Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Dilê min diçe Qehweya Kurdî

Dilê min diçe Qehweya Kurdî

Destê min nagirin ku rahêjim dûxê pênûsê, îro, di xwe re nabînim du gotinan pal dim hev û çend hevokan qel dim ser rûyê kaxizê.

Çavê rojê bihostekê hilatiye û bi şirînî dibişire ser jîngehê.

Berî rojbaştêdana bi rûyekî nas, hema xwe vedinişim ser darê kompûterê û destê min digihêje ser bişkoka laptopê, wê wekî zarokekê ber dilê xwe, datînin ser çokên xwe û dinêrim ka îro di cîhana gewrik de ji bo me çi “xeberên xweş” tê de qeyd bûne.

A rast, dilê min diçe qehweyê, heke nescafeyek hebûya, na na qehweya kizwanan ku vê dawiyê li Amedê bûye mode û wek “qehweya kurdî” nav lê hatiye dayîn, min bi ser hinavên xwe dakira min nedigot na. Min ê vê spêdê kela dilê xwe pê revandiba.

Roj bi rûyê ‘xebereke xweş’ bikeniya bila heft gezan bi me tîq û tîq bikeniya lê ‘xebera xweş’, dûr, veder, peniçav e, dûredil e, çi zanim, zû bi zû li ser vê axê, ber bi guhan nakeve, heke hat jî, vê carê zû bi zû bawerî pê nabe.

Welê, malneket, tu dibêjî hema hemû ‘xeberên tirş’, kujerên moralê ji bo me yên vî welatî hatine lêkvekirin.

Ji ber hindê, gelek zû bêzar dibim û hema dê ji ya ber dilê xwe lêve bibim, te dî, vê carê, di keviyekê re ‘xeberekê’ çirûsk veda.

Hêvî li pişt hêviyê wekî texa giyayî, pal-ve-dayî...

Vê carê nakevim înternetê, nanêrim ka çi qewimî, di xwe re nabînim du gotinan pal dim hev, çavên min dîmenên li ser ekranan nabirin, hişê min, derî li xwe dadane, qehweyê jî naxwazim, bila nescafe jî bimîne, heta qehweya kizwanan jî bila li cihê xwe be, jixwe ez cigareyê jî nakêşim, ereqê jî venaxwim, heta çay jî ber dilê min îro wekî simaqê ye...

Dibêjim qey li hevalekî xwe yê berê bigerim, kî dizane hinekî pê re ‘defterên berê’ têkve din, lê na, naxêr, vê gavê, çi kesekî wisa nayê bîra min jî, jixwe çi defterên wisa jî tune ne, hema bêje, bo ku axaftinek çêbe, li jêrî û joriyê hizrê avjeniyê dikim, lê bêçare!... an jî serekî li taxa facebookê bidim, ji wir jî dakevim kolana twitterê û pişta çend gotinan li platform û dîwanên nîgaşî bişikênim... Lê naxêr, face û twitter jî van rojan kela dilê min naşikêne... 

Hinek caran, wisa bi min tê, tu dibêjî qey serûbinê cîhanê, erd û erş têk re diçin û ez di navê de difetisim.

Hema dibêjî qey di vê dinyaya gewrik de her tişt ji bo ku ez “xweşiyê jê nebin” li min anîn û li dor min gerandine; hişê xwe bi ristin û raçandina tevnên komployên reş û tarî dipeçivînim, ji xwe re, bi sedan “sûcdaran” peyda dikim û barî giş davêjim stûyê wan:

-Nizanim heke min çi nekiriba,

-Nizanim heke min guh bidaya çi,

-Nizanim heke min...heke min, heke min...

Peyvên bi “heke min”an li pey hev rêz dibin û rêzika wan wekî ya moriyên zer diçe û hey dirêj dibe, dûmahîk û berahîka wê, nagihêjin hev.

Roj çar bihostan bilind bûye û bi ewrên baranî re şer dike.     

Çi gava bêhna min wisa teng dibe, ez hawara xwe dibim îsota biraştî, ku digel çar şîşên cerg û kezebê, ez bixim nav nanê sêlê û bidim ber gezan. An jî ez ê êrîşê bibim ser pîvaza hişk û wekî ku sêvê bixwim wisa bidim ber leqan, tozê jê rakim, nexwe min got qey ez vê carê berê xwe bidim ba serûpîpêjê ku çend kolanan bi wirdetir bû!...

Nizanim xwarin çend dermanê depresîf mamika (depresyon) min bû, lê vî halê min ku kenê hirçên boz pê dihat, jinên ku depresyona xwe bi danûstandina li mall û supermarketan, navendên bazirganiyê dişikênin, dianî bîra min. Gelek caran jî ez difikirîm ku ev jî awayekî mazoşîstane bû ku bi “zirardayîna xwe” (ma çi zirara giyanî be, çi jî ya malî) şa dibin.

Mirovê ku –a rastîn- xwedan vê surişta har û dirinde bû, bi carekê de, di nav gerembol û qerebalixan de dixwest xwe berze bike û bi gîrokirina hiş û aqilê xwe, dinya ji bîra xwe bibira.

Jibîraxwebirin, belkî jî tiştê herî zehmet bû di jiyanê de, lê a rastîn jî, belkî sedema êş û jana herî mezin a mirov û mirovatiyê jî ji vê girêkê bû.

Piştî sosyal-mesajên ku di bin hişê min de lotik didan xwe, ez, ji ber kompûterê xwe, na na, min ew ji ser çoka xwe rakir û bi carekê de girt. Nizanim piyên min dê berê min bidin kîjan kolanê, lê va ye roj bi qasî heft bihostan bilind bûye û ez bi rê dikevim.

Roj bi heft qat ewran pêçaye, guje guja baranê, têkel vedana birûskan bi carekê kêfxweşiyeke wekî ya zarokan xist ser dilê min.

- Oxxx xweziya min! Ez ê têra dilê xwe li ber baranê bigerim. Westa xwe jî ez ê bi çend qurtên Qehweya Kurdî bişikênim...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi