Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Hewla YEQÎN, Şoreşa çandî û fêkiyê edebiyatê

Hewla YEQÎN, Şoreşa çandî û fêkiyê edebiyatê

Edebiyat an jî bi kurdiya me ya nû WÊJE, fêkiyê payiza dereng e; gîsnê xwe kûr lêdixe, bizr û tovê xwe kûr berdide û ji binî de dibişkûve.

Bi kurt û kurmancî, bandora dahênanên wêjeyî di jêrhişa civakan de gelekî zal û kifş e û xwedan giraniyeke bêhempa ye.

Hemû edebiyat berhemên ‘şoreş, bizav, hilpekîn, serîhildan, ramîn û hizirîna’ civaka xwe ne.
Ango hemû pêlên edebî, encama pêlvedana hizrî ya wê civakê teşe didin xwe û li ser kok û binîşê wê civakê şax vedidin…

Îja li Kurdistanê şoreşa civakî hê jî li dar e û pêvajoya teşegirtina civakê berdewam e, ango ev pêl, kaos e û jixwe wêje jî, ji koasê peyda dibin û ji nav wê de dibişkûvin. Bizrê edebiyatê kaos bi xwe ye.

Min nevê dirêj bikim, tenê min dixwest malavahiya hêja YEQÎN û hevalên wî bikim ku van camêran, bi şert û zirûfên xwe yên berteng, li MÊRSÎNê çirayek vêxistiye û ketine nava pêkolekê ku di şêwr û şêwrdanên wêjeyî de, ligel çend dost û wêjehezan dîwaneke kurmancî ya zêrîn bigerînin.
Destpêk bi mîrê helbestê, mam Berken Bereh bû, paşî dora kaniyê dane me û em çûn bajarê MÊRSÎNê û me dengê kurmanciya çiyê li wir gerand.

Min divê bêjim ku şêwra me gelekî xweş geriya; têr û tijî bû. Ew dostên ku hatin û di birk û quleteyna peyva me de tîhniya xwe şikandin, hiştin ku hêviya me ya bo siberoja kurdî heft bejnan dirêjtir bûbe.

Li vê şêwrê dîsa piştras bû ku –ya esas ne hejmar e, ya esas naverok û kakil e- carina tenê 10 kesên xwedan bîr û hizreke bilind, berdêla 10 hezar kesên gelemşe û badevkî hene.
Lewre divê bêjim, Yeqîno, tu li ser riya rast î û dîsa hezar carî mala te ava!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi