Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

BDP û Namzetên Sarederiyê

BDP û Namzetên Sarederiyê

Em dê tev hilbijartinên dawiyê ên welat de hati kirin hildin pêş çavên xwe. Di dawiyê û heta îro şaredarên partiyên pergalê ji me re çi xebat kirin e. Heke em heramzade nebin em dê gor wijdana xwe vê dîtina xwe şîrove bikîn.

Di van şîroveyên xwe de, dawiya tev rexne û xwerexneyên xwe, dê vê hilbijartina 30 adarê de, em dê bêjin bo çi (Partîya Civak a Demokratîk) BDP?

Kurdno, ez bawerim a min dîti tev kurd û gelên herêmê jî dîtiye. Lewre heta îro BDP’ê û patriyên kurdan ên BDP înadi vê rojê, pir caran kevtin nava hilbijartinên netewî. Bi berdewamiya van hilbijartinan de roj bi rojê sedema ku kurd xwedî xwe, denge xwe û namuse xwe derkevin, dengên xwe zede kirin. Rasti jî ev pêşveçûna sinsileya partiyên kurdan de serkeftin a gelê kurd e. Ev nahê înkarkirin.

Belê em dê zivirîn û temaşeyî pişt xwe bikîn. Kîjan carê de BDP’ê namzetên şarederiyê gore vê hilbijartina 30 adarê bi bijarti kifşkirîne. Namzetên BDP’ê ên şaredariyê vê carê herî girîng in û tev bijarene.

Rasti me tu gotin ji bo namzetên şarederiyê a BDP’ê a dawiyê danî re jî çu nîn e. BDP’ê didawiyê de jî tev ên ji bo şarederiyê danî û ên di van hilbijartinan de qezençkiri ên bijarine. Rasti jî ev bijartina pêş çav a îro ser xîmê wan avabûye.

Belê bînin pêş çavên xwe di kîjan hilbijartinên dawiyê de BDP’ê namzetên wahe giring û bijare kirine endam.

Endamê Şarederiya bajarê mezin ê Amedê, ê Rihayê, ê Mêrdînê, ê Edenê, ê Agirîyê, ê Sêrtyê û hwd. Tê dîtin ku tev endamên BDP’ê ê bajarên mezin, bajarên biçûk û navçeyan bêhna kurdi ji wan dibare. Her yêk ji wan namzetan, di nava kurd û kurdistanê de cihek girîng girtîne. Her yêk ji wan bi serê xwe şêr e û piling e. 

Divê em vê jî ji bîr nekîn. Her êk ji wan jî, bi hişyariya xwedî derketina gel û welatê xwe re nêçîrvan in û di vê armancê de bûne namzetên şaredariyan. Di vê armanca wan re berdwamiya şaredariyê de şarederê tu malbat û partîyan nîn in. Ew şarederiyê ser xîmê malbata gel re bidin xebatê û dê di karê şarederiyê de tev gel îzayê bikêşe. 

Şaredarên BDP’ê nabêjin “Rebê min ji min re bide ku ca ez jî bixwim û bidim gelê xwe jî.” Ew di bêjin “Rebê min tu ji şarederiyê re bide ku ca ez bi harîkariya gelê xwe re bidim xizmeta wi/wê û di vê rê de min nede şermê, serê min rasti gelê min bilind bigire” dibêje.

Divê kurd bawer bikin. Dawiya vê îzaya wan dê kulîlkên Kurdistanê geş bibin. Dê deşt û newal, çiya û gir zevî û mêrge, dar û daristan, çol û çolistan ji ajarê şîn re bixemile û dê xêruxêbat bikeve welat.
Em dê dawiya vê ronahiyê de bêjîn, ev şarederên me kurdan, kurd bi dengê xwe re avî kiri û bi mînaka kulîlkan di nava dilê ma de geş bibe û dê bibe sedema azadiya me.

Di meha adarê de ev newroza dibe sedema gîyandariyê xwezayê, her we şaredarên em bi dengê xwe bijêrin jî dê bibe sedema giyandariya azadiya dilka me. Bê goman ev şaredare dê 30 adarê dê bibe sedema jîyana me a azad.

Lewre ev hilbijartina şaredariyê a 30 adarê ji me kurdan û kedkar û karkerê û tev gelên Tirkiyeyê re herî girîng e. Dê vê hilbijartine de qirara me di tê wateya an berdewamiya koletiyê an jî berdewamiya azadîya.

An dê bibêjîn bila ew pereyên di qutiyên pêlavan de keda milên me dizin, di vê doza xwe de berdewam bikin an jî dê bêjîn keda milên me erzan nîn e û em dê xwedî keda milên xwe bibin.
Bi gotinek dî, bi bijartina van şaredarên me re dê cemeda kuletiya dagirkeran danî bin tenişta kurdan helîn in û ev şaredarên xwe dê wekî şitilên azadiyê nava dilê xwe de cihek herî pîrozwer bigirin. Lewre dawiyê de çendî me kurdan ji bo xwedî xwe derketina xwe de şaredar bijartin pêtir ji kurdan re şitilên azadiyê zêde kirin.

Ev şaredare dê bi tifaqiya me û xwedî derketina kurdan a welatê xwe re dê bi mînaka kulîlkan di nava dilka me de ajar bidin û geş bibin.

Ji bo vê dibêjim. Heçî hilbijarê dengê xwe bide partîyên sîstemê dê benda şeri be, benda zordariyê, zilmê, xwîndariyê be. Ew hilbijarê dengê xwe nede wan û dengê xwe bide namzetên şaredariya xwe dê pêtir nêzî aşti, azadî û şirîkê rêveberiya şaredariyan bibe.

Ev şaredarên em bijêrin re dê bibin sedem ku gel xwedî, şaredariyên xwe bibe. Bê goman ev şaredare dê bi mînaka perengê (cemreyê) ser kurdên xwefiroj û dengfiroş de bê û dê wan pêşimanê xwedî derketina hebûna xwe bike. Ew jî dê ji ber tirsa canê xwe bizivirin xwe û ber milê welatiyê xwe. Êdî ew jî bi xwedî derketina xwe re cur bi cur pişt çu bahaneyan xwe venaşêrin. Lewre tu cudahi navbenda me kurdan de çu nîn e, tenê em bi hev re bibin tifaq ji me re bes e.
Dawiya vê şîroveyê de dibêjîn. Kurdno temaşeyî rexên xwe bikin. Tev ev bûyerên diqewimin ê pêş çavan. Girtin, kuştin, dizîn, talankirin, windakirina mirovan, (Cînarên me û tev gele Tirkiyeyê.) neheqi, zilm û zordari, qedexekirina pir dewlemendiyên kurdan û tev bûyerên dî polek hindik ê ser serê pola mezin a mirovan bi mînaka şûrê decali sekinî û wan tepeser dike, jêxwarin dikin.
Heke em rasti tev van bûyer û bûyerên bi vê mînakê nebin tifaq em dê nava vê cerxa kedxwariyê de bimîn in. Heke em qoweta xwe nekin yêk, wê demê di pêşîya xwe de ên serê me de diborin re divê em tu gazinda nekîn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10