Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Aqil û Nîgaş

Aqil û Nîgaş

Nîgaş hevalê mirovi ê herî nêzî wi ye. Ev hevale bi şev û roj, ê bi wi re. Wekî siha wi roj de xwe nîşê dide, şevê jî bi wi re xwe veşêr e.

Mirov di şê bêje mêji navbeyna mirovan de gor heq û hiqoqê, an ku gor mafê mirovan belavbûye. Gor hindê jî mirov baweriya xwe bi wan hişan dibîne.

Herê gelo mirov hene ku ser aqilê xwe de kerbê ji aqilê yek dî bike. Bawer nakim ku mirovek wahe hebe. Lewre her mirovek aqilê xwe ser aqilê yek dî de dibîne. Ê aqilê xwe gor aqilê yek dî kêm bibîne ji wi re mirov şê bêje dîn e, an jî sefyane ye. Di vê sedemê de her kes aqilê xwe ji xwe re yekemîn dibîne.

Mirov şê bibêje her kes aqilê xwe ser aqilê hemû kesê de dibîne. Gor wi aqilê wi di jîna wi de yekemîn e û hewceyî aqilê tu kesê nîn e. Di vê dîtinê de tu kes ji aqilê tu kesê re gazinda nake û divê neke.

Tê zanîn ku nîgaşên mirovi jî bêpereye û ji kanîya aqili de tên. Te bivê çavê xwe miçe û xwe berde nava nîgaşan, te bivê bila çavên te vekiribin xwe berde nava nîgaşên xwe. Ev nîgaşe gor wê dema te, a tu hizirdikî de xwe nîşê dide. Te bivê dê xwe di nîgaşa xwe de ser destexankek dewlemend bibîni, te bivê jî dê xwe di nîgaşa xwe de xwe ber singê kevçikek pir delal bibîni.

Nîgaş jîna tev mirovan de heye. Nîgaş di jîna zarokekê de cida, di jîna ciwanekê de cide, di jîna mirovê nevsala de çûyî de cide û di jîna mirovê pîr de cida xwe nîşê dide.

Mirov dişê bibêje heke aqil çu nebe nîgaş jî çu nabin. Dê bê gotin ê aqil çu nebe nîgaşên wi çu nîn in. Rasti mirovê bêaqil nîgaşên wi wekî mû ê nevdevê qelexê de ye, bê wateye.

Di vê çarçovê de nîgaş hêvî û daxwaziyên mirovi ên nava mêjiyê wi de cih girtine. Mêji dixebite hêvî û daxwaziyên wi dema ji xwe re peydakir, nîgaşê re dide xebatê. Tev nîgaşên wi gor rêzika nava mêjiyê wi de dikevin rêzê û gor yekemînîyê jî rewneq didin nîgaşên wi.  

Caran mirov dikeve nava nîgaşên aloze û hind jî kirêt.

Ev didestê mirovi de ye an na?

Na bawer nakim.

Navbenda çavubirûyan de, hind dibîni ku tu ê bûyî êxsîrê nîgaşa xwe.

Divê mirov tenê dialiyê xirabiyê de nenêrîne nîgaşên xwe. Caran nîgaşên mirovi di aliyê xweşi û tiştên pir girîng de jî xwe xemlîn e.

Caran bi dem de mirov xwe di nava nîgaşên xwe ên negor exlaqê xwe dibîne û her we bidem de ferq dike mirov xemgîn dibe.

Nizanim min ji mezina bihîsti bû an jî min xwendî bû. A hati guhê min an jî a hati ber çavên min ev bû.

Mirovê dewlemend an ku xwedîyê qapîtalek girîng ji nîgaşa xîzana re dikeve nava çavnebarîkirinê.

Bi gotinek dî xwedîyê qapîtalê di cîhanê de xwedîyê hemû tişti ye. Mal û dewleta wi heye. Kar û pir zêde pereyên wi hene. Bi hezaran mirov di bin destê wi de dixebitîn. Ewi bivîya be dê ji bo kêfxweşî û zevqa xwe pir tişt bike. Ser hinde mal û dewleta wi, ser hinde kar û dewlemendîya wi ewi ji nîgaşên xîzana re hesîdîn û rik digire. Ê xwedî qapîtali dibêje xwezî min zanîba kanê dinava nîgaşên xîzana de çi heye.

Bawerim ku R. T. Erdogan jî vê demê ê nava karekî pir girîng. Bi xwe Serokwezîr e û armanca wi ew e ku bibe Serokkomar. A rast nîgaşên hemû mirovan sedî sed nahên cih belê ev nîgaşa R. T. Erdogan sedî sed dê bê cih. Ji vê nîgaşa xwe re bêgoman e.

Di aliyê dî de jî ji dewlemendî bigire heta civaknasîyê de di nava tirki û ji devre tirki de ser textê zêrînger rûnişti ye. Di jîyana wi de tu kêmasi neman e.

Tenê ez dimînim gomanê kanê R. T. Erdogan ji nîgaşên xîzanan de çi hizir dike. Kanê niha di nava nîgaşên wi de hesûdi û çavsoritiya nîgaşên feqîran heye an na?

Belê bawerim ku niha nava nîgaşên wi de, ji a hemû kesê pêtir çavnebarî heye. Lewre di binyatê têkiliyên qapîtalîzmê de rika çavnebarîyê heye. Ew bi vê rikê re roj bi rojê karê xwe zêde dikin û karker û xebatkaran hildidin bin destê xwe.

Di karxanan de karê karkeri didizin, karkeri bi nanuzik diden kari û serda jî ji nîgaşên wan re dikevin nava çavnebarîkirinê.

Ji ber vê yekê gel ên mêtînger, karker, kedkar, gundî, bêkar û bazirganê biçûk roj birojê xîzan dibin, ew jî di kar û berjewendîya xwe zêde dikin.

R. T. Erdogan di nava vê hewldana nîgaşên xwe de dibîne ku kurd wekî srtîyê (kelemê) dikevin nava nîgaşên wi. Aqilê wi tevlihev dikin û bitevlihevbûna aqilê wi re nîgaşên wi jî aloze dibin. Lewre ji nigaşên tev welatiyan de hindik be jî ji karê xwe re çareseriyek peyda kiriye, belê tu çareseriya nigaşên kurdan û welatiyên tirkan ên welatperwer nake. Di rêka nîgaşên kurd û tirkên ber kêleka xwe de aqilê xwe dide xebatê belê carek dî xwe nagehîne nîgaşên kurd û welatiyên tirk ên welatperwer.

Di vê sedemê de êrija dibe ser kurd û tirkê welatper. Bi zora polîsan re divê ser wan mizafer bibe. Belê roj dê bê bi serhildana gelan re wekî kaniya nîgaşên tev serokan hati qutbûn dê a wi jî bê qutbûn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10