Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Bezîn a jîyanê

Bezîn a jîyanê

Mirov ji jîyanê tu jê fêm nake. Jîyana mirovan wekî babelîskê tê û d içe. Deqîqe, saet, roj û meh rahêlin hev. Heta mirov çavê xwe niqîn e sibe digehe şevê, şev digehe şefeqê. Zeman, wext, dem çawa dibore. Duh ez hejdeh sali bûm, îroj sîupênç sali bûm sibê jî de bibim şêstîpênç sali.  

Jîyana wekî babelîskê dibore belê, a hindikan bi xweşi, a hindikan jî nexweşi an ku bi jehr û qureder re dibore. Jîyana hindikan bi xîzani û nexweşi, bi jan, kul, kuvani, êş û elemî, bi mal avayî, malxirabî, bi qotan, lêdan, îşkence û kuştinê re an jî kevtina heps û zîndana de dibore. Bi hejmarê ewên wahe bimilyonan in.

Jîyana hindikan jî bi têrbûn, kêfxweşi, şad û şahiyê, bi xapandin, şelandin, hîle û dizîyê re dibore. Ewên wekî vane dijîn jî bisedan in.

Tenê ev xwezaya hinde xweşik ji van mirovên bisedan re dijîn re çênebûye. Ev xwezaye ji tev mirov û giyandarîyê re avabûye.

Ev jî tê zanîn ku mirovê ji dehmana dayika xwe bû û di vê xwezayê de jî xwediyê tev xweşi û nexweşiyan e. Dema mirov hate dinê ser eniya tu kesê “tu dê bixîzanî, xwediyê kul û kuvaniya, xwediyê êş û janan bijî” nenivîsî ye, Ser eniya hindikan jî “tu dema hati dinyayê dê bidewlemendi, kêfxweşi, şad û şahiyê re bijî” nenivîsî ye.

Herê gelo ev qanuna vê xwezayê an jî ev makeqanuna vê xwezayê di aliyê hindikan re hatiye nivîsin, an jî xweza xwediyê vê makeqanunê ye.

Ê nan bi guhan re bixwaribe jî dizane di makeqanuna xwezayê tu cudahiyên wahe çu nîn in. Evê cudahiyê sîstemên mirovan ji xwe re danî ye û wekî makeqanuna xwezayê danên ortê.

Bi kurtasi derketina kapîtalîzmê û a pawanîyê bînin ziman ku kapîtalîzma kesk û pawanîya kesk çawa welat hildaye destê xwe wê bizanin.

Lê ya rasti di jîyana civaka hoveberan (ilkel toplum) de yek sîstem hebû ew jî ser vê xwezayê wekî xwişk û birayan bijîn. Bi fenda hindik mirovê xwedî qowet û hişyar re sîstema derebegîtîyê kevte xwezayê.

Êê…

Ê ji xwe re sîstema derebegîtîyê avakiri ji bo minfeatê xwe zêde bike qet cihê xwe de sekine.

Dê pêtir ked û karê geli bidize û dê pêtir geli îstîsmar bike. Roj hat herêma derebegî, kapîtalîzm kevtîyê ji wan re teng bû û ji bo berjewendîya xwe derketin welatên nû. Di vê pêvajoyê de dê herêman, welatan bêxin bin destê xwe, dê dewlemendîya binax û a serax bibêxin pawana xwe. (Em Colemêrgî ji peyva pawanê re dibêjîn parwan.) Dê çerxa kapîtalîzmê navbenda welat û welatan de bêxin sîstemê. Dawiya wê jî bisîstema kapîtalîzmê re nasekin in, wekî îroj dê keda xwe bikin êk û sîstema pawanîyê avabikin.

Vê berdewamiya jê xwarin kirina geli re wekî me jori goti jîyana xîzanan û a dewlemendan cuda dibe. Bi milyonan mirov nava herikîya zemani de bisefalet, xîzani û xweliseri re bi bijîn. Bi sedan mirov jî dê keda milên wan bixwin.

Gor van kapîtalist û pawaniyan dinya wahe hatiye û dê wahe biçe. Belê ê keda milê wan di tê xwarin, ê xwiha eniya xwe ji nava dilka xwe herikîn e û ê heta gewiyê kevti nava vê çerxa kedxwariyê hişyar bû ye. Rasti van kedxwaran bûne yek mist û laş. “Ev şîrove a serhildan û têkoşîna xîzanan bo nivîsînek dî”.

Em di şên bêjîn ku bizava Gulen jî bi sîstema kapîtalizma kesk re êdê têr nabe û dem bi dem xwe berde nava pawaniya kesk de. Cemaeta Gulen wekî koka dara çinarê sîstema xwe a kapîtalîzma kesk nava Rojhilata Navîn de cih kiriye û keda milên gelê van welata dimêje. Cemaeta Gulen ev hinde sal e di bin konê AKP’ê de wekî sîstema pawaniyê xwe cih dike.  

Tu ji me welatiyê Tirkiyeyê kor nîn e. Vê demê di Tirkiyeyê de bi milyonan welatî bêrsî, rûs û pêxas in. Karker û xebatkar, kedkar û bazirgan, xwendevan, gundî û teqawît ji bêrsan de aha mirin an jî dê bimirin. Bi harîkariya cemaetan de Partîya Spî aborîya welat hilda destê xwe û li bendêye ku sîyaseta welat jî hilde destê xwe.

Di be ku vê pêvejoyê de tev saziyên welat û serokatiya tev saziyên welat hildabe destê qadroyên xwe. Di be AKP zilma sîstema pawanîya kesk, dem bi dem diêxe nava welat. Kurdan, pirsgirêka kurdan, gelên dî ên wekî kurdan mêtîngeh, roj bi rojê berdêlan didin. Kedkar, karker, gundî, bazirgan, bi gotina kurt tev welatiyên Tirkiyeyê roj bi rojê pêtir dikevin çerxa xîzaniyê û pêtir hewceyî pariyê nani û hewceyî sîstemek demokratîk in.

Mixabin AKP’ê tiştik ji bîr kiriye. Xîmê vê doza wan ê ser cemedê.

AKP di be ku di vê bizava xwe de jî roj bi rojê pêşdikeve, belê birêxistinkirina gelan re dê xîmeyê wan ê ser cemedê biherif e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10