Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Dizayna nû

Dizayna nû

Wer xuya ye, dizayneke nû tê duristkirin. Di siyasetê de sêl şariyaye. Parlamentoya Tirkiyeyê di serdema nû ya yasayê de bi ‘krîza sûndxwarinê’ kelijî.

Bloka kurd û dostên wê, heta vê gavê li gel biryara “boykotê’ ne û li Amedê bi awayekî de fakto dil heye Parlamentoya xwe pratîze bikin.

Siyaset wekî agirekî dikele û rê û rêbazên nû, ‘modelên çareseriyên palyatîf’ li ser maseyê ne.

Ji aliyekî ve nivîskarê navdar ê tirk Hasan Cemal, li Qendîlê bi Serokê Konseya Rêveber ê KCKê Murat Karayilan re axivî û mesaja Qendîlê –ku wer diyar e dewletê bi xwe ew bi rê kiriye wê derê- li raya giştî belav kir.

Tiştên li pişt perdeyê tên/hatine axiftin hêdî hêdî tên berçavkirin û pê nebza raya giştî tê girtin.

Aşkera ye ku dizayneke nû tê raçandin; ji encama civînê peyama berdewama bi pêvajoya “pêşîvekirinê” û xebatên ku behs tê kirin dê ji bo Destûr/Makeqanûneke nû bêne meşandin, nîşana wê yekê ne ku serdema nû dê hin tiştên binberik bêhtir bêne pêş û hinekî bi wêdetir biçe bereyê axaftinê.

Wer diyar e, hikûmet û dewletê dil nine piştî bidestxistina ji sedî 50 rêjeya dengên AKPê wisa zû bi zû guhê xwe bidine dengê derveyî xwe. Hikûmet dê ji serxweşiya “serkeftinê” rizgar nebûye û hê li ber wî ba ye.

Wisa tê çav ku Serokê ji sedî 50ê Recep Tayyip Erdogan ku xwe wek pêrewê Qanûnî Sultan Suleyman dibîne û li ber e “Muhteşem Teyîb”iya xwe îlan bike, bi polîtîkaya “serî lê bitewîne, tu neçe ber wan bila ew bêne ber te” nêzî li rûdanan dike û dixwaze, tevgera siyasî ya kurd, bîne ber hîzayê, yanî bîne rêzê û paşê piştî ku demoralîze kir, hinekî xist nav aloziyê paşê bêjê “were em biaxivin” da ku daxwaza gelek tiştan jê neyê kirin.

Çimkî mantalîteya vê hikûmetê –hemû hikûmetên berê jî her li ser vê bîreweriyê bûn û jixwe dewlet bi fermî wisa difikire- ew e ku her “mafê xwedayî û însanî yê kurdan” wekî minetekê pêşberî wan bête kirin û ji nav axaftinên wan tê berçav ku hê jî ev mantalîte li cihê xwe ye.

Helbet, rojên pêş ji bo her cure “surprîzê” –erênî neyînî-  guncan in. Mimkûn e, bi carê de berê nîqaşan biguhere, tiştên binberikê bêne ser û mijar berê xwe bide layeneke dîtir.

Wer xuya ye, dizayneke nû tê danîn. Aktorên vê dizaynê kî ne?

AKP, BDP, CHP û MHP di qada legal de, PKK û Dewlet di qada piştperdeyê de, li ku dera vê dizayna nû ne?

Rola Abdullah Ocalan div ê dizaynê de çi ye?

Li piştperdeyê destê Amerîka û Ewropayê heta kîjan radeyê heye?

Di dîzaynekirina Rojhilata Navîn de, rola Tirkiye û Israîlê çi ye û div ê senaryoyê de cihê kurdan li ku derê ye?

Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, -ku vê pêla behsa konferanseke neteweyî tê kirin de- xwedan plan û projeyên çawa yên bergirî û ragirtina vî bayî û vê pêlê ne?

Kurd di vê parvekirinê de xwedan pariyekî çawa ne?

“Kurdistana Xweser” ku yek ji projeya bo bakurê Kurdistanê ye, di vê hengameyê de tê xwestin kirasekî çawa lê bête kirin?

Û bi sedan pirsên dîtir…

Wer aşkere ye, Tirkiye bi tevayî û Kurdistan bi taybetî, li ser sêleke sor e û bayê siyaset vê carê ji binve binve lê dide.

Bi hêviya rojên xweş!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi