Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Çima hikûmet û Ergenekonê li hev kir?

Çima hikûmet û Ergenekonê li hev kir?

Malûm e, ber bi hilbijartinê ve hukmê hemû ‘qewl û sozan’ betal e. Çi tê gotin, tev li ser hesabê wergirtina reyek dî ye.

Lê hesabek heye, qet û qet naguhere; şerê ronahî û tariyê… an jî em bêjin şerê yê heq û yê neheq… şerê bindest û serdestî…

Îro li ba me ev şer, şerê kurd û dewletê ye. Erê, teşe diguhere, peyak/piyon, hemle, liv, îdeolojî, dîn, bawerî… her tişt diguhere lê ev şer heta kurd hebin û bindest bin, hîç naguhere.

Dewlet, di destê kîjan hêzê de be, ew tê û polîtîkaya ser kurdan a red û înkarê, pelişandin û têkdanê ji yê beriya xwe hildigire û bi rê û rêbazeke dîtir didomîne. Gotin, rêbaz, nêzîktêdayîn çendî biguherin jî, ya ku tim berdewam e nîrê zordestiya ser kurd û Kurdistanê ye û têgihîştina yekdewletî a li ser “bindest û jarhiştina” kurdan her heye.

Hikûmeta AKPê, ber bi hilbijartinê ve hawara xwe anî ber deriyê kurdan. Bi înisiyatîfa Serok Ocalan pêvajoya ‘çareseriyê’ di Newroza 2013ê de dest pê kir û hê jî berdewam e.

Lê di vê maweyê de, tim aliyê Kurd ji xwe da, aliyê kurd sebir kir, aliyê kurd bêhna xwe fireh kir, beramberî wê, hikûmetê hêj di destpêka pêvajoyê de, li Parîsê 3 kadroyên jin ên PKKê kuştin, pê re li Kurdistanê qereqol ser qereqolan ava kirin, pê re çend pakêtek derxistin ku tê de weke ku yariyên xwe bi kurdan bike, bi ser de jî weke MINET nîşan dide û dibêje, “Bi xêra me hûn bi zimanê xwe weşanê dikin…”

Hey mala minê!...

Heta 17ê Kanûna Biçûk hat, li vê derê Cemaeta ku bi sebeba Dersxaneyan li Hikûmetê tal bû û ji ber şerê “parvekirina îktîdarê” şûr kişand, bi Ergenekonê re li hev kir û operasyona kasêtan li dar xist.

Di encamê de hikûmet pir tengav bû. Nihêrt Cemaet nayê ser rêka wê, rabû digel Ergenekonê rûnişt û beramberî ku Ergenekon dest ji weşandina kasêtan berde, wê jî girtiyên wan berdan.

Niha îtifaqa Ergenekon û AKPê ket dewrê. Bêguman peymanên wan hene lê hesab û bazara wan zêde hev nagire; Ev ‘neyarên duh’ îro di pirsa kurdî de mimkûn e dîsa dest bi raçandina tevneke kirêt bikin.

Ji ber hindê jî, piştî encamên hilbijartinê ew ê nexşerêka xwe deynin ber xwe û rê û rêbazekê destnîşan bikin.

Li vê derê encama hilbijartinê a ji aliyê kurdan ve pir girîng e. Heke kurd, Ruha, Agrî, Qers, Mûş, Bedlîsê jî li nexşeya îro ya berdest zêde bikin, mimkûn e ew bi konsepteke nû a tund û tûjiyê bêne ser kurdan, an jî yekser dê xweseriyê bipejirînin. Îtifaqkirina/lihevhatina Ergenekon û hikûmetê, nîşana xêrê nîn e ji bo kurdan…

Divê aliyê kurd, siyaseta neteweyî geştir bike û li gorî wê, rê û rênimayekê deyne ber xwe.

Divê kurd, bêminet bin û ji ya xwe nayêne xwarê. Bê statûyeke siyasî çu tiştek dî razî nebin.

Bivê nevê ev pirs tê hişê mirovî; AKP û Ergenekonê li hev kir, berê tîrên wan li Cemaetê ye lê a rastîn 'se goştê seyî naxwe' bo kurdan tev bi hev re ne... Gelo em têne serî?

Li meydanê tabloyeke weha heye; ji ber gendeliyê qûna hikûmetê tazî bûye, îja radibe wê bi Ergenekonê pîne dike, diranê Cemaetê jî, ji binî de hate hilkirin. Tê heye piştî hilbijartinê Cemaetê û dezgehên wê “terorîze” bikin û wek “îllegal” ragehînin.

Cemaet, di vê tengaviyê de dê bête ber deriyê Kurdan, divêt kurd ne bêjin “erê”, ne jî “na” heta heke bikaribin jê sûdê wergirin, dikarin hin tiştan pê re biaxivin jî, lê eman, Cemaetê kedî nekin, pir kone û xeter e…

Kurd, li serê duryaneke pir krîtîk in; rêyek tenê li ber wan heye. Hemû rabin û 30ê Adarê deng/reya xwe bidine BDPê.

Azadiya Kurdistanê bi tifaqê nêzîk e…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi