Hesabpirsîn / Hesaplaşma
Hesabpirsîn
Ey cihan!
Bigire deriyên reş û tarî
Yên di nava dilê xwe de,
Bigire şibakên xwe
Bila ronahî nekeve hundir...
Bila her kes li hev bide
Bila xwîn biherike, rondikên çavan bibarin
Mirin bila bibe mirin
Û
Xencer bila ji bo tariyê rabin
Bila pirtûk bên sotin,
Dema dibêjin dinya dizivire
Bila xwîn bê bîra mirov! ..
Hişyar be;
Bila misqale ronahî jî nekeve hundir
Zinhar, ha!
Divê kes nebîne ronahiya ku ez nebînim
Kes ji min bêsûc û paqijtir nebû,
Kes kesekê tu kesê nin e êdî
Weke dema ku ez bêkes bûm
Û li ber bombeyên bêkesiyê dibûm xwelî
Bila navê min neyîne ziman qet yek ji Anatolyayê
Bila yek Asyayî, Ewropayî navê min bi lêv neke
Bila navê min neyînin ziman ên navên wan hene
Zinhar,
Ku, wan mirovan, qirkirina min temaşe kir!
Ku, wan mirovan cesedên min pelçiqandin!
Ku, wan mirovan hê ji xwe re aqilek negirtiye!
Ey kurên Adem;
Navê min neyînin ziman
Ku ez hatim kuştin hûn nekujin tu kesan
Ku ez hatime kuştin nedarizînin kesê
Ji ber ku li hember kuştina nîjada min
Li hember pelçiqandina nîjada min
Li hember jiholêrakirina nîjada min
Hûn her tim
Lê her tim bêdeng man
Min bi caran tif kir rûyê wan kesên
Ku lî wêneyên min mêyze kirin
Tenê ji xeynî kesê/a ku ez di hembêzê de mirim
Ez nehatim bîra we
Ne wisa, mirovno
Ey yên di odeyan de
Ku naxwazim piştî min ronahiyê bibînin
Hûn nikarin min bînin bîra xwe
We tenê laşê min dît
Hinik ji we kêfxweş bûn
Hinan ji we rondikên derewker barandin
Hinan ji we bi min leyisitin
Birayên min jî bêdeng man, nebûn yek
Hûn lê nenêrin ku her tim tê bi bîranîn
Cihê ku ez li mirim
Dema ku ez çûm
Navê wê jî qirêj bû
We şermeke dîrokî jiya
Aqlê we nehat serê we! ..
Va ye ew roj;
Ku ez dê bikaribim bibêjim "ez Kurd im! "..
Va ye ew roj;
Ku ez dê bikaribim bibêjim "Ez Helepçeyî me! .."
--------------
Hesaplaşma
Ey cihan
Kapat
İçindeki karanlık odaların kapılarını
Pencerelerini ört
Işık girmesin içeri
Herkes birbirini vursun
Kan gözyaşına boğulsun
Ölüm ölüm olsun
Hançerler karanlıklar için çekilsin
Kitaplar yakılsın
Dünyanın dönüşü kanla hatırlansın
Dikkat et
Tek bir ışık bile süzülmesin içeri
Sakın ha
Sakın
Benim görmediğim ışığı kimse görmemeli
Kimse benden daha masum değildi,
Kimse kimsenin kimsesi değil artık
Tıpkı benim kimsem olmadığı anda,
Kimsesizliğin bombalarında kül olduğum gibi
Adımı hiçbir Anadolulu ağzına almasın,
Adımı hiçbir Asyalı, Avrupalı ağzına almasın,
Adımı adı olanlar ağzına almasın
Sakın! !
O insanlar ki katledilişimi seyrettiler
O insanlar ki cesedimi çiğnediler
O insanlar ki hala ders almadılar
Adem"in oğulları;
Adımı ağzınıza almayın
Ben öldüm diye öldürmeyin birilerini
Sırf ben ölmüşüm diye kimseyi yargılamayın
Zira siz soyumun katledilişine
Soyumun ezilmesine
Soyumun soysuzlaştırılmasına
Hep
Ama hep
Seyirci kaldınız
Bana ve fotoğrafıma her bakanın
defalarca
yüzüne tükürdüm,
Sadece
kollarında öldüğüm kişi hariç
Beni hatırlamadınız
Değil mi ey nainsanlar
Benden sonra ışığın girmesini istemediğim
Odalılar
Beni hatırlayamazsınız
Sadece leşimi gördünüz..
Kiminiz sevindiniz
Kiminiz kahpe gözyaşları döktü
Kiminiz beni kullandınız
Öz kardeşlerim bile sustu, birleşmedi
Bakmayın öldüğüm yerin
Sürekli anıldığına
Ben gittiğimde zaten
adı bile kirlendi
Tarihi bir utanç yaşadınız
Akıllanmadınız
Birgün sizden öcümü alacağım
İşte o gün,
'Ben Kürt"üm! ' diyebileceğim...
İşte o gün Ben Halepçeliyim! diyebileceğim
Erkan Çapraz
* Kürtçe'ye çeviri için Hemîd Dilbihar'a teşekkürler.