Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Deng û Hilbijêr

Deng û Hilbijêr

Sibe zû ye. Tîrojên tavê li pişt çîya ê hindik spî, hindik reş an ku çîya ê piti piti diyardikir. Ew tîrojên pişt wî çîya derketi tevahî cîhan germdikir û ji wan tîrojên tavê ra gelan pêtir baweri bi xwe hat. Hemûya fahmkir ku eve tîrojên pêşveçûna deng ê mirovên fêhlmêr in.

Wê sibe ê hilbijêrên welat bi rûyek dî, bi rengek dî, bi dilkî dî temaşeyî her çar alîyê xwe dikir. Bi hêcana dilê hilbijêran da, carek dî ew roj û tîrojên wê tav ê li wan xweş tê. Xwe wekî mirovê cilên nêçîrvanê pez kûvî li xwe kiri û tîr û kivan havêti milê xwe, şûr û metal hildayî destê xwe, amadeyî çûna nêçirê didîtin.

Ew hilbijêr in ewên nava nivînê xwe derketî, çûyî eywankê an jî nava baxçe ê derê malên xwe û tezinkê xwe rastkirî. Paşê jî ba ê ji wan çîya ê piti piti tê, ba ê ji deşt û zevî û beyara tê dikêşin nava cerg ê xwe.

Di dem û dest da wekî hemû rojên dawî cergê wan hilbijêran bi wî ba ê paqij ra xwe dixemilî nî. Heske ew cerg wekî yê neyarê wan bi cigarê, bi fitne û fesadîyê, bi dijminahi û kuştinêra qirêjû nebe, bi wî ba ra jîyana wan dê pênç sal a dirêj bibe.

Paşê jî di dilê xwe da “axx jîyan çendî xweş e” dê bibêj in.

Belê carek dî dê bi wê hevoka xwera veceniqin û “jîyan rasti jî bi kêf û şahîyane ra, bi xwişk û biratî û bi azad xweş e” dê bibêj in.

Di herêmêda zêdehî mirov bi vê hevoka duyemînra xwe dixendiqînin û tû tam ê ji jîyanê nabînin. An ku hêj tû xweşî ji jîyanê nedîtî ne.

Belê ew hilbijêr ê eywanê an jî nava baxçe temaşeyî esmani û paşê jî çîyayên herêmê dike. Wê demê tinê mirovê ji derveyî welatê xwe, dizanî kanê ew di nava çi hiziran e.

Çimkî çend deqike ên dî li esmani teyr dê firînin/firdin. Ew teyr dê bêminet û azad jor firînin, mirov dema zêde temaşeyî wan bike çavnebar dibe.

Dê berfa çîya ên welêt vebihujîn/helin û herikin nava çem û rûbara, dê vebihujin û herikin nava zevî û beyara, nava mêrg û newala. Bi wê jîna erdnigarîyê ra û teyrên esmanira, dê bikevin nava xeyalên jîna xwe, ewên kûr û dûr.

Çimkî van rojan erdnîgar bi rih dikevî, van rojan bihara rengîn bi çend rengên di cîhanêda hebûn re xwe xemlînî. Kulîlk ji bo pêtir bêhnên xweş belavbikin herêmê, ji yêkra di kevin pêşbazî kirin ê.

Bes mixabin di wan rojên di kêf û şahîyaneda jî dilê wan hilbijêran cih bi cih disojî, kêfa wan di gewî a wanda xetimî. Ji bo nû destpêkirina biharê kêyf û xemên wan dibin tîte.

Vê demsalê erdnîgar pir bi xwîna Kurdara herikî ye. Ji wê çendê ev demsal e, ji Kurdan ra hindî kêyf hin jî şîn e. Ji bo vê demsala hinde rengîn û xemlînda Kurdên geheşti şehadetêre dilê wan mirovan di sojî. Tinê ne ji bo Kurdên di vê demsalêda berdêl dayî tê hizira wan, ji bo welatperestên hemû welata di vê demsalêda jîyana xwe winda kiri ra dilê wan hilbijêran disojî/dişewitî.

Vêca bi vê kêmasi û zêdehîyê vê bihara rengînda, em geheştîn dawî a hilbijartina 29 Adar ê. Wê sibe ê jî hilbijêrên welat ji bo deng avêtînê amade bûn. Hibijêran hemû ya bi serek bilind dengê xwe avêtin sandoq a û xwedî ê xwe derketin.

***

Pir ji hilbijêran ra bi vê hilbijartina şarederîya da, hindik di bêjin em serfirazîn, hindik di bêjin tivîya em hêj pêtir serfirazban, hindik jî di vê hilbijartina şarederîyêda ji bo pêşveçînê hind girîng nabînin.
Kî çawa vê hilbijartina şarederîya bajêr û navçe a da ramanên xwe aşkera dikin bila bikin, hemû jî di van ramanên xweda heqdar bûn in. Raste di vê hilbijartina 29 adarê pêngavek herî girîng hate avêtin. Bes ewên vê hilbijartinê da pêşveçîna Kurda zêde girîng nabînim dibêjin jî hindî hemû ya heqdar bûn.

Kurd di bêjin tû taytayk a ne de ber dilê xwe. An ku ji qesti dilê xwe xweş nekin, hêj kor mar di herêmêda ne winda bûn e.

Çimkî hindî ku di nava Kurda da deng firoş hebin hilbijartinê me na gehin armanc a xwe. Wek mînaka kêrmik ê sêvê ji dar a sêvê ye. Seba çi kêrmik ê Kurdi ji mejû yê Kurdi ranakin.

Ma na bêjin tevahî welat da hinde deng ê Kurda henin. Heske hind deng ê Kurda hebin, seba çi hemû xwedî xwe dernakevin.

Hindik dê bêjin di nava kerî pezida jî lewaz henin. Raste henin bes ew bi rexê beyteri tên derman kirin û saxdibin. Piştî hinde axaftinan, bilêvkirinan, ew bo çi lewazên Kurda li xwe na zivirin.

Dê bêjin tiştek heye di bêjinê demokrasî, tivê gore demokrasîyê deng belav bûn.

Raste ez jî wekî hemû welatperesta li benda demokrasîyê amade me. Wekî hemû yê, hilbijartin jî tivê çarçova demokrasîyêda bigehin armanca xwe. Ji bo vê min tû gotin çûnîn bes mirovê xwedî xwe ne derkevî û xwedî nasname a xwe ne derkevî, xwedî gel ê xwe ne derkevî dê çawa bû. Herê ev mirove dê çawa xwedî demokrasîyê derkevî. Demokrasî ne gor wan mirovan e, çimkî kêrmikê mejûyê wanda ji ganê wan e.
Haa… tivê em vê ji bîr nekîn.

Heske tevahî gel xwedî ê nasname a xwe bû, xwedî ê xwe bû, xwedî ê zimanê xwe, çanda xwe bû. Ji bo jîna wi tû kêmasî ê ku zirarê bide wi ne mîne. Wek mirovê azad xwe berde nava xwişk û biratîya xwe û hemû gel a, wê demê di hilbijartina da ji demokrasîyêra dê bişê baxiv e. Wê demê bila gor demokrasîyê dengê xwe bide, minbarek bû.

Tivê mirov dil qirêj, mejû reş û çav tarî ne be. Ew mirovên di bêjin em li vê hilbijartina şarederîya serfirazin ew ji erdi heta esmani heqdar in.
Di vê hilbijartina 29 adarê Kurd li xwe nas derketin. Di dîroka xweda wekî pir serkeftina vê hilbijartinê da jî serkftinek dî li dîroka xwe zêdekirin.
Di vê ronahîyê da.

Kurda jî wesa dengê xwe avêtin sandoqê, nîşê dan kanê kîjan dê ji welat derkevî, kîjan jî dê mînî welat. Ew Erdoganê xweş mêr ê Qasimpaşayê, roja nav çavê Colemêrgî û gel ê herêmê temaşekirî û goti “an hesbikin an terk bikin,” ji hilbijêra ra jê ders stand.

Êkere hilbijêrê herêma Colemêrg ê, ew yêk yêk ên (tek) wi li rûyê wi dan. Bila bizanî Serokwezîrî bi zordestî naçe rê. Xweşbînî kor mari ji qola keviri derêxî.

Hindî ku tu milê zaroka bidî şikênan, tifengên pompalî rêkî ser welatperestan, ji Kurd û partîya wan a DTPê re bêji o, navê wan neînî, tu dê deng ê xwe yê herêmê berzîkî.

Hindî ku tu TRT şaş ê (şeş ê) bi rûmeti li nav çavê Kurda bidî û ji derî qanûn bidî weşandin dê her şaş bû.

Bi direwa mirov carekê, du cara bawer dike belê cara sêyemînê tû bawerîya mirovi namîne. Ma na bêjin “mumê agir berda komê, revû çû serê zomê” ya AKPê jî ew e.

Kurda jî wek gotina deng namûse nahê firotin ra dengê xwe xwedî derketin.

Ev serfirazîya gel ê Kurd e, tivê mirov fahmbike. Erdogan tu jî vê serfirazîya Kurda fahmbike, êdî bese Kurda nasîn e.
Cîhan di zanî ku di van serfirazîyê wahe ra dilê mirovi bi kêfada dilerizî, rondikên serfirazî ê di çavên mirovida diherikin. Pêş çav e Kurda pêngavekê xwe nêzû aştiyê kir, rengê xwe yê hêcana aştiyê wekî hemî rojên dawîyê kifş kirin.

Hemberî hemî kêmasîyê te, heske tu destê Kurda negirî, destê aştîyê ne girî, dê Kurd her wahe bibin tifaq. Kurda şer û kuştin nevê, li benda te ne ku tu navbeyna gel a pêtir venekî, zûda belê zûda aştîyê bînî cih. Destê Kurda li bert e ye, keremke tu jî destê xwe bide destê wan.
Mirovê Kurd di vê hilbijartinê da, ya ji destê wi hati înade cih. Xwedî ew Kurdê dengê xwe firoti jî, wekî Tirk dibêjin islah bike.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10