Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Edebiyata gund û Gundîstanê

Edebiyata gund û Gundîstanê

Bi pirsa “Ma navlêkirina pirsê jî gaveke çareseriyê ye?” min bal û dêhna xwe da “pîyasaya kurdî” û li bersiva pirsê geriyam lê min nedît, bawer im “bersiv” jî ji sermayê bi “persîvê” ketiye:)

Navlêdanîna pirsê girîng tê dîtin û ji bo çareseriyê wekî pêngaveke mihîm tê nirxandin; Helbet, ev nêrîn û nirxandin in, hûn dikarin guhên xwe lê bel nekin jÎ:)

De axir, ez vegerim ser pirsa xwe. Van rojan, çi di axaftin û sohbetên di goşeyên cafenişîn û kitêbxaneyên edebiyathezên kurd de be, çi jî di gotûbêj û analîzên qelew ên li ser perrên kovar û li ser sîng û ber û bedena malperên wekî keviya befra yek şevî be; li PÎYASAYA KURDÎ pirsa GUNDÎTIYA EDEBİYATA ME, “rijîbûna mijaran”, “sistbûna tevn û raçînkê”, “beravêtin û motasyana tîpolojî û karekteran” gund bi gund digere û di gundan de asê dimîne.

Vê pêlê mode ye; tu devê kê vekî dê hema bêje; “Edebiyata me ji gundan derneketiye; Ev çi ye ji derdê vê gundîtiyê gundî!” û teşhîsê hema di cî de datîne ber çavên te, pê re jî reçeteyekê/dermannameyeke dûvdirêj li ber te raxe ser berikê.

De baş e, çavên me ronî, êdî em bi nexweşiya xwe hesiyane. Nexwe em ê bikaribin dermanî jî jê re peyda bikin:))

De bila bi ser xêrê be; Kurdên Gundî ji gundan dadikevin bajaran, ey medeniyeta çavekî wê kor, guhekî wê kerr, hişyar bin, va ye KURDên Gundî tên!     

Ev rojên ku gundîtî weke “gîskê gurî” li ber derazinka edebiyata me li ber devê kêra bajarvaniyê diperpite, pirs ew e, “Gelo gundîtiya ku radibe ango em dixwazin rakin, dê çi li şûna xwe bîne, pirs ev e; Erê em ji Gundîtiya xwe nerazî ne û wekî bindestiya xwe dibe ku ‘dilê me jê rabe’  -bi qewlê Mêrdîniyan madê me jê dixele – dê çi bête şûnê. Kîjan bajarvanî?”

Ez pirsê zelaltir bikim; Em ê bajarvaniyeke çawa di edebiyata xwe de bi kar bînin? Dê tevna romana xwe ji kuçe û kolanên kîjan bajarên kurdî birêsin û ji kîjan kaniya bajarên xwe ava edebiyatê vexwin?

Em dikarin pirsan zêde bikin û wiha jî bipirsin; “Ma çend bajarên me yên kurdî ava bûne, ku qelemhilgirên me tevna peyvê xwe li ser tejê wê raneçandiye?”

Erê, teşhisa we gelekî rast û binecih e, lê çareseriya we çi ye?

Diviya em hinekî jî li ser vê biaxivin: Bo nimûne, ji bo xebata xwe ya nû (Şîzofrenî) min kir nekir min nekarî ji kuçe û kolanên Amedê du nexşên kurdîniyê peyda bikim ku tevna xwe pê birêsim; Ez mecbûr mam min xwe avête ser bextê bajarê Wanê, heta bi Bazîdê û ber perra Gilîdaxê çûm, li welatê Naîrî ji navçeya Geliyê Qesrîkê heta Navşara Culemêrgê perpitîm, min ji bilî kavilên kevneşaran çi tiştî kurdewarî nedît ku hevokên xwe pê têr bikim û tîniya wan bişikênim. Ka ji kerema xwe, bajarekî nîşanî min bidin ku bi nasnameya xwe ya jorîn mirov dikare bêje KURD e û jiyan di demarên wê de bi xwîna KURDÎ diherike!?

Ez îtirafekê bikim; Ji bo “Berbiska Zer” ez mecbûr mame ku bajarekî xeyalî yê KURDÎ ava bikin û piçekî hin peyvan tê de li dûv hev siwar bikim, nexwe tune ye. Ku hebe jî min nedîtiye:))

Ez, tu, ew, hêj GUNDÎ ne, weşanxane GUNDÎ ne, nivîskar GUNDÎ ne, her kes li dora gundî û eşîra xwe kom bûye û behsa bajarekî dike, wekî ku li pişt çiyayê Qafê warê nemiriyê hebe û Enkîdoyên me dê berê xwe bidinê û li wê derê edebiyata kurdî ya bajarî ya bilind û di tengala ya xelkê de darêjin.

Welle û billeh û tilleh, xweş xeber e lê rastî hin hin gerdenzer e, ne jî li ber dest heye ev mefer e!

Ya me “xweziyên bo keziyan”, hejîra devê riyan e; Her kes tê heman tiştê dike, heman peyvê dibêje; Hemû tehşîskerên patikstûr in, simbêkboq in, gerdenzer in, çavbelek in, delalokên ber dilê Edebiyata Dê û Bavo ne, hemû beranên bisko ne, mirîşkên basko ne, ziman eylo, lê rastî tiştekî dî ye.

Rastî endeksê pêvajo û pêşveçûna civakê ya siyasî, statû û serweriya aborî ya milî ye. Bîra me ya civakî çend singê xwe li bajaran bikute û desthilata wana bikeve destê me, hingê dê Edebiyata me jî hin bşbe bajarî û kirasê gundîtiyê ji xwe bike û derpiya xwe bîne xwarê.

Rast e, em giş GUNDÎ ne û ez bi xwe bi vê GUNDÎTIYA xwe gelekî serbilind im û wer bawer dikim; Heke gotina zêr be, gundî û bajarvanî çi payan nake!

Em civakeke GUNDÎ ne, ev ne şerm e, ka hele em berê derdê xwe yê GUNDÎTIYÊ baş di edebiyata xwe de derbikin û zelal bikin, paşê heke Bajarên me ava bûn, wê demê bazar dê bibe ew bazar!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi