Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Destana Kobanê a sedsala 21'ê ye

Destana Kobanê a sedsala 21'ê ye

Roja min reşenivîsa vê nivîsîna xwe hildayî desti, Kantona Kobanê li ber giyanê bû. Lewre dem mabû ku xwînxwarên DAIŞ’ê bikeve bajarê Kobanê û bi xwîna kurdan re serxweş bibe. Dem mabû tev şervanên Kobanê bi gelê Kobanê re, di aliye van xwînxwaran re bi bê gêzi kirin û komkujiyek mezin di serê kurdan de biborîne. Bi rahêlin û êrija wan a hêl re bihêla navbenda rojan û navbenda saetan de dem mabû ku Kobanê bikeve. Aha wan rojan de serokomarê tirki “dem maye ku Kobanê kevd, an jî dê bikeve” goti bû. Keyf û şahiya xwe bi van gotinan re înabû ziman. 

A bala mirovi dikêşe di nava van bûyer, dem û deqîqan de ji bo komkujiya gelê kurd ê Kobanê, hikometa AKP’ê bi çavên xwe temaşeyî vê dike û dibe şahide wê. Evê komkojîya bi bê kirin dibînin û wijdana wan nalerize. Gor vê jî ji bo îmhaya kurdan çavê xwe miçin û xwe guhişîn in. Bi vê guhişîn û xemsariya xwe de bihêle bi can û rih xwedî derketina parastina wan de, bi çepikên xwe re destê xwe li hev didan. Dem û deqîqe mabû ku komkujî an ku qetlîama kurdan bi bê kirin û dewleta AKP’ê li ber wê qetlîama bi bê kirin de tiştik nedikir. 

Di aliye dî de jî hikometa AKP’ê “ev mirovên Kobanê û ên herêma tirki dijîn bi hev re bira, mam, pismam, xal, xalet û xwîna hev in” di gotin. An ku berdewamiya vê axiftina xwe de, gelê Kobanê bi tevahî bi welatiyê kurdên Tirkiyeyê re yek xwîn in. Tenê cidahiyek wan heye ew jî sinorê neyar kevtiya navbenda wan de û ew bi hev cida kirîye. 

Tev ev rasti li ortê û gor vê têkiliya van kurdên ser sinor û bin sinor (ser xetê û bin xetê) de Serokwezîrê Tirk ê kevin û Serokomarê nû R. T. Erdogan “çi têkiliya welatiyê min û ê Sûrîyeyê heye? Ew welatê xwe dijîn em welatê xwe dijîn. Çi doza me û a wan bi hev re heye” dibêje. Di ser vê de bi wijdaniyê, bi kêfxweş û goterên şadbûn re “dem maye Kobanê bikeve” dibêje.

Rasti jî, ê pêş çav ku tev gotin û kirinên wan bi mînaka mişk û maran rahêlin hev. Di sîyaseta wan de tu gotin û axiftinên wan, tu bizav û kirinên wan ji hev nagirin. Rojekê spîyi reş di înin ziman, roja paştirir gotina xwe guhirînin reşi wekî spîyi di înin ziman. Wekî dawiyê de “ew mirov bi welatiyê me re mirovên hevin” digotin, aliye dî de jî çi têkiliya welatiyê min û ê wan heye” dibêjin.

Ev çend sal bû pêşîya îroj hikometa AKP’ê bi taybet ser navê dewleta Tirkiyeyê “ev sinorên navbenda kurdên Tirkiyeyê ê navbenda kurdên Surîyeyê de sunîye, çimkî evî sinori malbatên kurdan kiriye du parçe” digotin. Bi vê gotina xwe re malbatên kurdan ên Surîyeyê û ên Tirkiyeyê destûr dida ku rojên çejnan bi hev re êkudu bibîn in. An ku cejnên pîrozwer de ev malbatên bi vî sinorê sunî re bûyî du parçe cejnên hev pîroz bikin. Ev fersendeye jî di da kurdên bi hev re xwişk û bira. 

Di van rojan de jî kurdên Kobanê bi aliyê çeteyên DAIŞ’ê re tên îmhakirin. Ji bo zilma DAIŞ’ê kurdên Tirkiyeyê, ên ewan digot kurdê her du welatan birayên hevin, ji bo vê zilma DAIŞ’ê, kurdên welatiyê Tirkiyeyê bi çalakiyan xwe re li kolanan vê jenosîdê şemizar dikin. AKP “em alîgirê DAIŞ’ê nîn in” dibêjin. Belê kurdên welatiyê xwe seba rasti jenodîda DAIŞ’ê çalakiyên xwe re li kolanan şemizar dikin. Di vê sedemê de jî hêzên tirki îşkenceyan, kuştin, lêxistin û zordariyê li wan dike.

Mirov fahmnake ku ev durûye çawa çêdibe. Demekê “ev kurdên bi sinorê sunî ji hev qedayî xwişk û birayên hevin” dibêje, aliye dî “ez harîkariya DAIŞ’ê nakim” dibêje belê zilm û zordariya terorîstên DAIŞ’ê a ser kurdan nabîne. Dawiyê jî bi mînaka mirovê pijîyayî temaşeyî navçavên gelên cîhanê dike û “çi têkiliya kurdên Kobanê û ên Amedê, ên Kobanê û ên Colemêrgê, ên Kobanê û ên Enqerê” û hwd. heye dibêje.

Serokwezîrê Tirki ê kevin û Serokomarê Tirki ê nû, ez dê vê pirse ji te bikim. Ew rêxistinên terorê a tu dibêji kîjan in? Heke tu ji rêxistinên terorê re PKK, YPG û DAIŞ’ê wek hev dibini, ez hêvîyê ji te dikim ku tu pêvajoya çareseriya kurdan re kurdan û tev gelên Tirkiyeyê nexapîne. Çimkî tu ji bo pêvajoya çareseriya kurdan bi Ocalan re, bi Qendîlê re û bi partîya HDP’ê re hevdîtinê dikî. Ev jî di tê vê wateyê. Tu bi PKK’ê re ji bo pêvajoya aştiyê de têkiliyê dikî. Wê demê dibe ku mirov vê pirsê ji te bike. Heke rêxistina PKK’ê, YPG’ê û a DAIŞ’a terorîst wek hev be, tu ji çi sedemê kurdan û tev cîhanê xapîni û ser pêvajoya çareseriya kurdan diaxivi.

 Heke ev jî heye. Heke tu alîgirê çareseriya vê pêvajoya aştiyê de micidi, wê demê tu jî reng û rûyê xwe kifş bike. Niha tu bi PKK’ê re hevdîtinê dikî û PKK’ê dikî alîgirê vê pêvajoyê û wê demê divê tu DAIŞ’ê di rêza PKK’ê de nebîni. An ew PKK’ya tu ji bo aştiyê destê xwe dirêi wan dikî bi mînaka çarseriya mirovahiya her du gelên kurd û tirkan bibin e. An jî reng û rûyê xwe ê rasti re van gelan û DAIŞ’ê  bi hev re cida kifş bike. 

Kurdên Kobanê di bin zilm û zordariya rêxistina zalim a DAIŞ’ê de vêzar dibe û tu jî bo windabûna wan bi pir mehneyan (bahaneyan) û çîroçepan xwe de wekî rûnê ser avê dibîni. Ev xapandin û çîroçepên te re kurd xwe naxapîn in. Êdî wekî tev cîhanê kurdan jî çep û çîrokên te dîtîne û nahên xapandin. 

We dîyar e hûn îroj jî hizirdikin û di vê mantiqa xwe de nin ku kurd bêxwedîne û bêqowetin. Heke DAIŞ’a xwînxwar a terorîst êrijê bibe ser kurdan dê qira kurdan bîne û dê qedemên gerîla û hêzên kurdan bişkêne. 

Belê gêrîla, piling, şêr û qehremanê Kobanê bi berxwediya xwe re ji cîhanê re bûne mînak. Kurdên Kobanê rasti van xwînxwaran destanek a 21’ê nivîsîn. Kêfa neyarê xwe bi xwe nayînin û bi can û bi rih xwedî welatê xwe û gelê xwe derkevin. Ê pêş çav ku ev qehremaniya wan jî, bû xîmê avabûna tifaqiya kurdan.  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10