Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Diyalog

Diyalog

Van rojan, heke gotin binecih be, tîr ji kevanê firiyaye, derdora têra xwe bi mij û dûman e...

Rojev, sêla şariyayî/sincirî ye, belki hewa jî wisa ye, agir dar û dehlan dikeve, erd û ax pêkve disojin...

Çi tasduf e, di heman demê de, agir bi malên xelkê dikeve, bi dilê dayikan, bi ocaxa dê û bavan, bûkên salê çav tijî rondik, roj naçe ku xebereke reş neyê belavkirin di tv û radyo, rojname û ajansan de; bı herfên girs û flaş derbas dibe: Geli bîner û temaşevanan, îro li ... di encama şerekî de ....

Kuştin, kuştin, kuştin...

Eve umrek e kuştin, ev e cîhaneke kuştin e...

Agir, ter û hişkî pêkve disoje...

Germ e, havîn e, agir dibare...

....

Ekran bi ekran, dîwanên stratejîstên ku gelek caran bêhna xw3ina ji peyvên wan dilop dilop disûje ser ekranan, heta nîveka şevê, li ber çavên me ne...

Ji aliyekî ve, ji bo me kurdan, “riyên çareseriyê yên nedîtî” peyda dikin, ji aliyê din ve, kurmê xwe yê peyvê dişikênin û belkî gelek ji wan ji tirsa xanim û cazyayên xwe, bi şev, newêrin vegerin malê...

...

Roja 1’ê Tîrmehê, di rojnameya Sabahê de, hevpeyvîneke gelekî balkêş, bi ber çavên min dikeve...

Kerem kin kurteyek jê bixwînin: 

Rojnameya Sabahê, di sermanşêta xwe de, bal kişandiye ser rola di çareseriyê de ya keşîşê Îrlandî Alec Reid ê ku di agirbesta IRA û ETA'yê de leyîstibû. Li gorî nûçeyê, keşîş Alec Reid, derbarê mijarê de axivîye û bal kişandiye ku sala 1988'ê ji bo du leşkerên Îngîlîz dua kiriye û weha axiviye: "Çi li Îrlandayê be, çi li Spanyayê be, çi li Rojhilata Navîn be, tenê riyeke bidawîanîna pevçûnan heye: bi aliyan re diyalog. Ji bilî vê tu riyên din nabin. Me ev yek ji Îrlandaya Bakur fêm kir, ders jê girt û dikare li hemû cîhanê bête pêkanîn. Diyalog, dikare heysiyeta hemû aliyan biparêze û lêkdanên siyasî bi dawî bîne."   

Erê, diyalog...

Yanî axaftin...

Belkî dermanê hemû derdan...

Bêdengkirina çek û sîlehan û axaftin...

Hunera axaftinê; carina peyv heye ji şûrî dirrtir, carina peyv heye ji hevîrê nemrtir...

Erê erê, di vê kelegerma havînê de, bayê axaftina ancax bikaribe wekî dilopa ava ber keviyan, wekî bayê sermedar û geliyan, dilê me honik bike...

Nexwe, kuştin her kuştinê tîne, û dûmahîka şeran jî çu kes bi ser naleve...

Mirovatî winda dike,

Em winda dikin,

Hûn winda dikin,

Ew winda dikin...

Heçî şer e, ne rêgezên wê hene, ne jî edaleta wê...

Bes e, bila êdî kuçkê çu malbata din netefe...

Bes eeee...

Roja diyalogê ye....

Wekî keşîşê îrlandî gotî; çu tişt bi qasî diyalogê çêtir nîne, ancax ev agir bi diyalogê vemire...

De vê carê, bila mela û rûspiyên me Kurd û Tirkan, xwe têkilî vê pêla “insiyatîfa sivîl” bikin û avekê di vî agirî dakin...

Diyalog, bi her kesê re....ji bo her kesê...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi