Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Cihê zarokên ‘keç’ di lorikên kurdî de

Cihê zarokên ‘keç’ di lorikên kurdî de

Ez, ji bo dawetekê hatim Culemêrgê. Ev zêdetirê hefteyekê ye li bajarê navçiya bêrawestan guje guje baranê ye. Befir heta jêriyên çiyan daketiye û tu dibêjî qey pêşwaziya avetîrkên nîsanê dike, wekî ku avê bi mesînî ji ewran birêjin wisa baran dadirêtê.

Avşîlk û cobar heta guhan tijî ne û lêmişt gurme gurmê ji dol û newalan tîne. Çemê Zê, sermest xwe di geliyê bêbinî werdike.

Li bajêr, min kî dît pirsa “berendamên serbixwe” ku BDP piştgiriya wan dike ji min kirin. Serokê BDPê Selahattin Demirtaş bo xelkê Culemêrgê barana moralê bi xwe re barand.

Gava min ev nivîs dinivîsî hê jî guje guja nixteyê bû û birûskan vedida.

Em giş li aliyekî,

Min li vê derê ligel dê û bav, xwîşk û bira dapîrên xwe jî dîtin.

Dapîra min bi dilxweşî pêşwazî li nevîçirka xwe (Dîjo) kir. Heta niha min tenê welê dizanî ku “lorikên me” li ser zarokên “kur” in û me wisa dizanî ku kelepûra feodalîteyê hebûna keç/jinan tune hesibandiye.

Lê gava dapîra min nevîçirka xwe dît, bi lorikekê kêfa xwe pê anî, jê hez kir û da ber dilê xwe. Lorika dapîra min Zînê, ku hebûna zarokeke keç bi hezar kuran (lawikan) naguhere, di serî de li gel min bû cihê dilxweşiyê.

Bêyî ku gelekî dirêj bikim, ez dixwazim van lorikan bi we re parve bikim:     

Xwedêyo alimê siran
Keça min sedef e li nav durran
Keça xwe nadim bi hezar kuran

Xwedêyo xweş  xwedêyo!
Tu nede bayê befirêyo
Keça min rêvîng e dê biçe rêyo

Xwedêyo te wê dayî
Zêr e bi zîvî tamdayî
Sebra da û bavan înayî (anî)

Bi dilekî xweş… Ez wek kurdek hevgirtina KADEP û BDPê pîroz dikim, dil dixwest ku HAK-PAR jî beşdarî vê meşa “pîroz” bûbûya.

Em giş dizanin ku riya serkeftinê bi hevgirtin û yekitiyê ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi