Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Gûzereş

Gûzereş

Gava behsa edetên me kurdan tê kirin gelek caran difikirim, dibêjim; “Gelo behsa kîjan kurdan dikin, kîjan edet û tore?”

Dibêjin, “Di edetên me kurdan de heye revandina jinan, mêrkujî, (cinayetên toreyî wekî paşnavê me tê bilêvkirin) dujinî û hwd”

Ez jî kurd im. Li gundekî Kurdistanê mezin bûme. Ev gund di navbera du çiyayên bilind Gare û Sermedarî de ye. Li vê derê çandiya birinc û genimeşamî (gilgil) tê kirin û darên gûz, spîndar, mazî, benavê xemla vî gundî ne. Hingiv, nîvişk û gulola wê li deverê gelekî bi nav û deng e.

Gundê ku ji pênc binemalan pêk tê bi robarê zelal î boş ê ku xwe di nîveka wî re berdide xwarê dibe du rex: nizar û beroj. Li berojê wê berê keldanî û nizarê wê jî kurd pêkve dijiyan. Ligel perêzgeheka Laleşî ya çend hezar salî, mizgetek, keleyeke dîrokî (qesrê) û sê dêrên vî gundî hene. Ji vana dêra Berojî di mehên tebaxê de dibû cihê karnewalekê ku li wê derê kurd û fileyan Dêlendiza Şanedêrê li dar dixist û ji her devera Hekarê file û kurd li hev kom dibûn û şahî û şengek digerand. Di vê dêlindizê de law û cana salê dihate hilbijartin.

Taybetiyeke herî berbiçav a vî gundî ji berê de ev bûye ku li vê derê gundiyan xwe bi xwe xwe bi rê ve dibir. Gund bi ser çu eşîran ve nebûye û wan bi xwe ji malbatekê bi navê Qazî (taybetiya herî girîng ya wî diviya zana û xwende bûya) wekî mezinê gund hildibijart û ji her binemalekê yê herî zana û aqildar jî pê re Dîwana Aqilmendên Gundî ava dikir û vana bi hev re gund bi rê ve dibir. Di şîn û şahî, hawar û zibareyan de vê dîwana rihspiyan serkêşî û pêşengî dikir.

Li vî gundî tiştê herî balkêş ku li nav eşîr û êlatên dîtir ên Kurdistanê nayê dîtin ew e ku li vê derê zewaca bi dujinî rûreşî bûye û heçî hewleke wisa bidaya ji gundî dihat vederkirin.

Her dîsa, li vê derê çu carê (îstîsna tê ne) keç û law bi zora malbatê nedihatin zewicandin û kê ji kê hez bikira (li exlaq û zanîna wî/wê dinihêrtin) ew didane hev.

Tişta dîtir a balkêş ew e ku li vî gundî çu carê qelen û nexşbirîn ku edeteke gelekî berbelav e li Kurdistanê, çênebûye.

Taybetiyeke dîtir a vî gundî ew e ku di hêla tore û zargotina kurdî de xwedan dewlemendiyeke bêhemta ye. Awayekî stranan yê bi navê "Stranên dîwankî" ku şeşbendî ne û bi meqam û newayê kurdîhîcazkar tê velorandin, tenê li vî gundî heye. Her weha heyran û payizok, lawje û lorikên ber meşkê jî çend cûreyên strana vî gundê taybet in.

Di gundê ku bi çand û kevnetoriya zerdûştî, tarîqet û keldaniyan siwêrî de, tişta herî xweş serbestiya însên e. Li vî gundî çanda pêkvejiyanê ji berê de rehên xwe berdane û riya herî dûr a çareseriyê şer û lêkdan e. Li vî gundî çandeke xweser a jiyanê ku ji ya êl û eşaîriyê cudatir he(bû)ye.

 Navê vî gundî Gûzereş e. Di nava hişkebîriya eşîrkî ya Kurdistanê de xweser maye û heta îro bi vê çandejiyana xwe hatiye. Çanda xwecihiyê li vê derê peyda bûye ku vê tesîr li ser karekter û axaftina vê derê jî kiriye. Bo nimûne, gûzereşî di axaftina xwe de tîpa "r" dinermijînin û di helkeft û rûdanekê de ewilê riya lihevhatin û pêkhatinê diceribandin û zû bi zû nedixwestin bi çandên ji xwe cudatir re bikelijin. Çandparêziyeke hişk li wan he(bû)ye ji ber ku ev şêweçanda vê derê ji eşîrayetiyê gelekî bipêdetir bûye.        

Ez dibêjim qey bi çavekî sosyolojîk sertapê hewceyî bi lêkolîna çanda Kurdistanê heye. Her kes dikare bi şêwejiyana gundê xwe dest pê bike.

Ez wisa pê hesiyam ku Gûzereş ne tenê gundek e; ew, her wiha şêweçandeke têkel e. Çima wisa dibêjim? Ji ber ku gava eşîran seberat bi jinrevandin û tehakumê mêr ji hev dikuştin, wan; bi heyran û payizokan dergehê dilê hev dipeland û deryaya çanda kurdî kûr û mendtir dikir.

Gava di nav eşîrên cîran de dujinî marîfet û serfirazî bû, wan; ji ber vê yekê mêr ji gundî dikirine derê.

Gûzereş, bi surişta xwe jî warekî avî û xwerû şînkayî ye lê pêşû û kermoz çi xweşiyê nadin ber mirovî. Ez dikarim bêjim ku heke min karîba careke dîtir bême dinyayê bêşik û guman min ê xwestiba li Gûzereşê bijîm.

Çi ku, warekî avî û hêşîn zîhneke avî û dilekî hêşîn çêdike. Ma ji qesta nabêjin, “Her kes dişibe warê xwe!” 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
8 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi