Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Gula Pîrozwer -1-

Gula Pîrozwer -1-

Di jîyana mirovi de  her û her tiştik nû heye. Heske jin an jî zilamek be, teqeze (mutlak) jîyana wi/wê de tiştik yekemîn heye. Di jîyana wi/wê de ew tiştê yekemîn nik dilê wi/wê herî girîng e. Nik dilê wi/wê ji çend zêr û dirucewahirên cîhanê, ji çend maludewletê cîhanê pêtir pêwîst e. Jîyana wi/wê de rûperek wekî berfa payîzê spî vedike. Di wê rûpera spî û giring de têkiliyên cînar û hevalên wi/wê nû bihev re dişipikîn e. Wekî dilopek ava zelal ji kevîyên befra zozana de dilopdike nava dilka wi/wê. Lewre hesreta wî/wê bi gotin û nivîsînan re xilas nabe.

Wekî evîndarê ciwan lijêr hêvî û daxwaziya xwe a wekî agirê dara kewzanê gorbû û kevti dilka wi bi dil kul û kuvanî diîne ziman. Ev jî tê vê wateyê ku evînîya wi wekî rûbarê gora agiri tev laşê wi danîye hindirê xwe hiş û nîgaşên wi disoje. Kulîlkên dilê wi hêvî û daxwaziyên nîgaş û xewnên wi de bihebûna evînîya wi re caran geş dibe caran jî çilmis e, reş dibe. Ji ber vê yekê jî serhildan û qîrîyên wi caran îsîlê avahi, caran jî nevçavê çiyayê mismit dide û dengvede guhên wi. Ji wi zêde guhdariya dilka wi, guhdariya avaz û bangê wi nade.

Ji ber vê yekê di serê herî ciwana de ev çîroke borî ye. Di vê sedemê de evîndar çavtarî bûye û çavên wi çu tişti nabîne. Êrişê dibe kulîlkan, dibe dar û keviran, dibe ax û çiyayan, dibe mirov û hêwanan. Wekî dîn û hara li çol û çolistanê digere, deşt û newala digere, mêrg û zevîyan de digere, ji xwe re tu war û wargeha nagire. Ev evîndariya hindirê dilka wi de wekî evîndariya welat, wi qirqiçîn e.

Di van gumana de nîgaşên xwe ê kul û kuvanî dide xebatê û dibê.  

Bi taybetî, ew birû û mijangên te ên wekî tîr û kivani. Ew çavên te  ên wekî qîr ê reş û bi nêrîna te ewa wekî fîşekê, dilk û hinavên mirovi disimît. Ew lêvên te ewên mirov hizirdike ku bi pênûsê hatîne çixêzkirin. Lêvên wekî pişka goştê sor ku qebê* mirovi dixwaze. Didanên te ên wekî dindikên birinci kevti ber hev û rêzbû bin wan lêvên goşti, ên daxwziya evînîyê dikin. Mirovi dihelîn e. Rûyê te ewê wekî sîtavkê (tîrojê) çavên mirovi qirmiçîn in. Mirov ji lawînîya te şermdike. Biskên te ên bihevre badayî diber guhên te de jorda tên ser singê te. Pirça (pora) reş wekî sî kezîyan vehandi, dinava milên te de jorda berdayî ser navtenga te a zirav. Ew du sêvesorên ser singê te di bin kiras û fîstani de serhildayî, lawîniyek cida dide bejna te.  Bejna te ewa wekî çinarê gor wê bejnê navtenga te a zirav kevti navbeyna mil û nêhkên te. Mirov dibêje navtenga te dem maye ku dê bizdî an ku qipî. Dema tu fîstanê sor ê qedîfe, ê gulên mezin re nexşandi û nava wi fîstani de jî kirsê zer an jî spî li xwe dikî, dêbêji tu xwedawendî. Bi xwekirina wan kiras û fîstani ve dê bêji tu xezalek bîyanîyî nêzîkbûna te bêimkan e. Dema tu miruj a reş dixwey û daqurtandinî di gerdene te dîyardike û heta binecihîyê jî pêş çav e.

Ez dibînim ku çend fîstanê tu liberxwe dikî, tev bi gul in.  Gulên fîstanên te hindik biçûk in, hindik ji wan jî mezin in. Belê tu di nava wan fîstanên bi gulan nexşandi de, wekî baxçeyek gulani. We dîyare ku tu evîndarê gulani. Heke tu evîndarê gulani, bizane ez dê kerbê ji te bikim. Ser vê kerbê de jî dê bikevim gomana te. Lewre jîna gulan hindik e. Belê ez hezdikim ku jîna te bi sed salan re winda nebe. Hindî cîhan hebe tu di vê cîhanê de bijî. Herê her bijî ku destê min negehe te jî, ez ji durahiyê temaşe te bikim jî, ji min re bes e. 

Ji min biborîn e.

Belê ez lêborîna xwe ji te dixwazim.

Di pirsim çima tu hinde miftelayê gulani? Nê tu bixwe guli. Ew jî tu gula kesk, sor û zeri. Bi van rengên xwe ên pîrozwer re tu gula ber dilê min i û di dilê min de mizafer i.

Qatî tu bihezkirina gulan re dixwazi ku ez vêzar bibim. Tu dixwazi ez çend temaşeyî te bikim ez kulecergî bibim. Qatî tu dixwzi bibi qatilê riha min. Te divê ez jîyana xwe winda bikim ku ca tu cîhanê helîni.

Hêvîyê ji te dikim ji min re hinde rikdar nebe. Kevirek grovir danê ser dilka xwe a rikdar û bila dilka te bi halê min re bisoj e. Te çi ji min divê. Min ji te re got nê tu gul i. Tu gula deşt û newalên dilka min i. Tu gula zevî û mêrgên jîna min i. Tu gula çiya û zozanên hebûna min i. Tu gulên nava hiş û ramanên min i. Tu ji min re herî nazdari û pîrozweri.

Tu welati. Tu wek welati nazdar i. Bi nazdariya welat wê de tu zimanê min i. Lewre ziman çu nebe welat jî çu nabe. Tu jî dizani ez bi zimanê dayika xwe re heme, heke zimanê datika min çu nebe ez jî çu nabim. Te zanî ku tu wekî zimanê min ji min re girîngi. Ez wekî hewceyî zimanê xwe her we hewceyî te me. Baş bizane.

Ma te gula li erdi çandi nedîtîye? Ne; bawerim te nedîtîye?

Dema toxumê gulê te çandi erdi û guhdariya wê gulê bi avdan û xeparê re xebite. Ew gul çawa reh ên xwe dinava axê de zêde dike. Di demek kurt de çawa ew li wê herêma lê hati çandin wekî baxçê cinetê dixemlîn e. Çawa ew gul bi hebûna xwe re bêhna xwe a mîskuemberan diherikîne nava nîgaş û hişên mirovan. Tu jî bi wi rengi hebûna xwe re min dihelîni. Av û xwînê ji laşê min dikêşi. Min wekî mirovê sefyane berdî çolê.

*Qeb: Ji bo qadan xwestina hevrikiyê. (Meydan okumak.)

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10