Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Êrişa faşîstê xwîn xwar

Êrişa faşîstê xwîn xwar

Tîpên mezin ji devê mirovi ev peyvên kirêt, peyvên qirêjû û peyvên ji têkilahiyên mafê mirova dûr dirijin, an jî diwerin an jî derdikevin.

Rasti mirov bi van peyvên ji mafê mirovan re dûr re hesnake ji xwe re an jî ji nirova re bêjî. Çimkî binyatê van peyva de xwîn heye, dijmini û neyar heye.

Dê bêjin kîjan peyvin ev.

Wekî peyva şer i, wekî peyva şervan i, wekî peyva şerok i û wekî peyva şerkûk i, tiştik dî peyvên dilê mirov bêşînî, mirov bi wan peyvan re dilmayî bike peyv henin?

Tu hiş û hizir şeri testîq nakin. Di gomana tu kesê de ku kesê xwe mirov bibînî nabe sedema şer i. Çimkî şer xwîn e, xwîn windabûna mirovan e. Ji wê çendê şer di dîrok û têkilahiyên mirova de ne şolek girîng e.

Şer di navbera du mirova de, navbera çend mirova de an jî bizêdehî navbera gela de diqewim e. Ev dibîte sedema windabûna dê û zaroka, ciwan, pîrukala, me got.
Şervan jî ji bûna şeride derkevin ortê, bi zêdehî di mêjîyê xwe de xwe pişt hindik hizirên erzan de veşêrin û di vî şeride cih digirin.

Şerok jî carek dî jibûna şeride derkevin ortê belê evene sedem û dawiya vî şeride tu hiziran nakin û dibêjin van qehremanên erzan. Bi gotinek dî ji vane re dibêjin palê pûşe. Ew wekî gîya ne, tenê şer dikin û tên kuştin. Hevîya wan ev e.

Ji şerkûke re ne hewceyî şeri ye. Şer çunebe jî ew dibin sedemê şeri. Di mejîyê wan de hemû dem ji şeri re hilketin e. Mirovên di vê kategorîyê de pêtir bi rexê xwînmêtên nava dewleta kur de tên xapandin. Di aşti û mesilhetê de jî ew bi sedemekê tên xerçkirin, an ku tên emilandin.

Di cîhanê de şer, şervan, şerok û şerkûk pir henin. Belê di cîhanê de tu welata hindî Tirkiyeyê şerkûk çunîn in. An ku Tirkiye ji şerkûkên xwe re di cîhanê de yekemîn e. Bawerim ev jî ji erzaniya mirova de ye. 

Di van hişan de mixabin welatê me de, di hiş û hizirên pir mirova de peyva şeri wekî zirîcê cihê xwe girti ye. Ev jî fêlkên şerkûkên Tirkiyeyê de cihekî herî girîng gêrti ye. Çimkî ji wan re şer nebe, kîskê (cizdanên) hindikan dê vala bimîne.

Ev mirovê hişên xwe û di dilka xwe de şer xemlandibe, dimirovahiya wi de kêmasi heye, ew tuxmê şeytani ye. Tenê ji bo zirara mirova dixebite.  Ew ji windabuna mirova re dilmayî nabe, çimkî ewi tu dil û hîs çunîn e.

Bi zêdehî jî ev mirovene di destê dewleta kur de xweş tên xapandin. Çimkî ew mirovên ji mirovahiyê dur vê hişên dewleta kur re dîyardikin. Ew in çavên wan wekî çavên pîramirovxwer buye gola xwîn ê. Bi qoweta zûriyê, xwîna mirova re jîn a xwe berdewam dike.

Ew in gor dilê wan ha pêşûyek mirarbûye, ha mirovekê jîyana xwe winda kiri. Ji wan re ferq nake. Ev mirovene xwedîyê tu şerm û hasîyetê nîn in û ji Xwedê jî natirsin.

Vêca mirovên xwedîyê vê zihniyetê bi serê xwe jî neşên bibin sedemê tu şer a. Divê ew mirovên di nava dewleta kur de hêlûna xwe çêkiri vane bidin xebatê.

Rêxistina xwedîyê van hêlûna jî, tu şolên xwe beredayî çênakin. Qethî divê plan û programên wan hebe.

Di vê êrija rasti birêz Ehmet Turk re hati kirin jî ji van plan û programa de tê pêş çav. Çimkî di nava destê hind polîs û mirovên çar rexê birêz Ehmat Turk de, ciwanek dê bê û mista xwe devulêvên birêz Turk bide. Ev kîjan aqile ciwanek dê bê û vê êrijê biserê xwe bike.
Ker jî bi vê zêhnê re henekiya dike û dikene.

Bila tu kes vê neyîne pêş çavên xwe ku Kurd raza (raketi) ye. Kurd hişyar e û dibîne çengên Ergenekonê çend dirêj e. Kurd dibîne Ergenekon bi vê dest dirêjîyê re tenê zirarê nade Kurda, ew hindî zirarê dide Kurda hind pêtir zirarê dide Tirka jî.

Dawiya mista vî faşîstê xwîn xwar, bû kirêtîya rûyê mafê mirovan ê Tirkiyeyê de.

Ez çi bêjim ji van mirovên xwînê çavên wan girti re. Tenê ev ji destê min tê Xwedê van nemirova islah bike. Wekî Kurd dibêjin Xwedê avekê bi vi agiri dake.

Hêvîya me ew e ev kirêtîya faşîstê xwîn xwar nebe sedema xerabûna xîmeyê biratiya Kurd û Tirka.

Di vê baweriyê de ez êrişa faşîstê xwîn xwar şemizar dikim

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10