Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

‘EM’ û medeniyeta didanketî

‘EM’ û medeniyeta didanketî

Îro ez fêrî peyveke nû ya kurdî bûm, “KUŞADΔ, ev peyv di wateya “hay ji xwe nîn e” de tê bikaranîn. Koka wê bila zimanzan û fîlologên ME vekolin, ez bi xwe lê serwext nebûm ka çawa KUŞADÎ di wateya hayjixwenebûnê li xwe digire…

Min nezanî KÛŞ-AD e, an KU-ŞAD e; Heke ku şad be, yanî tê maneya “hela binêre çend dilxweş e”, ka vê carê çi têkiliya vê bi jiserhişêxwenebûnê ve heye, ez bi xwe tênegihiştim:)

Ez van rojan li Culemêrgê me; çile çû beçe di derî de kir nîq û bi ba û bagerê didanên xwe li me qîç kirin:)

Îsal zivistanê li her dera Kurdistanê xwe nîşan da û rojên têrbefir bi xwe re anîn: Gulomişkanê, mirovkên befrê yên cihê cihê û taxokdanên li ser kurşeyan wekî leyîz û kêfa zivistanê têra xwe bûne para ME.

Wekî kal û pîrên me metelok bi ser ve kirine, “Eyhot eyhot; jêkve bûn mehên cot, dayê keç firot da kizwan û kerot, bavî kur firot, da êzing û dar û sot!” wekî nostaljiyeke  zivistanê hê jî di bin didanê kursî yê çend seremêr û kal û pîrejinên devê gorê de maye û bi dengekî nizim li ber bagera serdema înternetê dike guveguv.

Bulend Arinçê ku berî meh û nîvê, xwe bi qencîya “heqdayîna kurdan” rakêşayî, bi yekcarê vereşiya û zimanê Ehmedê Xanî yê pîroz, kurdiya ku ji serokaniya Baba Tahir (Lorkî nivîsiye)  û Melayê Cizîrî bi havênê eşq û evînê meyiyayî, kir zimanê “şivan û gundiyan” û got, “Nabe kurdî û medeniyet li ser doşekekê pala xwe vedin û pif bikine qelûna xwe”, derdê ser derdan jî; Hê jî hinek kurdên di guhê gê de nargîleyê dikêşin, bawerî bi qewl û qisetên ‘van bextreşan’ tînin.       

Erê babo, me di gotara xwe de behsa GUNDÎTIYA me –wek gazineke navmalê- kir, ma çi mayê Aro efendî pê heye ku zimanê me yê ji êl û birên Hurrî û Gutî, konfederalîzma Naîrî û Urartuyan (Beşek jê Kurd in), ji Mîtannî û Medan heta îro şîr daye medeniyetê û şaristaniya bi navê Mezopotamya di dergûşa xwe hejandî û mezinkirî, wisa pêpes dike û dibêje, “Nabe Kurdî…”

Qet derdê min nîn e ku ez rabin xwe bidime ber barekî wisa ku bi wan bidime qebûlkirin ku “medeniyet û kurdî cêwiyên hev in”, tişta ron û aşkere qet çi pê nevê ku tu rabî li dû şahid û govanan xwe biwestînî; Aşkere ye ku Kurdî duh jî zimanê medeniyetê bû, îro jî wisa ye û sibe jî dê wisa be!

Bersiva herî baş a bo vê medeniyeta didanketî ku ji bilî KURDAN ji bo her kesê cih di hembêza wê de heye û bi hemû kirêtiya xwe KURD wekî “qewmê kewê” kiriye neyarê xwe û wisa lanse kiriye, ew e ku her KURD rabe bi peyveke xwe ya nû, bi ber û berhemeke xwe ya qelew, bi xîretkêşiyeke şibiya ya moriyan bi şev û rojê bêbêhnvedan, dîwarê keleha KURDISTANÊ bilindtir bike û ala wê rake jortir.

Ez dibêjim qey li Başûrê dilê me, dil heye Newrozê bi ragihandina serxwebûnê tacîdar bike û alaya Keykûwasê Medî li birc û balayên KURDISTANÊ daçikîne:)

Pîrozî sed caran pîrozî bo vê pêngavê:)

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi