Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

BI ÇÎROÇEPAN RE PÊVAJO ÇARESER NABE

BI ÇÎROÇEPAN RE PÊVAJO ÇARESER NABE

Heke fêhlmêri, xasmêri û exlaqek paqij di binyatê hindik mirovan de hebe, dema tif erdi kirin carek dî tifa xwe naalîsin. Ji tiştikê an jî ji hindikan re dema şîroveyek, nîqaşek tiştik di wi alide axift divê we be ku dawiyê aşkerabûnê şemizar nebe an jî xîmê wê hebe. Heke axiftina wi/wê/wan bi mînaka xîmê ser cemedê be, dema cemed heliya an jî ew gotina wi/wê/wan goti direw derkeve rûreşi û şemizari ji wi/wê/wan re dimîne. Ev jî di nava mafê mirovan de tiştik pir kirêt û dibe hilkulîna neyariyê û şeri.

Mirov temaşe bike, a AKP’ê jî dikeve nava bizavek wahe. Bûyerên vê hikometê xwe berdayî nava wê, bi van mînakên jêr re aşkera dibe.

Gor gotina hikometa AKP’ê ev deme dema çareseriya pirsgirêka kurdan e. Pêvajoya çarserekirina pirsgirêka kurdan di rojeva wan de ye û dê heta dawiyê birdewam vê pêvajoyê bikin. Lewre armanca wan êdî ji tu avahiyan re cenaze nehên û çavên çu dayika bi rondikan re şil nebin. Cergê çu dayika parçe nebe û çu dayik negirîn. Belê ê pêş çav ku ewan divê çu dayikên tirkan negirîn, lewre roj bi rojê dayikên kurdan ê digirîn û girîya wan berdewam e.

Çendî em di nava rojan de diçîn ciwanên kurd, zarok û jinên kurd ê jîyana xwe winda dikin. Roj bi rojê nêzî 9-10 cendekên kurdan ê tên bajarên kurdan. Ev cendekên tên aliyekî DAIŞ, aliyê dî de jî hêzên hikometa AKP’ê dikuje û cerg û mêlakên dayikên kurdan disoje. Hey bêwijdanên bêwijdan. Ew ciwanên kurdan ên niha jîyana xwe winda dikin ew ne zarokên tu dayikan in? Ew zarok ji bin teraşan hatîne ku tu dayikên wan çu nîn in. Nê ewan jî dayik hene û ji bo mirina wan cerg û mêlakên dayikên wan jî disoje. Tev bajar û navçeyên kurdan de her roj û her deqîqê ê dayik digirîn û rondikên wan nasekinin.

Hikometa bi Xwedê netirsan re avabûyî. Başe ev çi polîtîqaya bêwec û direw e, hûn dikin. Ma çi ferqa rondikên dayikê tirkan û kurdan heye? Hûn bi çi wijdan re hêvî dikin ku rondikên çavên dayikên tirkan neherikin? Belê ji bo berdewamiya herîkîna rondikên çavên dayikên kurdan bêxemgîn in? Ew çi dilke di singê we de hûn cidahiyê diden rondikên dayikên kurd û tirkan? Di mînim şaş ji bo gotina hewe a çareseriya pêvajoya aşitiyê de ew kîjan bêwijdan û bêaqile ku baweriyê dide hewe?

Aliyê dî de hûn dibêjin “em di aliyê pêvajoya çareseriyê de micidin. Rasti pêvajota çareseriyê de tu pêngavan paşde naavêjin û em dê pêvajoyê de berdewam bikîn. Tu têkiliyên me û a DAIŞ’ê çu nîn e” dibêjin. Belê van rojan de tev bajar û navçeyên tirk û kurdan de bi girseyî DAİŞ di tê protesto kirin, mixabin di aliye hêzên hikometa hewe re bi zilm û zordari êrişan dibe ser wan welatiyan. Ev jî di tê vê wateyê. Gor gotina we “em alîgirên DAIŞ’ê nîn in belê me nevê tu kes DAIŞ’ê protesto bike û me nevê zirarê bide wan” dibêjin. Kurd dibêjin “ an naçim aşi an jî biçim aşi jî dê aşevani bikujim.” Gor gotina hewe “an dê qira kurdan bînim an jî ji harîkariya DAIŞ’ê re tu pêngava paşda naavêjim” dibêjin.

Aliyekê de hûn dibêjin em ji bo pirsgirêka çareseriya kurdan de paşde tu pêngava naavêjin, aliye dî de jî ev hinde sal e navbenda kurd û tirkan de şer sekinîye, tu cenaze nahên, rondikên çavê dayikan sekinîye. Serda niha jî terora PKK’ê û a DAIŞ’ê wek hev e hûn dibêjin. Serda jî PKK’ê destê xwe ê aştiyê dirêji te kirîye û şer sekinandiye. Welat te girîn, nalên, kalên, kuştin, sotin û hwd. dilsotin û neyari çu nîn e. Ser vê hemûyê de tu bibêje PKK û DAIŞ qetlîama dike û dibe sedema koçberiya bi hezaran re mirovan. Jinan li bajaran firoşin û destdirêjiya jinanên tev gelen Rojhilata Navîn dikin. Nê eve hinde sal e, mirovê kor dibîne ku PKK ev vahşeta DAIŞ dike nekirîye û nake jî. Herê hûn çawa vê nabînin?

Niha jî tev goman û armanca Serokmarê Tirki ev e. Gor dile wi PKK’ê bîne rêza DAIŞ’ê ku navbenda civakên netewî de wê nîşê bide. Her wahe êrişên civakên netewî zivirîne PKK’ê. Van gomanên xwe de aliyekê wekî ev du sal e bigotina pêvajoya çareseriyê re kurdan xapîne û aliye dî de jî hilkulîna qirana PKK’ê bîne. Di vê dîtinê de roja gelên Surîyeyê kevti serhildanê heta îroj armanca hikometa AKP’ê jî bi harîkariya DAIŞ’ê re êrijê bibe ser hêzên PYD’ê û kantonên li wir avabû belav bike. Çimkî wan kantonan bi mînaka PKK’ê ji xwe re neyar dibine. Heke di aliyê suçdariyê de hûn dibêjin û hewe bi PKK’ê re dilê şeri heye wê pêşîyê de bêjin ku gelên cîhanê nexapîn in.

Van rojan de hewlên di bin xîmê vê qirara êrija ji derveyî welat an ku a dewletên Iraq û Surîyeyê de, hûn înkara çareseriya pirsgirêka kurdan dikin. Lewre bi gotina xwe a PKK û DAIŞ wekhevin de, dê bi harîkariya hêzên civakên netewî de êrij bikin ser hêzên PKK’ê û YPG’ê. Bi van gomanên xwe re bi hêceta vê pêvajoya mînaka benişti devê xwe de girti, dê qira kurdan bîni.
Belê bila bibê zanîn ku kurd kurdê berê nîn e. Îroj êdî kurd birêxistîn in, bi qowet in û dizanin ku bi zirtan, bi xapandinê, hîle û çîroçepan re tu pirsgirêk çareser nabin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10