Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Gendelî û ahê kurdan

Gendelî û ahê kurdan

Cemaeta Gulan û Hikûmeta AK Partiyê çima xwe li hev rakêşan?

Kê pif kire bin vî agirî?

Tîr êdî li kewarê hilnehat û her tişt ro bû û rijiya meydanê. Êdî silkên hikûmetê spî bûn. Şerê parvekirina desthilatê bi lêkkeftin û xwebixwetiya ketî nava hêzên serdest xwe da der.

Gendelî, ango bi awayekî nelirê bidestxistina milk û malî, li derveyî çarçoveya qanûnan karkirin… 

Wekî her kesê, her miletî, her pêla hizrî û îdeolojiyê, her tevger û livyanê; em kurd jî xwedan hin refleksan in ku her helkeftin û qewmînê, li gorî rewşa xwe dinirxînin, şîrovan jê çêdikin û tînin li gorî rastî û bejna cesta xwe, bi serober dikin.

Ev qewmîna ku bi derdestkirina kurên wezîran encam da, her çendî şerê di navbera baskê hikûmetê û yê cemaetê ku ji ber parvekirina îqtidarê li hev ketine de pêk hatibe jî, ji aliyê me ve jî hin encamên wê hene ku em jî diviya li ser bifikirin û li gorî pêşhatan pozîsyona xwe biguherin.

Ew hêza ku weke “cemaet” tê binavkirin, ji mêj ve ye li Kurdistanê bi piştxurandina derfetên dewletê hespê xwe dibezîne û bi karê bişaftin û bêtesîrkirina civaka xwe radibe.

Cemaet, projeyeke dewleta kûr e û bi îmtiyazên dewletê, li Kurdistanê hatiye pawankirin û bi armanca şikandina îradeya kurdan, dam û dezgehên dewletê jê re hatine berdan û terxankirin.

Ev hêza bi rêbaza “taqiyê” wek hepsê Trova bi armanca belavkirina senteza Tirk-Îslamî ya li Kurdistanê û entegrekirina kurdan a bi dewletê ve, li Kurdistanê hatiye pawankirin, îro, ji hecmê xwe zêdetir dewlet bi dest xwe ve bir lewma dewletê operasyoneka biçûkkirina cemaetê bi destê AKPê da destpêkirin.

Ev bi daxistina Dersxaneyên Cemaetê gihîşt asteke wisa ku êdî ji herkesê ve ron û aşkera bibe.

Yanî tîr ji kevanê verist û firiya…

Xasma ev şerê behsa wê heyî, ji mêj de ye, binve binve di navbera Hikûmet û Cemaetê de heye. Weke hemû hêz û îqtidaran hikûmeta AKPê jî çi şirîkan naxwaze,lê Cemaetaku bo rolê têkbirina kurdan hatibû wezîfedarkirin, rolê dîzaynkirina siyaseta dewletê jî bi destê xwe ve anî û dam û dezgehên girîng ên dewletê, zeft kirin.

Roj hat, hesabê Cemaet û Hikûmetê li hev nekir û bazara li ser tefandina şoreşa Kurdistanê gihîşt qonaxeke dîtir. Êdî, Hikûmet û Tevgera Kurdî rûniştibûn û kabên xwe davêtine ber hevdu.

Lê çi dilê Cemaetê yê çareserkirina vê pirsê nebû. An jî çareseriya ku wê û hikûmetê difikirî, pir li hev nedigirt. Êdî welê bûbû ku ew ji bo hikûmetê ne partnerek lê xeterek bû û diviyabû guliyên wê bihatana tiraşîn û hevsarê wê dîsa di destê Hikûmeta Muhteşem Teyîb de bûya.

Lê belê bazara sûkê û malê hev negirt!...

Gelo ahê kurdan ji wan dihate derê? Em vê nizanin, lê a aşkere ew e ku piştî ku Hikûmet û Cemaetê xwe ji hev safî kir, herdu jî dê bi lavelav bêne ber derê kurdan.

Gelo kurd dê vê nakokiyê çawa bi kar bînin û aliyan bidin zorê ku di pirsa kurdî de gavan pê bidine avêtin.

Dawiya dawîn, di siyasetê de valahî nayê pejirandin, mecbûr e, li gorî rewşa reel, li gorî konjunturê rêyekê bidine ber xwe û konsepta xwe li gorî wê çendê deynin.

Ev şerê navxweyî şerê kurdan nîne, destê herdu aliyan jî di xwîna genc û lawên kurdan de heye. Hêj jî ‘termên’ Robozkê, Gever li ber tavê ne, yek di encama nakokiya di navbera Hikûmet û Artêşê de; yek jî di encama nakokiya di navbera Hikûmet û Cemaetê de qewimiye.

Kurdno, zû nekevin kelecanê; ya tîr hêj di binê dîzê de ye…     

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi