Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

An naçin aşi an biçim jî dê aşevani bikujim

An naçin aşi an biçim jî dê aşevani bikujim

An naçin aşi an biçim jî dê aşevani bikujim

Zivistanek bi kul û xem, bi êş û jan, a herî girîng jî bi serma, befr û bahoz re derbazbû. Wekî tev zivistanan evê zivistanê jî nenasbûn û înkara kurdan de rûyê xwe ê kirêt berdewam kir.

Tu cudahiya evê zivistanê û zivistanên dawî de çu nebû. Tev zivistanên dawî de kurd xemgîn bûn, rondikên çavan zuwa nebû. Evê zivistanê jî ev bûyere pir zêda bûn.

Mixabin carek dî ji bo çareseriya kurdan hikometa partiya spî/reş diaxive. Mixabin dibêjim lewre mezinên tirkan “mala direwîni sot, tu kesê jê bawernekir” dibêjin.

Partiya spî roja bû hikomet heta îroj ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan pir pêngav avêtin û pir axaftin kirin. Belê ev pêngavên avêti û axaftinên kiri wekî xîmê ser cemedê bû. Bihar hat cemed heliya xîme herift.

Ev çend rojin carek dî ev peyvên nik dilê me pîrozwer wekî benîştê qaçkê kevte devê wan. (Ji benîştê kerengê û ê kewzanê re dibêjin benîştê qaçkê.)

Niha jî dibêjin “me divê em careseriya pirsgirêka kurdan di bin sîvanê meclîsê de xîmê wê danîn. Belê gor hêvî û daxwaziya xwe” dibêjin.

Hêvî û daxwaziya wan çi ye?

Ewan divê gor dilê wan ji pirsgirêka kurdan re çareseri çêbibe. Lewre dibêjinem Birêz Ocalanre û Qendîlê re nakevin bihev re rûniştinê. Em destê dijmin nagirin, an dê bên çek û rextên xwe danên an jî şerê me bi wan re berdewam e.

Dema em bi parlementerên BDP’ê re bihev re rûniştin jî, divê ew Rêzdar Ocalan û Qendîlê re bihev re rûniştinê nekin.

Mirov di mîne şaş.

Heke BDP bi Rêzdar Ocalan re û bi Qendîlê re bihev re rûniştinê neken û bi Partîya Spî re bikevin bihev re rûniştinê, pirsgirêka kurdan dê çawa çareser bibe û dê çawa ev şerê qirêj sekine.

Gor dîtina wan, pirsgirêka kurdan de çareseri dê çêbibe belê ciwanên kurd û tirkan dê jîyana xwe winda bikin û rondikên çavên dayika ziwa nabin. Bi vê gotinê re pirsgirêka kurdan dê çawa çareser bibe û dê şerê qirêj çawa sekine?

Armanca Partiya Spî di vê wateyê de dikeve pêş çavan.

Ew dê bi BDP’ê re bikevin bihev re rûniştinê, belê BDP dê biserê xwe be û Rêzdar Ocalan û Qendîlê re naaxive. Ev ji wan re dîtinek yekemîn e.

A duyemîn jî di vê bihev re rûniştina wan de dê BDP jî wekî wan hizir bike. Heke BDP wekî wan hizir neke ew çarek dî ji pirsgirêka kurdan re tu çareseriyê naînin ziman.

Wê demê dê BDP ji wan re ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan çi biaxive.

Heke ew ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan bi Ocalan û Qendîlê re, şeri de israr bikin.

Heke dê ji bo çareseriya pirdgirêka kurdan de BDP jî wekî wan hizir bike û çu dîtinên xwe nedanê ortê.

Heke dê ciwanên kurdan û ê tirkan di vî şerê qirêj de jîyana xwe winda bikin û ev xwîne dê her herik e.

Heke dê zimanê kurdî dê her qedexe be, perwerdahiya zimanê kurdî a netewî qedexe be.

Heke dê navê mirovê kurd, navê bajar, nevçe û gundê kurdan, navê çol û çolistana kurdan dê her qedexe be.

Heke dê dibinyatê xwe de xwe kurd nebîne, seba kurdbûna wi di pola duyemînê de cihê xwe bigir e.

Heke kurd çanda xwe, dîroka xwe, filklora xwe, binyatê xwe, wêjeya xwe nehilkole, di vê çendê de lêgerîn nake.

Bi sedan re hêvî û daxwaziyên kurdan nehên cih, BDP dê bi serê xwe wan re çawa bikeve bihev re rîniştinê.

A vane tê vê wateyê. An naçim aşi, an jî biçim aşi jî dê aşevani bikujim. An ku çareseriya pirsgirêka kurdan wekî destê kevti bin keviri ye. Tu bikêşi dê bêşe, ne kêşi dê bimîne bin keviri de. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10