İskender Kahraman

İskender Kahraman

Elî Herîrî û Per'ek ji dîroka Edebiyata Kurdî

Elî Herîrî û Per'ek ji dîroka Edebiyata Kurdî

Ewên nehe xudanê dewletan, şaristanan sedema xudan derketina çanda bab û kalên xwe pêşve çuyîn e.

Her çend xudan derketine edebîyat û dîroka xwe, çanda xwe, hind jî pêşketin e.

Yanî ewên nehe xudan qûwet, xudan gotin ewin kî ewên çanda xwe, zimanê xwe, dîroka xwe mihefeze kirin e û pêş existîn e.

Dîrokê daye pêş, hekî nebud kirina (ji meydanê rakirin) miletekê bê xastin, cara pêşin lazime kû zimanê wan; paşê dîroka wan bête bîr kirin.

Hekî em nexwazin bêne nebud kirin, yanî ji meydanê bêne rakirin lazime kû em zimanê xwe û şairên xwe xudan derbikevin.

Nehe ber hindê da em mezinên xwe, şairên xwe,  diroka xwe, çanda xwe binasın ez dê vê carê li ser şexsek dîroka Wêjeya Kürdî’da mihim rawestim.

Baxê ku sed bihar lê

Bilbilê lalezar lê

Ku sed gulê bixar lê

Bilbilî nale nale

Yanî ezê ser xudanê wan gotinan, Elî Herîrî, şairê mezin û feylezof rawestim.

Elî Herîrî gundê Herîrê nehîya Colemêrgê, Şemzîna, nabeyna 400-470 hîcrî (mîladî,1009-1010-1080) paş mîladê hatîye dinyayê û jî ye.

Em dişên bêjin ku pêş herî tişti Herîrî, şexsek fîlozof û alim bu. Çimkî wekî tê zanîn ew şexsek zor zana bu ye. Dîsa wekî tê zanîn wi şiîr û heswestên xwe da eşqê tesevvufî û dinyevî emel kirî ye.

Nivîsên wi tipên Erebî hatine nivîsîn belê ziman Kurdî ye. Jixwe zimanê wi sivik e belê hin jî feylozofî ye.

 

Ji ber hindê Herîrî, Edebîyata Kurdî ya nivîskî û eşqê tesevvufî da cihek bilind digirît. Yanî ji bo edebîyata Kurdî şexsek gelek mihim e.

Zêdetir, wi bandoreke mezin li ser Edebîyata Medresê ya Kurdan kirî ye û ew Ekola Edebîyata Botanê'da jî şexsek gelek mihim e.

Wekî tê gotin, Elî Herîrî dîvanek meşûr hebu ye, belê sed heyf û mixabin kes nizanît kanê ew dîvana wi ya behsubahis kîderî ye!?

Herçend dîvana wi nayê zanîn ka kîderêye em dizanın şiîra wi ya ''baxên ku sed lalezar lê'' herî kêm vegerandine 10’an zmanan.

Zêdetir, herçend bête gotin jî ku Herîrî şairê Kurdan yê pêşîn e, ew gotine ne rast e.

Kurdnas Aleksander Jaba jî ewê îddîayê daye û dibêjît Êlî Herîrî Şairê Kurdan yê pêşîn e. Weki Tê zanîn ew îddîaye ne rast e.

Çimkî em dişên li ber hemberê wan îddîayan çend gotinan bêjin û delîlan bînine meydanê. 

Yêk: Em dizanin kû berî Herîrî bi navên Babe Rax û Behlulê Mahî ( Sedsala 8’an ) şair û helwestwanên Kurd hen e.

Dû: Herî kêm bi navên Bassamê Kurdî ( S.s 9.) û Xalid Axa Zehar ( 905 – 974 ) dû şair di jî têne zanîn.

Sê: Bi navê Evdilsamedê Babek ( 972-1020)  şairek meşur he ye.

Çar: Em dişên gelek paşve jî biçin dîrokên kevn: Pêş Mîladê sala 330 li ser navê Bodraboz şairek Kurd hebu û destê meda helwestek wi bi zmanê Kurdî he ye. 

Ji ber wan gotin û delîlane, îddîaya 'Elî Herîrî Şairê Kurdan yê pêşîn e' ne rast e.

Gelî xandevanên min yên ezîz, ezê nehe çend helwestên Herîrî ji bo we binivîsim. Min ew heslwestene hindek ji tîpên Erebî vergerandine tîpên Latînî.        

Yanî, ez nehe dorê dideme şairê me, Herîrî:

ger hûn bibînin nalê eşq,
tenê li bom zarî diken,
herkes bizanît halê eşq
bi hîle dijwarî diken.

bi halê eşq bexil bibûm
her dem di dem zelîl dibûm
bê rah û bê delîl dibûm
her kes bi xemxwarî diken.

hûn bar mekin xemên di zor
li hesreta vardên di sor
çavê li reş bisk têne dor
E'nîya bi nûr tarî diken.

E'nîya bi nûr zilf têne ser
rengîn dibin şems û qemer
reşmar ji perdanê neder
li erera yarî diken.

xoş erera şimşa diket
tejmin revand sebir û xîret
qahu medet, ahu medet
çeşman çi xûmarî diken:

çavê li rojê bîne kom,
camê mey anî ji bom
E'mir kir lazim vexom
mestî ji min yarî diken.

mest û şerab qendavê,
esîr û bendêt vê şevê
ger vesfê yarê ez bibêm
hun terkî hûşyarî diken.

Cot xumaran kirme def
Tefsîr diken sune"y sedef
Roj xemilîn her çar teref
Bi miskê tar tarî diken

Hûşim çu bûn mabum di hom
Her dem bi dem lew tên  bicoş
Mera qewî zewq û xuroş
Bi şahî xundkarî diken

Bi şahî wan dan û kerem
Xizmet diken tirk û ecem
Mirîdê eşqê dem li dem
Li neqşê ceharê diken

Neqş û nîgarê navşan
Dîwan û wesfet şawşan
Hey hey li cotêt padşan
Ecêb xoş serdarî diken

Serdarî şaha rewneq e
Mue"cîza remzet ebleq e
Elîyo mebêje ehmeq e
Li bazarê înkar diken

(Ew helwesta bini bi tîpên Erebî li Kitêbxana Saltîkov - Şedrînda mevcutin.)

xelkno werin bibînin,
çi hûsneke bi kemal e
heyran ji dil bibînin
ji sene' zewal celal e.

sene' xwedê ku danî
sifhe ji nurê danay e
enber li ser kêşay e
enber xet di xal e.

xalên di şibê enberî
bêm her wek qemerî
ez t'êr nabim ji munzerê
min naçît ji xeyalê.

min qet naçît ji bîrê
zilfêt şibê herîrê
wê li ser be di munirê
dagırt bun helale.

ebru helala eyd e
dêm her wek xurşîd e
eblek şibê nahîd e
cibhet meha bi kemal e.

cibhet meha teva ye
ru sorgula bi xunav e
reyhan hatine hindave
nesrînyan da û pale.

nesrînyan çu wext best e
min nêrî pê host e
eqlê min çu ji deste
heyran kirim der hale.

heyran bum ez ji dinê
sohtim ji dest evînê
ji xwe nakim hivya jînê
l'im kêm bum mah û sale.

li'm kêm bun mah û salan
metnê ji lam û dalan
ji ber zehmet û eşkalan
ez t'er dikim miqale.

çavê min jê diborî
ji ber ebleqêt xumarî
wekî ava di carî
bê wext û bê meal e

gerden şuşa nebat ê
lêvê şerbeta heyat ê
ji hisna bît welatî
bi min cahî helal e

methê di nazenînan
û sefê di xûn şirînan
wekî  dur û yasînan
ez her dikem emale

baxê ku sed bihar lê
bilbilê lalezar lê
ku ed gulê bixar lê
bilbilî nale nal e

ji Hindê bînin taracî
ji mermeri bînin xeracî
ji Romê bistînin bace
ji bo xemla şepal e

dêma xalê di hûr lê
eyna zilfêt stûr lê
rûnîva guhê tûr lê
mehbûbê bê missal e

hisna teya hebîbe
dilekî min jê xirabe
E'lî tu bike nesîbe
dest bi dil wesal e

hisna teya dilxah e
dîlber lebsî sîyah e
bi min kaa'be ella
tewaf dikem her sale

ji Hînd bînin talanî
bikkin klî sibhanî
ji bo çavê şa-siltanî
dema bêtin ser sal e

çend bîbêje Elî Sadiq
ji serar û di qayq
ji wan wesfê di layq
ji hisna ya elal e.

Ji kitêba Sadîq Behaddîn:

îisan ji nu eşqa berê
pir enderunîya ateş e
zıilfa muzeyen enberî
D' wêd gel xala reş e

xala li deme dil reva
sed ruh û canim bin feda
sotim gelo çu li min nema
terkim kirin aqil û hiş e

aqil û hişim bune esîr
dinya ku geh qet têne bîr
dem suhbete bedra munîr
zilfa ji wedê bên xoş e

werdan ji nav zilfa derên
şula binefşê tê werin
bala û qed e'rerim
hejîyan ser marê reş e.

Dîsan hey têt û diçît
Elîyo emvetan dibêt
Wê cîhan mufam nur jê diçît
Dêm şuhbeta şe"ma geş e

Şema şebistanê ev e
Weda gulistanê ev e
Sirî tebistanê ev e
Şoxa Herîrî dil geş e

Ecêb letîf û cindîy e
Ezman nezan u rom ye
Ageh ji aşqbazan nî ye
Mest û xumar û serxoş e

Serxoşî cama şerbet e
horî tu baxê cenetê
Dem şahî de"ma zulmete
serdaê çendin mehweşê

Mehweş ku wetan sef bi sef
Ew hate der Misrî di kef
Wan got: "E"lîyo lat xef
Mi bi mirdin qewî xoş e
...................................

....................................

dîdara te ez zîn kem
heta kengê ruh te teng kem
keser bum carekê bîn kem
xudana têt û destmala

xudana têt û cehhet bê
xerac û erd û qîmet bê
dîdrara te bi qîmet bê
li eyd û cejn û sersala

evel kom û kesê min tuy
yeqîn firna dersê min tuy
kesê min û bese min tuy
li zer û mal û pir nala

li zer û mal û pir rencim
kesadim sahibim gencim
li bajêra guhêr sencim
sefer diwere heta mala

sefer di were şebê tarî
ey Elîyo tu pir ray
da bikeyn zikir cebarî
belkî li me xoş bêt sala

gulistana xuda rist e
li etraf dilan xwest e
binefş û nergêz mest e
(cinsirî) lee"l û reyhan têt

Reyhan sosin û werdin
Li şêx Elî xerîb ferdin
(Weristin ehmer û zerdin
Her ro sed car efxan têt

Ji efxanan nemaym têr
Dua" goye te ez be fêr
Bibête ser du esleh dêr
Heta vê qasidê can têt

Bibine rewşê malînê
Were hindava balînê
Ji dest ahan û nalînê
Çi reng firyad ji esman têt

Bi firyad û hewar e
Ji dest ahan min ew kar e
Melazim bendeyê jar e
Ji seydayê çi ferman têt

Seyda heq nezer vêra
Di iqlîman gêra
Fitara gewheran vêra
Ji nav kana bedexşan têt

Lêkolin û amade kirin İskender KAHRAMAN   

Çawkani:
- Kurdnasê Rusistanî Aleksander Jaba. Pirtuka 'Recuil de notices et recits Kurdes'

- Kurdanasa Rusîstanî Albert Sosın.  Berhevoka wi ya Rojhilatê da li bin navê 'Kurdische' Samlungen Petersburg 1887

- Kurdnasa Rusîstani M. B. Rudenko. Berhevoka Rojhilatê 1972 Hejmara sêyem li bin navê ''Neopûblikovanniye sitixi poêtov

- Zanyar û şairê Kurd Sadiq Behaddîn Amedî. Pirtuka ‘Hozanêt Kurd’ 1980 li Bexdayê çap buye

- Prof. Dr. Qanadê Kurdo (Tarîxa Edebîyata Kurdî)

- Arşîva İskender KAHRAMAN

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
İskender Kahraman Arşivi