bikaribe ser sêla xwe çend stratejiyan bipêje..”

Argûn germ e...

Ar har e...

Lê dil sar e di vê meydana qeboyê de...

Hafizeya meydanan jî ‘vala’  ye; ma kî nemaye ku hespê xwe lê nebezandibe, ma kî  nemaye ku gêra xwe lê nekiribe, ma kî maye ku sonda xwe lê nexwaribe?!

Lê di dîrokê de ew her dem dûr ragirtine; dûr ji hafizeyan wekî ferinde li asîmanan gihandine, hin kirine Stêr û li Starê stêrîne, hin jî kirine xwedawend li Olimpiyosê çikilandine lê rastiyek heye; di saxiya xwe de çu kesê çu carê gotineke şirîn jî, çu keçên kezîzer memikên goliver, sîng û berên wek penîrê koçeran (bi qewlê dengbêjan) jê re pêşkêş nekirine.

Derwêş bo Edûlê tenê  figûreke mêrxasiya ber sîngê neyar û dijminan, Xecê ji bo Siyamend nêçîrvaneke xeşîm bo dengbêjan mijara klam û germkirina dîwanan.

Di wextê xwe de çu kesê pûke bi hubra Xanî nekiriye û çu Dilber jî ji ber beytên Cizîrî nebûye şebçirayê şevên Kurdistanê...

Dîrok, her dem xwedan hafizayeke çêkirî, xweşmêriyeke pêvekirî, û jêrhişeke bîjî bûye...

A rast,

Tenê dîwarên însanan hebûne;

Lê li pişt wan dîwaran çi qewimiye!?

Aha pirs jî ev e... Li pişt dîwaran çi qewimî?!

Nexwe ‘zîrve’, ‘derbe’,  ‘plan’ hemû ‘FORMALÎTE ne!...

Hey gidî dinya hey!...

Qey ev bêhnstandin û dilperpitîna ME jî formalîte ye!?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi