Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Heke hato şer qewimî

Heke hato şer qewimî

Ev nêzî demekê ye bayê şerî bi çep û rast digimîne û babelîskê bi ser welêt de tîne. A rastîn, jixwe li vî welatî şerek heye û roja xwedê nîn e ku agir bi dil û kezeba çi dayik û bavan nekeve…

Lê ev şer weke ‘şerê navxweyî’ ye û ji ber hindê zêde gurî û pihêtên wê nayêne xuyanê, heke bên jî dewlet bi medya û çapemeniya xwe lê dike sî û dinixumîne.

Lê niha şerê bi dewletekê re di rojevê ye; Vê dema hûn vê nivîsê dixwînim belkî parlamentoya Tirkiyeyê ‘tezkere’ya bo lêdana Sûriyê qebûl kiribe jî.

A rastîn Dewleta Tirkiyê ji zû de ye li benda keysê ye ku xwe li Sûriyê biceribîne; Lewre di her helkeftê de weke dîkekî xwe radikêşa û bi jin û makî dadipîvayê û dida nav mişarê…

Benê dîzkê duhî (3ê Çiriya Berê) bizdiya û Sûriyê weke “bizina ecelê wê bê ku biçe nanê şivanî bixwe…”berê topxaneyên xwe da bajarokeka Akçakale ya bi ser Ruhayê û bû sebeba mirina 5 sivîlên Kurd ên bêguneh ku 3 jê zarok û 2 jî jin bûn.

Sûriyê çima weha kir?

Gelo bi rastî jî xwedanê vê kiryarê Artêşa Sûrî ye, an Artêşa Sûriya Azad e ku ji bo têkvedanê û jinavbirina Kurdên Rojava ‘paletiya Tirkiyeyê’ dike?

Gelo qey ev tevneke reş e li dora Kurdên ‘xwelîser’ tê raçandin?

Tirkiye behsa avakirina ‘herêmeke tampon’ dike, gelo ev herêma Tirkiye dixwaze ava bike, kî der e û mebesta wê çi ye?

Nebî vî benî li gewriya Kurdan bialînin?

Û bi sedan pirsên dîtir ên metirsîdar….

Diviya Kurdên Rojava di vê pêvajoyê de li kû û li nik kê cih bigirin?

Jixwe aşkere ye, gava yekîneyên Tirkiyeyê da ser sînoran li aliyê dîtir Hêzên Parastinê yên Kurdan hene, ew ê çi helwest û bizavê nîşan bidin; Ma ji Tirkan re nabêjin kerem kin werin li d…ya me siwar bin!?

Kêşe gelekî dijwar e, ava serê Kurdan tê germkirin. Dewleta Tirk, weke ku Serokê Konseya Rêveber a KCKê Murat Karayilan jî amaje pê kir, “Heke dewleta Tirk bibe ker jî lê siwar nebe çi ko ew ê te li cihekî bi xafletî ve bifirîne/bavêje xwarê…” xwedanî surişteke weha pêbawer nîn e. Cihê baweriyê li nik nîn e, weke pêşiyên me dibêjin, “Roma reş xayin e, bextê wê çu nîn e…”      

Ev giş aliyekî madalyomê ne…

Li aliyê dîtir, gelo cıvata Tirk ku di şerê navxweyî yê li hemberî PKKê hatiye ber felişînê, dê bikaribe şerekî bi Sûriyê re rake?

Gelo dewleta Tirk dikare ji bin barê aborî yê vî şerî derkeve?

Heke hato şer qewimî û Tirkiyê li dijî dewleta Beşar Esed çeper veda em Kurd dê li kî dera vî şerî rawestin?

Ligel ku ev şer dibe ku bo Kurdan derfetên zêrîn ên dîrokî bi xwe re bîne, di heman demê de ev rîsk heye ku bibe sebeba malkambaxiyeke gelekî mezin jî.

Çi ko şer rasterast li nav axa Kurdan, bi ser ser û guhên zar û zêcên vî gelî diqewime û di nav şerê fîlan de weke moriyan dibe ku biperçiqin jî…

Ji ber hindê, divê em bibêjin herin şerê xwe neynin bi ser ser û guhên me…

Dagirkerno, demildest destê xwe ji nav welatê me bikêşin, tîş û telîsên xwe bidine pişta xwe û herin cihê hûn jê hatine/jê derketine… Têgihîştin!?

De bes e lo!   

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi