Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Ew çi dilke di singê wi/we de

Ew çi dilke di singê wi/we de

Ev çi gotine ey jîyan? Nik dilê hindik zalima, tu seba çi hinde erzani? Qatî hêjahîya te, jîna te hindî a heywanek wi/wan nîn e?

Em di televizyonan de, di sînemayan de û bi gotinên hindikan de dibînin û dibihîn ku hindik mirov ji pişîk, ji se û hwd. re xwarinê ji emrîkayê, ji ewrûpayê didin înandin.

Ey mirovên xwînê çavên we girti, hûn ji xwînê zêde çu nabînin.

Di malên we de tu zarok, tu ciwan çu nîn in.

Heke derzî an jî kelemek bikeve tilîya zarokek an jî ciwanek we de, dê dilê we çend bisoj e? Dê rondikên we ê dilsoj çawa di aliyên we de jorde biherikin?

Seba çi hûn rondikên dilsoj ê dayikên kurdan, dayikên xîzanên tirkan nabînin?

Qatî zarokên we zarokin, ên wan bin teraşan de hatîne?

Zarokên we zarokin, ên wan golikên bavê we ne?

Wekî rêzdar Omer Dilsoz di nivîsîma xwe de goti we “carek dî danzdeh şitlên biharê çilmisandin.”  Bihara rengîn, gulana rengîn bi xwînê boyax kirin.

Belê kak Omer danzdeh şitl, ew jî ew danzdeh şitl her şitlek berdela danzdeh şitlên kurdê xayîn. Her şitlek berdela danzdeh şiştlên kudrê xwe firoti. Her şitlek bêrdela danzdeh şitlên kurdê mêjî reş.

Ez çi bêjim?

Êdî nifrîn jî nahên bîra min. Êdî zora dari, zora kupali jî ji destê min nahê. Ez xwedîyê top û tifenga jî nînim. Ji ber vê yekê ez dest girêdayî û bi dilkul, dilsoti û sefyane mayme.

Ez herdm dibêjim hişkbûna van şitlan de sedem kurdê xayîn e, kurdê xwefiroş e, kurdê qozulqurt û mawt e.

Seba wan ev şitle hişk dibin, seba wan dengê kurdan rasti dengê bê Xwedê’yan dernakeve.

Ez neyarê rasti vê kuştina ciwana sucdar dernaxim, tenê rasti van kuştin û rondikê dayikan de, kurdê xayîn, kurdê xwefiroş, kurdê nemirov sedem e.

Heke navbeyna kurdan de tifaqi heba tu ciwan nahên kuştin. Navbeyna kurdan de tifaqi heba tu kesê nedişîya bêje kurdan pêlava pê te xar e.  

Di bêjim rewşa niha de, ji bo îmha û înkara kurdan dewletên wekî tirki, îranê, îraqê û sûriyeyê bêsucdar in.

Werin em bi vê mînakê bînin ziman.

Kerek pez bînin pêş çavên xwe. Her çar rexên kerê pezi de gur hene. Evan guran jî ko ca pezi bisanahi bixwin pez kirîne çar celeb. Her dijminek di aliyê xwe de êrijê dibe celebên pezi.

Gur dê êrişê bibin pezi lewre ji wan re gewîçûkirina pezi herî sanahiye. Mixabin di nava pezi de tenê nêrî, beran û hindik kavir rasti guran têkoşînê didin. Dema têkoşîna van nêrî, beran û kaviran têrî nekir û pezê dî jî harîkariya wan nekir dê gur çi bibîne serê pazi, ewê jî hûn bêjin. Bêjin carê kanê gewîçûkirina celebên pezi herê sanahî nîn e.  

Bi berxwedana çand nêrî, beran û kaviran re tu çareseriya pezi nîn e. Di vê sedemê de pez tu berevaniyê nade, ji ber vê yekê jî ser ji nav milên wan dibe.

Roj bi rojê şitlên celebên pezi bi netifaqiya wan re dikevin goristana. Lewre netifaqi neyariye, neyari dijminê xwe bi xwe ye, dijminiya xwe bi xwe înkariye, înkari cehşbûne, cehşbûn êtîm û kura bin pê mêtîngehkaran e. 

A me kurdan jî ev gotin e.

Bi tenê têkoşîna hindik kurdan re kurd neşên rasti van guran xwe parêzin.

Divê tev kurd bikevin nava têkoşîna xwe ko ca qedemên guran bê şikandin.

Divê tev kurd bibin yek ku rondikên dayikan nerijin.

Divê tev kurd bibin tifaq ko ca çu dî cendek nehên.

Divê tev kurd bibin tifak ko ca xîmê komara demokratik a azad zû danên.

Bi tifaqiya kurdan re dê gurê dev gilêz jî bêçare bimîn in û dê destê aştiyê dirêjbikin kurdan. Dê wê demê riştina xwînê sekine û gelên vê herêmê wekî birayan bi hev re bijîn in.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10