Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Ez, em; 'nifşê mirinê'

Ez, em; 'nifşê mirinê'

Nifşê me, ew ên ne li jiyana duhî ya gundewarî adapte, ne jî karîn bibin bajarî û li jiyana nû entegre bibin.

Nifşê şer û qîrê, nifşê agir û dûkêlê, nifşê bi têgihên mezin, xwedan îdia û wisa bawer dikir ku dê dinyayê biguhere lê nekarî ne ji vir be ne ji wir. Nifşê hem ji dêrê bûyî hem ji mizgeftê, hem ji “partiyan” bûyî hem ji “cemaetan”, hem ji modernîteyê bûyî, hem ji klasîzmê, hem ji eşqê bûyî hem ji seksê, hem ji kenînê bûyî, hem ji girînê; nifşê tenê “bi agirê nava xwe kizirîyayî!...” 

Em. Nifşê sotin û tunebûnê. Nifşê ne karî ji xwe re dinyayekê ava bike, ne jî karî cihekî di dinyayên heyî de ji xwe re çêke.

Nifşê me, ew ên bi sêla sor a îdeolojiyan pêjiyayî lê ne karî jiyana pêbawer bijî ne jî karî li jiyana heyî a ku dijî û tê de her roj dilop bi dilop dihele, baweriyê bîne.

Nifşê, ne wekî bawerî pê dike dijî, ne jî wekî dijî baweriyê pê tîne; nifşê, arafê, ew ê ku bihûşt û dozexa xwe di hinavê xwe de digerîne û ew ê di navbera îdeal û rastiyên jiyana xwe de wekî befira tava tebaxê lêdayî, niqut bi niqut dihele û pûç dibe.

Nifşê me…

Em ên ne karîn xwe bi benê partî û cemaetekê ragirin ne jî karîn ya heyî, orf û edetên kurdewarî yên li ser binemayê feodalîteyê hilgirin û guhê xwe bidinê.

Em ên tim li teniştê.

Em ên tim di nava bêdengiyê de li sotinê temaşe dikin û her roj kulmeke dîtir pê disojin.

Em. Nifşê me; ne me karî wekî hinên pêşî û berahîka xwe ragihêjin dilê xwe, rext û çeka xwe wergirin ser milê xwe û xwe bavêjin nava agirê azadiyê û tê de “azad” bibin, ne jî me karî bibin barhilgirekî siyasî yê xemxur û xemhilgirê “şoreşê” û baweriya xwe bi îdealên “mezin” bînin.

Ne em tam şiyan gundî bimînin û bibin gundîyekî Kurdistanê, bi ked û giyandana xwe jiyara xwe bibin serî, ne jî em şiyan bibin bajarî ku bi ziman û kultûr, çand û bargiraniya bajarvaniyê rabin, bikaribin vî barî li pişta xwe bikin û di vê jiyanê de cihekî ji xwe re peyda bikin. Ne em adapteyî çi hizb û partiyan bûn, ne jî dewletê!

Em nifşê navberê, em ên bêhemdê xwe rûberî sifetên mezin hatin; em ên bêhemdê xwe car bûne “nivîskar”, car bûne “rojnamevan”, car bûne “rewşenbîr” a rastîn, “çu tişt” nebûn û bi “tesadufî” hema bêje wekî “derav û fersendeke” dîrokê a bêtalih, me ev “sîfet” hemû nas kirin û gelek caran wisa bawerî pê anî ku “em bi rastî jî qey xwedanê wan sifetan in” lê a rastîn, em nifşê navberê, tenê û tenê “paleyê dilê xwe” bûn.

Dilê me gelek lê gelekî mezin bû, te digot qet pûla ye, te digot qey bi risasî hatiye darêtin, nedizanî serî biçemîne, ne jî dizanî guhê xwe bide çu kesî û çu tiştî.

A me “serxweşî”yek bû, wekî ku tu di êvareke payîza honik de, li ber dilê leylana hîvronê, gava kew li nizarên çiyê diçêrin, bikevî ber hilma dilê xwe û bi şeraba evînê sermest bibî, em jî nifşê “serxweşiyekê” bûn ku navê wê “azadî”, buhayê wê, “xwîn, rondik û xwîdana” teretol û nûgihayên vê axê…vî welatî…   

Em, nifşê kenî li ser rûyê wan qerisî, nifşê tîqetîqa keniyê jê re kesereke bêdawîn, nifşê kenî jibîrkirî… Em, nifşê bûye biyaniyê ferhenga jiyana civakê, em ên ku nizanin dê kengî, li ku derê kîjan gotinê bikin û kîjan axaftinê bidin pêş… Em ên dilê wan sax û saf, ya ber dilê xwe hema bêteredut û bêdiltengî didine rû, bêyî ku xwe bi hesabên binve binve bigirin û bizanibin dê li şûna gotina me çi bêt, hema req û req diaxivin. Em nifşê, dikarîn analîza dinyayeke mezin bikin lê nizanin bi derdê zarokekê rabin û ji zimanê wî fêm bikin.

Em nifşê navberê, ew ên her wekî ne yên vê cîhanê bin. Em ên bi ziman û ferhengeke nû li jiyana heyî dinêrin û carina ji ber vê kornihêrtina xwe, nikarin ew a li ber kepê xwe bibînin.

Nifşê me, ew ên “bo mirinê” hatine xwedîkirin û tenê gava ku bikaribin fikreke nû bidin pêş kêfxweş bibin; em ên ku carina gava li “kêfxweşiya mirovan dinêrin” wê kêfxweşiyê “komîk û sivik” didin zanîn, hestên mirovan wekî “xweberzekirin û aqilkorî” dibînin, her ku di arafa xwe de dikelin û dikelijin, xwe pirtir didine keviya jiyanê û ji dûr ve li xwe dinêrin û tişta bo xwe dixwazin “tenê mistek bêdengî ye.”

Em, nifşê şerî “ew ên evîn jê re çirayeke vemirî, xwezî jê re fikreke nû ya bêruh ku heta niha çi kesî ew nedîtiye” em, nifşê mirinê; Ji bo çi me ji jiyanê tenê mistek jî negirtiye? Lê xasma hemû “analîz û serêşandina me jî” li ser “jiyanê” ye. Qey gava em hewl didin jiyanê binasin û wê biwate û binav bikin, qey em “jiyînê” ji bîr dikin?!

Ji ber ku ji bo her reftar û rabûn û rûniştandin, nêzîtêdayîn û hestpêkirina “mirovên derdora me” ji bal me ve “nav û pênaseyeke wan” heye, çi tevger zû bi zû kelê nadin dilê me û hestên me ranakin ser tapanê. Xasma ma em lê hay nabin ku em jî “heman” hestan di êtûna hundirê xwe de, bêdeng bêdeng kel didin û wan dijîn, heta bi wan dikizirin hêdî û bêdeng…

Kê ev hizir xistiye serê me “nifşê mirinê” ku kenê li ser rûyê mirovan bo me “sivik”, reqs û kelecana xwe dide bedena wan ji bo me “basît û jirêzê” bêt û em tenê bi çavika “têgeh û diyardeyan” li mirovan binêrin?

Xasma ma ne diviya mirov bi xwe, ji bo me, “nirxa herî pîroz” bûya û me şerê xwe ma ji bo wan mirovan nedikir, wê demê çima ev biçûkdîtina han?!

Kî dikare ji min re bersiva vê pirsê bide da ku kenîn û girnijîn careke dîtir bibe mêvanê rûyê min, da ku careke dîtir kela jiyanê xwe bavêje dilê min û ez, em, “nifşê sotinê” dîsa vebijîn.

Niha ew dem e ku “em” jî wekî sîmir ji xwelîya xwe dîsa xwe vejînin!

-Kî dikare bersivekê bide min!?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi