Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Bajar (ra)naweste

Bajar (ra)naweste

Piştî otomobîla xwe li parka binerdê binecih kir, li qehwexaneya bilind a li rex Mêvanxaneya Şaredariyê rûnişt, ji xebatkarê çayxaneyê qehweyeke kurdî xwest, berkar, “Li vê derê tenê çaya qaçax heye” lê vegerand û got, “Ew li Kuçeya Hunerê heye!”

Fikirî ku hewce nake ji bo wê biçe wê derê, qîma xwe bi çayê anî û ji xwaringeha li teniştê jî daxwaza sê şîş cergan kir û di ber xwe de got, “Ez ê îro li vê derê maçê temaşe bikim.”

Kursiya depikan ya bin xwe da ber dara tûyê û ev dar jê re bû pal. Bi lepên xwe bi şîşên kezebê ket, ew girt, di nav nanê sêlê de kişand û yekcare bire devê xwe. Îsota li ser destexanê piçekî tûyê cihê şewitî jê bir, hema piştre wisa ew jî berda ser. Dibe ku piçekî devê wî şewitîbe, bi carekê de destê xwe dirêjî şûşeyê avê kir û qurto qurto berda ser hinavê xwe...

Piştî ku bi destmalê dev û lêvên xwe maliştin di ber xwe de got, “Oxx! Tama vê cîgerê li çi derê nîne. Destê wan ter be, bi rastî jî gelek xweş çêdikin, lê li nik me, me mêlak zû bi zû nedixwar, ew pirtir para kitik û pişîkan bûn... Ev camêrên han, heke bikelînin dê dar û beran jî bi tam bixin welle, destê wan bi huner e law!”

Telefona destan ji berûka xwe derxist, hêj gelek maye bo maçê, got, “Ez li kê bigerim da ku bê heta saeta maçê me hinekî tavle biavêta û zar bigindirandina. Nexwe ez di kê re dibînim ku were sebra maçê bikêşe, heyran, ev hevalên me yên şoreşger jî nayên tu tiştî...”

Bîskekê telefona xwe tevda, peyamdanka wê vekir, piştre dîsa guhast lîstik vekir, lê xwe lê negirt, hew bala wî çû ser dengê televizyonê, “Temaşekerên hêja, îro wezîrê dewletê gava li zanîngehê derket ser kusiyê bû armanca hêkbarana xwendekaran...”

Pîqînî pê ket, yek car bala xwe bada ser û di ber xwe de got, “Bi xwedê, wezîro niha bûye wezîrê hêkerûnê!”

Bêhna wî nehat li cihê xwe bimîne, heçko enerjiyeke har li ser be, li şûna xwe netebitî, sebat û tebat jê re tune, dîsa hizirî, “Heke ez ji cihê xwe rabim, dê ev cihê min biçe, her ku diçe qehwexane tijî dibe, lê îro kêfa min naçe rûniştinê” û hema bi hewleke lez rabû, pereyên xwarin û vexwarina xwe da û xwe berda nav kolanan.

Trafîk wekî hemû ber êvaran wekî rêzika moriyan bû, ji ber wê bi peyatî çû. Li rex masîfiroşê li çarrêyanê sekinî, difna xwe hilkêşa, her wekî ji bêhna masiyên kevnar bêzar bibe, wisa rûyê wî tirş bû û bi carekê riya xwe veguhast. Her wekî li tiştekî bigere, lê îro tu bername li ber nebûn, tenê ji bo ku di nav qelebalixê de li maçê temaşe bike daketibû navenda bajêr. Nexwe li keviya bajêr, li semta ber bi Qerejdaxê ve mala wî hebû û dikaribû li mala xwe jî li maçê temaşe bike.

Hew dît, li bazara semtê ye, qelebalixa û keftûlefta bazarê, bi carekê de di bin awirên xwe de gerand: Xwedê, li vî bajarî, ji her tiştî pirtir bazarên semtan û qehwexaneyên mişt ji mirovên bêşol û bêkar hene...

Bala wî kişand ku piraniya bikirên bazarê ku li ber dezgehên fêkî, kel û pelên cur bi cur digeriyan, jinên navsale yên malê bûn. Xuya bû, tiştên bazarê erzantir bûn û piranî, fêkî, mêwe û navmalî dikirîn.

Kêfa wî bi temaşekirina mirovan dihat, du sê caran di nav bazarê re hat û çû, li tiştên li ser dezgehan venihêrt lê destê xwe nebire çi tiştî, heta tenê bo carekê jî destê xwe ji berûka xwe dernexist. Piştre hema li dûvê bazarê, ber bi milê rastê ve daket Kuçeya Hunerê. Ev kuçe, belkî tekane kuçeya hêşîn a bajêr bû. Xwe tê de berda, heta nik duryana serê şêrî hat, dêhna xwe dayê ku li vê derê, keçikek nûgiha li ber dezgehekê û morî û xirşên wê li ber, çend gava wêdetir, zilamekî navsere li ber dezgehekê û cur bi cur pirtûk li ser, çend gavên wêdetir jî du keçikên biçûk ku hema bêje deh diwanzdeh salî, kîsê benîşt û destmalan pê re, difiroşin...

Çend metro pişt wan jî hewşa mizgeftekê û kolana rexê dîtir ê mizgeftê dinyayek dîtir, ev alî dinyayekî cudatir bû. Fikirî, “Bajar bo her kesê çirayekê pêdixe, belkî têkelî û pêkvejiyaneke her kes wekî min niha tê de bi tikî tena xwe...”

Heta biniya kolanê çû, li milê rastê supermarketeke mezin, li milê çepê saloneke mezin a playstationê (em wek pleyteyşin dixwînin) bi ber çavên wî ketin, vê carê qijinek bi serê wî ket, “Gelo ez çima wisa bi leyîzên atarî û kompûterê radibim? Gelo ez çima...?” Erê, ji demeke zû ve ye, çi pirs ji xwe nekiribûn.

Piştre bi halê xwe keniya, “Ma ne jiyan bi xwe leyîzek e!” got û careke dîtir bi paş xwe ve vegeriya, “Na na, nabe ku sedema hebûnekê tenê wek leyîz bête pênasekirin...”

Bi dû re her wekî ji van hizrên xwe bêzar bibe, hişê xwe bire ser maçê û got, “Heyran, a qenc ew e, ez niha biçim ber maçê, bidin qîrînan, dijûn û çêran bi ser de bibarînim, kurmê stresa xwe biweşînim.”

Gava gihîşt qehwexaneya bilind, maçê dest pê kiribû, qehwexane tijî bûbû. Televizyoneke mezin li ber dîwarî, bi dehan kesên ciwan û çavê hemûyan jî li ser wê televizyonê. Ev yek cara yekem jê re pir ecêb û sosret hat. Her wekî çi kelecan pê re nemabe û ji nişkê ve ew bûbe kesekî dîtir, ev cara yekem bû, bi çavekî cudatir li xwe û halê xwe nihêrt.

Bi sivikî girnijî, “Bi Quran, vê hizirkirinê nêrîna min guhart” got û hew dît, du kesan milên wî zeft kirin. Hingê di dilê xwe de fikirî, “Ahaaaa, mesele ev e, li vî welatî, hizirkirin qedexe ye, heke tu li ber maçan jî, di dilê xwe de jî bihizirî, aha, wisa dê dest û milên xwe bêne girtin.”

Paşê di xwe re dît ku bi dengekî bilind peyvekê ji nava xwe bide derê:

-Hûn ê biwestin, ev bajar û ev bajarî (ra)nawestinnnnnnn! Hûn ê pûç bibin, lê fikrên vî bajarî û van bajariyan dê geş bibin!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi