Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Derbasbûna ji Firatê

Derbasbûna ji Firatê

Li Rojavayê Kurdistanê “korîdora kurdî” ku ji Başûr heta perên Derya Spî li xwe digire, tê avakirin. Ev xet ji bo kurdan gelekî giring e, çavê hemû hêzên mezin ên cîhanê lê ye. Xeta NABOKÎ ya petrol û gazê di vê xetê re dê bigihêje Derya Spî.

Amerîkan û Rûsyayê çavên xwe berdane vê xetê, ev xet sertapê xeta kurdî ye. Pêkhatina vê xetê blokebûna tirkan a ji vê kişikê ye. Xeta kurdî, tê wateya ku kurd bi rûnê xwe li gulola xwe kin û bikaribin aşê xwe yê debarê bigerînin/bihêrin. Ev heman demê hîm û binaxê “serbixwetiyê” bi xwe re tîne.

Ji ber vê yekê dewleta tirk, bi dek û dolabên Alî Cengîz ji bojinavbirina vê planê çi ji destî tê dike. Heta ji ber vê yekê pala xwe daye komek wek DAÎŞê ku “şeytan heft gazan jê direve.”

Dewleta Tirk li rika xwe siwar e, hemû hesabên wê li ser hindê ne ku li Rojavayê Kurdistanê nexşeyeke yekgirtî ya kurdnişîn çênebe, da ku korîdora kurdî durist nebe û riya bazirganiya kurdî negihêje behrê. Kurd parçe parçe û belawela bin.

Beramberî vê, ev demeke dirêj e ji bo vê çendê lê dixebite Amerîkan û dinyayê îkna bike da ku nehêlin hêzên kurdî-YPG derbasî rojavayê Firatê bibe û Cerablûsê bistîne; hêjayî gotinê ye, Tirkiye li Bakur jî ji bo hêzên siyasî yên kurdî li rojavayê Firatê –Riha, Semsûr, Entabê belav û xurt nebin, her tiştî dike. Stratejiya aqilê dewletê li ser fetisandina di perên Firatê de ye.

Wisa xuya dike ku Amerîkan û hêzên xwedîgotin zû bi zû xwe nadin gel planên Tirkiyeyê ku dixwaze li perê dî yê Firatê –li hêlîvanka DAÎŞê- navendeke destbiserkirî ava bike. We kifş e Amerîkan dê li gorî ajandaya xwe tevbigere û gav bi gav wê cih bi cih bike.

Îja Tirkiye jî bi nêzîkbûneke tolhildanê berê xwe dide kurdan. Her ku diçe şansê tifaqeke kurd û tirkan li Rojhilata Navîn kêm dibe.

Roj dê bê Tirkiye dê gelekî li xwe poşman bibe ku ev derfeta zêrîn ji destê xwe biriye û di wexta xwe de xwe nedaye ber vê tifaq û hevgirtinê.

Kurd, ne tenê Firatê dê Derya Spî jî derbas bikin. Ew roj gelek dûr nîn in. Pêngava herî giring a vê jî, standina Şingalê ye. Bi rizgarkirina Şingalê xeta hatûçûna DaÎŞê hate birrîn. Bi standina Cerablûsê jî dê xeta wê ya Tirkiyeyê bête qutkirin; DAÎŞ jî wek çareya dawîn, dê serî li çalakiyên xwekujî yên sansasyonel bide, wek bûyera FARÎSê heye ku li çend deverên dîtir ên dinyayê çalakiyên bi vî rengî bicebirîne; lê êdî DAÎŞ sernişîvê têkçûnê bûye û ji vir pê ve vegera wê nîn e. Mîada wê diqede.

Berê kurdan li ronahiyê ye. Tenê ji bo ev qonax zûtir biçe serî divê hêzên kurdî bêhtir hevdu bigirin. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi