Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Dırew û bêbextı

Dırew û bêbextı

Heke têkilî navbenda mirovan de çu nebe, çendî mirov ji hêwana pitir xwedî aqil jî be, carek dî dê bi mînaka hêwana bijî. Erê rasti û cudahiya navbenda mirov û hêwana aqil e. Aqilê mirovan dixebite û mirov gor aqilê xwe hişên xwe dide xebatê. An ku mirov xwedî aqilê xwe re ji heywana cida dibe.

Heke mirovan bi mînaka heywana aqil çu neba, vê roja em di jîn de, ev teknolojiya mirovahi nav de, çu nebû. Jîyana mirovan û hewana dê bi hev re borîba û tenê mirovahiyê, dê bi zêdehiya xwezayê re û bi nîmetên xwezayê re rojên xwe qetandiba. Mirovahiyê jî dê bi mînaka heywanê bîyanî goştê hev xwariba.
Bi lêborîna hewe re ez dijî mijarê de vê nebêjim dê bimînim nava gomanên xirab de. Çimkî mirovahiya niha di rojeva me de dijî, bi taybet di nava Ola Misilmanan de, mirov goştê hev naxwen belê ji heywanê bîyanê pêtir zirarê didin hev. Gor mantiqa mirovahiya niha de, kuştina heywanekê qedexe ye. Gor mirovan kuştina heywani qedexe ye belê rojê bi sedan re mirovan dikujin.
Gor vê mînakê tu ferqa heywanê bîyanî û mirovahiya niha çu nemaye, bêjîn bawerim direw nîn e. Heywanê bîyanî jî zirarê dide hev, mirovên em dibêjîn xwedî aqilin jî ji heywana pêtir zirarê didin hev.
Carek dî em zivirîn mijara xwe direw û bêbextiyê.
Wekî tê zanîn aqilê heywana, wek aqilê mirovan pêşve neçuye û di wê sedemê de wekî mirovan aqilê xwe nadin xebatê. Gelo heke mirovan aqilê xwe di çerçoveya hiş û hizirên xwe de nedaba xebatê, têkiliyên mirovahiyê de xwe pêşve nebiriba, wê demê tiştik ferqa mirovan û heywana maba an na?
Di vê çarçoveyê de mirov, gor aqilê xwe têkilîyên xwe bi rêvebirina hiş û mantiqê xwe germ an jî sar digirin. Têkilîyên germ an sar dibêjîn lewre hemî kes aqilê xwe gor qencîya mafê mirovan nade xebatê. Hindik heke aqilê xwe gor qenciya mafê mirovan bidin xebatê, hindik jî xwe ji mafê mirovan dûr dikin.
Ew mirovên xwe ji mafê mirovan dûr dikin, ew ewin ewên aqilê xwe bi direw û bêbextîyê xemilandi. Ewin ewên têkiliyên xwe ser berjewendîya xwe dide xebatê. Ewin ewên ji bo malê dinyayê şeref û namusa xwe, aqil û mejiyê xwe û mirovahiya xwe firoti.
Bi taybet xîmê, bi gotinek dî bingeha bêbextiyê, ji hêvênê zikreşiyê û ji hêvênê bexiliyê tê. Hesûdîya navbenda mirovan jî bi serê xwe. Çimkî hesûdi jî bi zikreşî û bexîliyê re xwişk û bira ye. Dawiya zikreşi, hesûdi û bexiliyê di hindirê mirovan de rikê avadike. Rik jî di aliyê mafê mirovan de, di be hilkulîna bêbexti û direwan.
Ez serhatiyek xwe a serê min de borî ji we re parkirin bikim. ‘Piştî roja 12 îlona sala 1980’ê di sorguya dadgeri de, dadgerekê ji min re eve gotibû. “Du mirovê bi direw û bêbextiyê re mejiyê xwe xemlandi, bivê dê mirovi bibe dara hilawîstinê. Du mirovê nedirewîn û xwedî bext jî dê mirovi ji dara hilawîstinê xilas bike” gotibû.’ Ev axiftina vî dadgeri pir bala min kêşabû. Çimkî wan rojan direwîn û bêbext pir hebûn. Di wê sedemê de pir welatperwer kevtin îşkeceyan û hatin windakirin û kiştin.
Dîroka mirovahiyê de, roj bi roj nava geli de, bêbexti û direw pir erzan dibe. Mirovi bivê dê demek kurt de, bi hezaran mirovan re, bi berdewamiya direwan re, bêbextîyê bike. Belê mirovê bi xîmê direwan re, bêbexti li wi hati kirin, pir îza ew bêbextiya li xwe hati kirin dê ser xwe rake.
Çimkî direw û bêbexti ne bi ber çav e. Ev bizava mirovan ji direw û bêbxtiya wi de tê, û xeyalî ye. Ne di tê girtin û ne jî dîtin, ne şiklê wê heye, ne jî rengê wê. Tiştik xeyalîye û bi mînaka ba an jî bagerê ye. Ba an jî bagerê mirov nabîne, neşê bigire, reng û rûyê wê dîyar nîne, belê dema temasi laşê mirovi dike mirov wê hîs dike. Dema di aliyê mirovekê de direw û bêbexti li mirovek dî bi bê kirin, ji sedem neberbiçavbûnê, mirov neşê aşkera bike. Belê dema ew direw û bêbexti li mirovi hate kirin û mirovi zirar dît, wê demê rasti wê direw û bêbextiyê ew mirov zirarê bibîne, wê direw û bêbextiyê re haylê dibe.
Di vê hilbijartina 7 hezîrana sala 2015’ê de, ev peyva direw û peyva bêbextîyê di xîmê sîyaysetvanên partîya spî de pir cihek girîng girtibû. Tev gelên Tirkiyeyê û tevahi gelên cîhanê, bi çavên xwe dîtin û bi guhên xwe bihîstin. Ne hewceye hemîyan bînin ziman, belê di vê hilbijartinê de, ewan rasti HDP’ê û sîyasetvanên HDP’ê, çendî direw û bêbexti kirin kevtin pêş çav.
Wekî min goti hewce nîne, ev direw û bêbextiyên wan em binivîsîn. Çimkî tev bêbexti û direwên wan di xîmê neberbiçav de bû.Tenê hîvîya me ew e ku ewan ew direw û bêbextiyên rasti HDP’ê kiri aşkera bikin. Çimkî heke ew van direw û bêbextiyên xwe aşkera bikin wê demê em dê bêjin ew direw û bêbexti nebûn. Bêbextî nik hindik ji wan cihek girîng girtibe, hind jî rikê nik ji wan hindikan cihê xwe girtiye.
Ev hikometa AKP’ê bi mînaka barek giran, ê ser milê gelan de. Di vê hilbijartina 7 hezîranê de hindik sivik bû belê hêj ê mayî. Bi tifaqiya gelan re ew jî dê rabibe.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10