Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Ber bi hilbijartinê

Ber bi hilbijartinê

Li welatê me agirek pêketiye, her roj ev agir geş û gurtir dibe. Welêt ber bi hilbijartinê ve an jî ber bi çalek agir ve gêr dibe, xuya nîn e.

Siyaset, hunerê peydakirina çare û çarerêyan e, ger siyaset bixitime û nikaribe tu rêkan peyda bike, hingê lûleya tivingan vedireşe û kaos û alozî dibe hukimdarê civakê.

We reng e, peşkên şewat û êtûna Rojhilata Navîn hêdî hêdî bi ser Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de digire; ewrên reş û tarî yên mirinê rûyê xwe tirş dikin û asîmanê welêt dinixêvin.

Cihê heyf û mixabinê ye, li şûna axaftin û diyalogê, qeboqeboya şerî serî digerîne û nîrê xwe dişidîne. Siyaset têk diçe, aqilê selîm winda dibe, û gav bi gav ber bi êtûneke gur ve gêr dibe civak. Xwîn dibe lehî û agir bi cerg û kezeba dê û bavê xelkê me dikeve. Roj nîn e ku ‘kuştin’ çênabe, a herî kambax jî ew e ku her ku diçe em hemû pêkve fêrî vê rewşa malwêran dibin û kuştin û sotin dibe parçeyek jiyana me ya rojane. Êdî bi hejmara ‘kuştiyan’ nêzîkbûn tê nîşandayîn, xasma ‘kuştinek’ bi tenê jî besî hindê ye ku welat dakeve kuçe û kolanan û xelk doza maf û heqî bike.

Tirkiye ligel Bakurê Kurdistanê ber bi 1ê mijdarê ve dikişe. Hilbijartina 7ê hezîranê tê dubarekirin çimkî piştî wê partiyên siyasî nikaribû hikûmetekê ava bikin. A rastî, bi fermana Serokdewlet Erdogan “şerekî bi kontrol” hatibû destpêkirin da ku reyên AKPê çend pileyan bilind bibe û reyên MHP û HDPê çend pileyan bêne xwarê; lê şer ji ‘kontrolê’ derket. Niha kaos li dar e.

Siyaseta dewleta Tirk a derve têk çû; a rastî Rûsyayê mudaxele lê kir. DYAyê planên ku bi tirkan re danîbûn, betal kirin, niha mutefîk û hevkarê hêzên gewre Rûsya û DYAyê kurd in. Ji ber vê yekê jî li Bakur û Başûr îstixbarata Tirkan dixwaze aloziyê bixe nava kurdan da ku nikaribe vê pêvajoyê xurt derkeve û bi hêzên ‘gewre’ re bimeşe.

Ez wisa texmîn dikim, encama hilbijartinê zêde guhartin çênabin. Lihevkirinek navbera hêzên siyasî pêkan xuya nake, mimkûn e, derbeyek leşkerî jî çêbe. An jî piştî şerekî xwînî yê giran mimkûn e Amerîkan wek navbençî bikeve navbera PKK û hikûmeta Tirk û wan li hev bîne.

Welhasil, welêt bi vê hilbijartinê ne tê nûnerên parlamenê nahilbijêre, heman demê çarenûs û qedera vî welatî jî diyar dike.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi