Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Gelo Amerîka dest datîne ser doza kurdî?

Gelo Amerîka dest datîne ser doza kurdî?

Van rojên ku “Bihara Erebî” yek saliya xwe li pey xwe dihêle, “Doza Kurd û Kurdistanê” li ber vê pêla guhartina derdora xwe dixişe ser zemîneke nû.

Sûriye, van rojan bo ‘kurdên xwe’ Başûrrojavayê Kurdistanê xweserî û otomoniyê nîqaş dike, beramberî wê, li başûrê Kurdistanê dengê “mafê çarenûsê” bilindtir tête bihîstin.

Li rojhilat jî liv û tevgerên germ berçav dibin.

Di vê hengameyê de, li bakurê Kurdistanê ku bi destavêtina girtiyên zarok ên keviravêj ku di raya giştî de demeke dirêj gutûbêj li ser hate kirin, wijdana raya giştî diêşîne û ev kirêtkirina li Girtîgeha Pozantiyê, weke derza herî mezin a jêkvebûn û jêksarbûna navbera Kurd û desthilata dewleta Tirk deng vedide.  

Îro jî birrek kurd li Şirnexê (li gorî nûçeyên heta vê deqeyê 20 kes) hatine destgîrkirin. Pêla maliştina kurdên hişyar û polîtîze ya li bakur berdewam e.

Aha di nav vê qîr û qalê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) raporek der barê têkiliyên xwe û Tirkiyeyê de weşand.

Li gorî nûçeyên li ser malper û medyaya civakî û ajansan, ev rapora bi navê “Tirkiye: Begraund û Têkiliyên bi DYAyê re” ji raya giştî re weşand.

Di vê raporê de, têkiliyên Tirkiye û DYAyê bi berfirehî têne bibîrxistin û hevkariya her du aliyan a li dijî PKK û doza kurd têne berçavkirin.

Rapor, berevajî piştqewîkirina vê têkiliyê, weke ku destwerdanek li siyaseta hemberî kurdan a îktidara Tirkiyeyê be, dewleta Muhteşem Teyyîp dide ber tîr û rimên rexneyê û girtin û zindanîkirina siyasîyên Kurd bi tundî tê şermezarkirin û banga diyalog û çareserkirineke lezgîn li Tirkiyeyê tê kirin.

Di vê raporê de, li gel Serokomar Abdullah Gul, Serokwezîr Receb Tayyip Erdogan, Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê PKKê Abdullah Ocalan weke aktorê pêncemîn ê herî bandor ê siyaseta vî welatî tê destnîşankirin û bala Tirkiyeyê bo ser vê xalê tê kişandin…

Her weha rapor balê dikêşe ku PKKê dest ji doza “cudaxwaziyê” berdaye û ew wek dozdarê mafên “çandî, nasnameyî û xweserî” nîşandayîn û ev jî weke mafekî rewa tê nîşandayîn.

Ev hewldan, wek “rûspîkirina PKKê” dikare bête xwendin û mirov dişêt bibêje ku DYA êdî ji rêçûna siyaseta Tirkiyeyê a hemberî Kurdan nerazî ye û ev rapor weke “guhbadana Tirkiyeyê” jî dikare bête xwendin.

Weke em giş pê dizanin ku çu rapor ji aliyê DYAyê ve weke tesaduf û nirxandineke jirêzê nayê dîtin; Ev yekser ji bo Tirkiyeya ku li Rojhilata Navîn rola cendirmetiyê DYAyê hilgirtiye, talîmat e

Xuya ye, di plana DYAyê ya nû de, rola Tirkiyeyê û qewlê ku dabûyê ber bi dûmahîkê ve têt.

Tirkiye an dê li ber vê guhartinê xwe nû bike û pirsa kurdî, di çarçoveya projeya mezin a DYAyê de çareser bike, an jî dê di meydana siyaseta DYAyê de bête vederkirin/îzolekirin.

Wer reng e, rola Tirkiyeyê dane Erebistana Siûdî; Berî hefteyekê bi biryarekê Mîrnişîna Qeterê xwe wek eyalete Siûdî destnîşan kir. Ev nîşana wê ye “mîrê alema Suniyan” piştî ku Misir ket ber siya Îxwanê (İxwanul Muslimûnan) ku stêrka wê û DYAyê pêkve nabiriqe, ev pirpir û apolet dê bidana Muhteşem Teyyîp, lê ji ber ku Tirkiyeyê ev kar bi dilê DYAyê nebire serî, xuya ye, niha apolet dikevin ser milê Qralên Siûdî…

Bihara nû, bo doza kurdî pêstirka herî jorîn e, an dê ser bikeve an jî dê ser bikeve: DYA vê carê ji her carê pirtir bi awayekî aktîf di nav vê meseleyê de ye, çi ko kurdên Sûriyê dê otonomiyê distînin, dorê de Îran û herî dawîn “Kurdistana Mezin” bakur heye.

Dozdarên doza Kurdistanê vê pêlê ji her demê pirtir divêt bi tifaq û yekgirtî bizavê bikin û hemû partî û hîzbên Kurdî yên her fransiyonê divêt mil bi mil, dil bi dil bo serfiraziya xelkê xwe herine pêş…

Herne pêş, werne pêş…

Welê kifş e, vê carê ba û bager bi rexê Kurdan ve hêl dibe…

Ma we got çi?

Ma hûn dibêjin qey ez zêde xeyalperest im; na na, ne xeyal rastî ye…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi